Cil û berg û eksêsiwarên jinên Mukriyan

Rengê cil û bergê jinan li gorî sirûşt û bedewiya devera Mukriyan

Kurdshop – Cil û berg li gorî erdîngarî û deveran, bawerî û deb û nerîta navçe û eşîre, ayîn û şêwaza dîtinê li nav civakên cor bi cor de, form û modêlên cuda hene. Li Mukriyan, ku bi rengekî giştî, îslam ayîna serekî bûye û li gorî ku jiyana eşîrtî hebûye û ajeldarî û koçberî karê wan yê serekî bûye, modêleke taybet ya cil û bergan heye ku vê dawiyê bûye du modêl; modêla Sablaxî û modêla Mengûrayetî.

Ji ber bîr û baweriya îslamî û zilam salarî, kirasê jinan fireh û bi ber bûye, vêca li gorî pêgeha civakî û selîqeya xatûnan jî hatiye xemilandn. Ew şêwaza taybet, ji bo pîr û cihêl û zarokan yek cor bûye. Eger em li wêneyên kevin binêrin, ku baştirîn belge ne, keç hema hinekî mezin dibin, diya wan cil û bergekî mîna yê xwe bo wan didrût, heta ji bo bûkelokên wan jî heman cil û berg dihat dirûtin.

Hêjayî gotinê ye, wê demê piraniya jinan, bi xwe karên xwe yên dirûtinê dikirin û hemû jî bi dest dihat kirin. Rengê cil û bergê jinan li gorî sirûşt û bedewiya devera Mukriyan û çîn û qatên civakê û heta li gorî şîn û şahiyan jî, rastî guhertinê hatiye. Rengên cil û bergan bi giştî wek sirûşta Kurdistanê, geş û ber bi çav in. Eger em hinekî tê de hûr bibin, em dikarin dewsa baweriyan di nav çîrok û metel û îdyom û şîret û dua û… zimanê kurdî de jî bibînin. Bo nimûne; “tu dibêjî qey ev ferşe bûka sor e!” yan wek “lûfik û desmal şînkirin” û htd…

Cil û berg li gelek cihan, pênaseya mirov e. Melajin (jina mela) bi giştî desmalên spî li xwe werdikin, seyîdzade û şêxzade şalê girêdidin û zêdetir kincên kesk li ber dikin. Bûk bi giştî, kincên sor li ber dikin û xêliya sor taybet bo keçan û desmala spî jî taybet bo jinebîyan dihat bikaranîn. Navê qumaşan jî li wê deverê li gorî şêwaz û baweriya jinan, tê guhertin. Qumaşên wek Desmala Çavê Kewê, Kwêstanan Xal Xal, Zuqm, Gul Henar, Gule Sêw û … nîşan dide ku sirûştê kariye bandor li ser mirovan hebe. Duyemîn sedem, guhertina sirûştê ye ku di mijara tenikbûn û istûriya qumaş de xwe nîşan dide.

Şert û merc û ew cihên ku qumaş lê dihat jî, xwdan bandorke taybet bûye; Desmala Mekkê yan jî Desmala Mekkeyî, ku piranî hacîyan wek diyarî ligel xwe dihanîn. Kirasê “Seddamê Zêrr”, ku ji welatên erebî dihat, vê mijarê piştrast dikin. Hinek caran jî zimanê tirranan tê holê, wek “Kirasê Xesûteqîn” yan jî “Kirasê Kerem Ke Rûnê” ku nîşan didin qumaş ewqasî bedew in ku dibin sedema hesûdî û bê zariya aliyê beramber. Bi kurtî, lêkolînkirin li ser şêwaza cil û berg û çawaniya liberkirina gelên cîhanê, dîrokek kevin û resen radixe pêşiya me û nîşan dide cil û berg, nasnameya netewî ye. Lê mixabin di nav me de wek gelek tiştên din, zêde girîng pê nehatiye dayîn û lêkolînên taybet û akademîk li ser nehatiye kirin, di demekî de ku yek ji xezîneyên hêja yên kultura kurdewariyê ye. Ev pêngav û karê min jî, xebatek biçûk e û hêvîdar im kêrî wê yekê were ku hinekî ji wî aliyê kultura me ku li ber nemanê ye, rizgar bike.

Kirasê Awdamên:

Kevintirîn şêwaza cil û bergên kurdî yên jinan e ku ji bilî navçeya Mukriyan, li tevahîya deverên kurdnişîn jî dihat bikaranîn. “Kirasê Beheldanewe” yan “Kirasê Awdamên” yan “Kirasê Bekoş” yan “Kirasê Beladakirin” yan “Kirasê Lewendî” yan “Kirasê Kûr”, core kirasek e ku beriya kirasê lewendî jî dihat bikaranîn. Ji ber ku kobeya kiras li ber tenişta xwe re dikirin, bi vî navî hatiye naskirin. Sedema dirûtina vî şêwazî û modêla kincên jinan, ew bûye ku jinan ji ber karên rojane yên mîna ajeldarî û kabanîtiyê û maldariyê û çinîna pincar li ser çil û çiya, nedikarîn bi asûde karên xwe bikin. Lingekî wan li gund bû û lingekî wan jî zozanê bû û hemû jî xwdan zarokên biçûk û sava bûn, ji ber wê jî kirasên bi vî rengî dihatin bikaranîn û hinek caran li şûna mêzeran jî dihat bikaranîn.

Kirasê Awdamên, du yan sê metran dirêjtir ji qîyasa normal dihat dirûtin û paşê dihat komkirin. Hinek jinan, heşt gez (her gezek nêzîkî metrekî ye) dikirin kiras. Şêwaza dirûtina wê jî wiha bû; qumaşê ku bo kiras hatiye birrîn, dikirin du parçe û pişt û pêşiya wê dihat danîn û sermilkên wê jî ji kirasê lewendî zêdetir dihat xwarê û lazim bû sê metran dirêj be.

Kirasê Bilbasî:

Core kirasekî qedîmî ye ku niha êdî tu kes li ber nake.

Heşt heta deh parçe qumaş bo wî kirasî dihat bikaranîn. Dema li ber dikirin, gelekî fireh û mezin bû. Dermilkên wê bi Soranî jê re digotin “Engûçik”. Bo her aliyekî wê, yek û nîv heta du gez qumaş dihat bikaranîn. Ew modêla kincan, ji piştê re wek baskê perperîkê bû û ji navê wê re jî xuya ye, ev kiras taybet yê devera Bilbasan bû.

KURDŞOP
974 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!