Kirasê tîrêjû/ kirasê tîrêjûdar/kirasê betîrêjû (bitîrêj, biqermîçek)

Kurdshop -  “Kirasê tîrêjû” cure kirasekî kurdî ye ku berî kirasê “kember çîn, yan çîndar yan biçîn” zêde carr û naskirî bûye. Kiras texte texte dikin, kirûşkan (qermîçekan, qermûçekan) dixin qeraxa kiras de, ku wek tîrêjên rojê derdikeve, û damanê wê jî fireh û bê qermîçek e. Pişt û pêşiya kirasê tîrêjûdar du texte ye û milê wê jî lewendî pêve ne. Pêsîra wê jî dibêjnê “yexe kurdî”. Destmalê davêjin ser pêsîra kiras û şûtikê jî li ser de girê didin. Niha jî ew kiras li herêma Erdelan û Başûrê Kurdistanê heye û “êlek” an “sîxme” an “saye” an “keway şorr” li ser de li xwe dikin, lê desmal û şûtik rakirine û girê nadin, û sedem jî ne zelal e.    

Tîrêjû

Parçeyeke sêgoşe ye û dikeve qeraxên kiras, û binê wê jî bi damanê kiras ve tê dirûn bona ku kiras fireh û pan derkeve.   

Pişt û pêşiya parçe amade dikin heta sermilan, piştre jî du qat zêdetir ji parçeyê amadekirî ji bo qeraxên kiras (ji bo kirûşkan, qermîçekan, tîrêjên kiras) dadinên bo ku zêde vekirî û fireh be. Ew kirûşkên ku dikevin tê de, divê ji baskê re heya xwarê hebin, û divê “girolî”yê (parçeyeke çargoşe ye ku dixin binçengê kiras de) bixî tê de. Piştre zendê kiras hildidî û lewendiya dixî nav de.  

Zemanê berê lewendî jî tunebûye, tenê milekî fireh hebûye ku heta xwarê direj bûye û piştre kirine lewendî, û piştî wê jî kirine milê kêşdar (milê kiras kêş xistinê). Herwiha şûtik û desmala wê jî wek kirasê “kemberçîn” bûye.

Destpêkê her bi vî rengî bû, lê ger kirasê kemberçîn hat, eva her bo jinên keyxwedayan bû. Piştî kirasê “beladakirdinê” kirasê “tîrêjûdar” hatiye çêkirin.

Tîrêjûdarê qedîm li aliyê binçengê her pan bû û nazik nedibû û bi qasî damanê kiras bû. Kirasê tîrêjûdar ê “yexekurdî” diviya ku “girol” xistibana hundirê wê de, û li aliyê qeraxê ve tê vekirin, lê ger parçe zêde fireh be, “girol” ne hewce ye û her fireh didirûn. “Yexey kurdî” (pêsîra kurdî) a vî kirasî rast li ser sîng radiweste. Zemanê berê diviya ku kiras zêde vekirî û fireh bûya. 

Kirasê Sineyî

Ew jî her wek kirasê tîrêjûdar e, lê her du texteyan (paş û pêş) heye, û tîrêjû (wek tîrêjê, çînçîn, kirûşk) û “girol” tê de tuneye û gelek naziktir e. Hem pêsîr û hem jî milên vî kirasî bi modelên curbicur têne çêkirin û niha jî ew yek her carr e. (destmal û şûtik li ser nayê girêdan).

 Kirasê  “beenguçk” (lewendî)

Yan kirasê “soranî” dibêjine kirasekî ku zendên wê lewendî pêve be. Kirasên berê piraniya wan lewendî pêve bûn, hindek hebûn ku lewendî fireh didanîn û hindek jî hebûn ku bi qasî çar tiliyan didanîn.

Li herêma Mengurayetiyê du mêtr û nîv an jî sê mêtr lewendî didanîn, zendê kirasê fireh dihêlan û damanê wê jî dikirin şeş texte. Qeytan (bendik) li lewendiyan didan û pişkok li nîveka sermilê kiras didan û qeytan li pişkokê dialandin bona ku lewendî baş rawestin û bi vî rengî lewendî li ser pişta kiras disekinîn. Hindek kes jî hebûn ku lewendî bi derziyê qahîm dikirin. Kiras jî fiş û vekirî radiwestiya û lewendiyên wê jî li pişt ve mezin xuya dikirin.  

Kirasê kemberçîn

“Kirasê bedamên” yan “beginc” an “çînçîn” an “çîndar”

Kirasek e ku bejn û daman li hevdu cuda ye û gincî û qermîçekên wê di navtengê de ne. Dibêjin kirasê “beladakirdinê” û kirasê “tîrêjûdar” hertim hebûye. Ew serdema ku Cihû li herêmê bûn jinên wan zêde kirasê çînçîn li xwe kirine.  

Jinên Mukiryanê dixwazin guhertinê bi ser kincên kurdî de bînin û qermîçek û ginciyan bixin kirasên xwe de. Cara yekem diçin xizmeta “Şêxulîslamê mezin” û digel de dişêvirin heya ku bizanin gelo heram e an na, bona ku bikarin nimêjê pê bikin. Wî jî gotiye wan ku bi vê şert û mercê ku çi cihekî leş tê re xuya neke û biedeb be.  

Ew kiras bo yekem car jinên Cihû birrîne û heya niha jî ew guhertina ku bi ser kincê jinên Mukiryanê de hatiye her maye. Ew kiras bejn û damanê wê cuda ye û piştre jî bi hev re tê dirûn. Gincî û qermîçekên wê jî li ser daman têne çêkirin. 

Bi du şêweyan didirûn, yan hemû damanê wê kirûşk û qermîçekan lê didin û piştre bi bejna kiras ve didirûn an jî damanê kiras digel lêdana her qermîçekekê bi bejna kiras ve yek bi yek didirûn.

Kirasê Çînçîn

Sibheynê îşellah gizîng le seran

Zolfî `emberbom dekem perêşan

Kirasî çînçînim karxaney şahan

Ebro dekem qopenî rîhan

“Ehmed Lotfî, zore û mişterî”

Polêk hatûn bîtwêniye

Wekû werdokî balşîne

Kirasî beriyan pak çînçîn e

Biro û mijang têk çirjîne

“Ehmed Lotfî, Las û Xezal)

 Kirasê Kemberçîn

Saye û kirasî kemberçîn

Le hezar rewşê û nazenîn

“Hejar”

Bawerî

Piraniya jinên bitemen kirasê kemberçîn li xwe nedikirin û digotin heram e, çimku yekem car jinên Cihû miqes lêdane. Piraniya wan digotin çimku ew kiras bejn û damanê wê ji hevdu hatiye veqetandin, lewra lixwekirina wê neşer`î ye.

Şevkiras

Ew kiras e ku ji bo xewê tê lixwekirin.

KURDŞOP
988 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!