Govendên kurdî

Li nava kurdên kurmanc zêdetir ji 90 cure govend hene. Helbet li nava kurdên kurmancên Badînî li herêma Badînan de hinek govendên taybet jî hene.


Kurdshop - Em dikarin govendên kurdî li ser 4 pişkan parvebikin:

1. Rezmî (şer û cenga, serhildan û tevgerên siyasî)

em hatin vê govendê

ev govenda mêrane

me kir karê azadî

welat barê şêrane

Govendên  kurdî nima û hêmanek ji reqsên rezmîye.

2. Bezma (keyf û şahî)

Bi merasmên wekî dawetan, cejnên lidayîkbûnê, komkirina berheman û temamê merasîmên ku tê da şahî hebe govendên bezmî tê gotin.

keçka rindê

tu ji vê gundê

mi b xulama

tu bi çelengî

tu çiqas rindê

pozbilndê

ha nîna, nîna, ca nîna nîna

ha nîna

keçka rindê

hoy dîlan

hoy dîlan, dîlan, dîsa dîlan

tu şekrê nav mendîlan

hanîko te ji kanya bayê

avê tîne ji bona çayê

keçk rindê girtim tayê.

3. Olî

Govendên ku li merasîmên mezhebî û olî da têne kişandin. Bi wan cure govendane sema jî tê gotin.

4. Şîngerî (merasîmên şîn û eza û xemgînî)

Li nava kurdên kurmanc zêdetir ji 90 cure govend hene. Helbet li nava kurdên kurmancên Badînî li herêma Badînan de hinek govendên taybet jî hene. Herwaha li nava kurmancên Xorasanê jî hinek govend hene ku li govendên ku li nava erdinîgariya Kurdistanê da hene, cihê ne. Lê mixabin heya niha ti lêkolînerekê di wî warî da pêk neanîye, ev govendane kom nekirye û nenivîsye da ku em wekî çavkanî û jêder sûdê lê wergirin.

Şêwaz û îcra kirina govendan li gund û bajaran cudaye û wek hev nînin. Gavhildan û hilperîna govendê li gel gundiyan, gurr û girr û xeşên û bihêztire.

Navên hinek govendên kurdî

1. Geryan

2. Pişpê

3. Helgirtin

4. Liblan

5. Sing sing yan sîn sîn

6. Delîlo

7. Bablekan

8. Bazkiyan

9. Bazkî

10. Baztiyan

11. Çepkî

12. Çepik

13. Sêling

14. Kilîçe

15. Keçkî

16. Keçkî hildanî

17. Semedanî

18. Şêxanî

19. Werwere

20. Dûzo

21. Giranî

22. Temir axa

23. Ziravîkê

24. Tûra

25. Diyarkî

26. Terecor

27. Tîr-Kevan

28. Sînanî

29. Behye

30. Sivikî

31. Yar xweş tê

32. Qertel

33. Cirîd

34. Şundekî

35. Paşdekî

36. Sêgavkî

37. Koçerî

38. Serdestan

39. Dîko / Dîk

40. Erebanyê

41. Mamir

42. Cendirme

44. Ekmelî

45. Yar pêda

46. Totirnî

47. Daweta mila

48. Qilîçkê

49. Lê gidyê

50. Şenge

51. Hey nar nar

52. Toycînar

-53. Şexsêne

54. Qutanê

55. Hoheymo

56. Leylo

57. Hat celeb

58. Çoxê min

59. Şemamê

60. Bekirxan

61. Belence

62. Qenber yemanê

63. Çok hêjîn

64. Qiliçkok

65. Ez xelefim

66. Yar senem

67. Berbenî

68. Lêgozê

69. Çoxo

70. Baso

71. Ekmelya lez

72. Lezok

74. Romanî

75. Koçerê

76. Lorke

77. Kimil

78. Keşe/qeşe

79. Keleşo

80. Hasko

81. Baso- celalî

82. Lê dîvo

83. Marelo

84. Toyleme

85. Lezlezok

86. Dirna

87. Şer şere

88. Erezî/tel baxê mîra

89. Hey ave ave.

90. Zozan…

Govendên ku ji aliyê çepê ve tên kişandin:

1. Ez xelefim

2. Şenge

3. Dirna

4. Naro

5. Toycînar

6. Yarsenem

7. Lê gidyê

8. Şer şere.

Ebdulkerîm Surûş (Aryas)

Urmiye- Îran

KURDŞOP
899 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!