Rexneyek li ser tabloya “Tace Gulîne” ya Rêbwar Seîd - Beşa 2em

Ala Rizayî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

Lê eko-femînîzm berevajiyê vê ye. Eko-femînîzm ji me re dibêje ku ew cure baweriya ku jin û mêr bi tevahî ji hev vediqetîne û mêran wekî afirînerê jiyar û eqlê cîhanê û jinan wekî sirûştê ji bo koletî û hêza ji mêran kêmtir dibîne, bûye sedema valahiya pir kûr di navbera sirûşt û afirandina jiyarê de. Bi şêwazekê ku hem jin û sirûşt zêdetir rastî xisaran hatine û hem ti şaristaniyetek bi vî rengî di bîr û baweriyê de nehatiye afirandin ku mafê mirovan gelek bi başî tê de bê îsbatkirin û tev di nav sirûşt û civakeke pir aştî de bijîn.

Lewma eko-femînîst dibêjin ku ew valahiya kûr a di navbera jiyar û sirûştê de tenê bi fehma sirûştî ya jinan e û agehdariya jinan di cihê xwe yê di nava civak û sirûştê de tê pirkirin; çimkî jin bi tevahî dikare fam bike ku hem bi xwe û hem sirûşt, ji ber civaka mêrsalarî, di rewşeke wekî hevdu de zilm li wan hatiye kirin û bi kole hatine girtin.

3- Eko-femînîzm wisa difikire ku zext û koletiya jin û sirûştê her du jî xwediyê yek çavkaniyê ne, ku bîr û baweriya mêrsalarî ye, bo wê ku mêr wek beşa rewşenbîrî û çêkirina şaristaniyetê ji wan wekî beşa bêbîr, bêhişmendî û tenê wekî fîzîkî bi kar bînin. Ji ber vê yekê jin dibin mirovên herî baş ên parastina sirûştê, çimkî dikare êşa sirûştê ku çavkaniya wê her wek êşa wê wisa ye, fam bike û jin ji bo rêberayetiya tevgera ekolojîk aherî baş e.

Lê eger em vegerin ser wêneyî, em dikarin gelek mijarên eko-femînîstî tê de bibînin. Em li vir beriya her tiştî jinekê dibînin ku dilê tabloyê ye û mijara herî girîng a tabloyê ye. Her wek ew tişta ku min berê jî behs kir, hunermend hem zêdetirîn reng tê de bi kar aniye û hem ji yên dinê mezintir kêşaye. Ku wisa ye em li vir dibînin ku berevajî baweriya mêrsalarane, wê jinê wekî laş ti tiştek nehiştiye û ji ber wê ku parçeyek wê nêzî sirûştê ye, kesek an tiştek bi ser wê de serdest be.

Xaleke din a ku di vê jinê de tê dîtin ev e ku ew li ser welatê xwe difire û em dibînin ku ew welatê ku lê difire, ajel li wir in ku dikare li wir ji bo me wateya sirûştê hebe. Tiştek din jî ku tê dîtin ev e ku ew jin beşek ji rûyê xwe ku kesk e (kesk di vir de dikare sembola sirûştê jî be) mijûl e ji jorê pasevaniya welat û sirûşta xwe dike, herwisa beşek ji kirasê wê jî her kesk e, ew dikare nêzîkbûna jin, sirûşt û yekîtiya jin û sirûştê temsîl bike.

Em dîsan jî li vir her wateya eko-femînîstê dibînin, çimkî di vê tabloyê de jin wekî kesekê hatiye hilbijartin ku agehdarê sirûştê ye, ji ber wê yekê ye ku jin û sirûşt wek hev in û her du jî tevî wê ku şiyana afirandinê hene û jiyanbexş in, derdê hevpar hene ku ji bo wan her duyan jî her çavkaniya wê mêrsalarî ye ku di berdewamiya dîrokê de, ji ber ku şiyana wan a afirandinê hebûye, wekî alav dihatine hesibandin. Ji ber vê yekê ye jin ji her kesî bêhtir derdê sirûştê fam dike û ji bo parastin û xwedîderketina sirûştê mirovên herî baş in. Her ew cureya ku di tabloyê de hatiye nîşandan, em jina di tabloyê de wek sirûşt û xwehaydariya wê dibînin; hem bi ser sirûşta xwe re difire da ku wê biparêze û hem jî desteke xwe li dora xwe girtiye da ku xwe wekî parçeyek ji sirûştê biparêzê.

3- Pêwendiya di navbera sosyalîzm û jinan    de

Xaleke pir girîng di vê tabloyê de navê wê ye ku jê re Tace Gulîne hatiye danîn. Mebes ji Tace Gulîneyê jî, nîştimana wê jinê ye ku wê wek tacekê daniye serê xwe.

Ew karê ku nîgarkêş di vir de kiriye xwedî wateyeke pir kûr e û dikare wisa bê şirovekirin ku jin wekî sedemeke pir û pir bihêz û girîng e ji bo welatê xwe; bi vî rengî ku jin wekî şahjinekê ye ku welatê xwe wekî tacekê daniye serê xwe û dema ku serê wê bilind e, welatê wê jî her bilind e, lê ger serê wê bê tewandin û taca wê bikeve xwarê, welatê wê jî ku dibe taca wê, dikeve xwarê û rastî nizimî û binpêkirinê tê. Divê bê gotin ku li vir nîgarkêş wateyeke gelek bihêz daye jinê û em dikarin wê yekê pêwendîdar bikin bi sosiyalîzmê di hember pileya jinê de.

Sosyalîzm felsefeyek e ku behsa wê yekê dike ku çawa kesayetên di civakê de bi hev re tevbigerin da ku civakeke bihêztir û serketîtir çê bikin û piraniya feylesofên mezin ên sedsala nozdeh û bîstan ên wekî Karl Marx û Simon de Beauvoir, li ser wê bîr û baweriyê ne ku afirandina civakeke bihêz bi bê beşdariya jinan ku nîvê civakê ne û bi bê bikaranîna şiyanên wan ne mumkin e.  Feylesofê mezin ê sedsala nozdehan û yek ji fîlosofên herî bibandor Karl Marx di felsefeya xwe ya sosyalîzmê de dibêje ku heta regeza mê alîkariya me neke em nikarin di civakê de pêş bikevin. Feylesofa mezin a sedsala bîstem, Simon De Beauvoir di destpêkê de wisa bîr dike ku ger civakeke sosyalîstî hebe ku her kes ji bo serkeftinê tê dikoşin û ji bo pêşketinê dixebitin, êdî têkoşîna ji bo mafê jinan ne pêwîst e; çimkî wê demê êdî her tiştek vedigere li ser rewşa asayî û mafê mirovan bi wateya xwe ya rastîn tê parastin.

Lê De Beauvoir paşê ji axaftina xwe poşman dibe û piştî çendîn salan di axaftineke xwe ya din de dibêje, heta ku em di destpêkê de ji bo jinan tê nekoşin û jin bi xwe jî hînî têkoşîna mafê xwe nebin, em ti carî nikarin bibin xwedî civakeke sosyalîstî ku mafê mirovan tê de tê parastin û civakeke pêşketî ye. Çimkî di serî de beşa jinan a civakê divê hêz û mafê xwe bi bîr bîne û ji bo wê yekê hewl bide, û piştre ew hêz bi dest ve tê û bikare di civakê de alîkariya hemû mirovan bike û bibe kesek ji civaka xwe ku bi alîkariya kesên din re nîştimaneke pêşkeftî ava bike.

KURDŞOP
678 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!