Rexneyek li ser tabloya “Tace Gulîne” ya Rêbwar Seîd - Beşa 1em

Ala Rizayî

Tabloya Tace Gulîne berhema hunermendê kurd Rêbwar Seîd e û hin taybetmendiyên wê hene ku dibe wek karekî gelek cuda ji asta berhemên hunerî yên nîgarkêşên kurd bê mêzekirin. Di vê gotarê de, em ê bi kurtasî van taybetmendiyan destnîşan bikin.

1- Kubîzm

Di destpêkê de dema ku mirov mêzeyî    wêneyî    dike, mirov dikare heta astekê şêwaza kubîzmê di wî    wêneyî de bibîne. Kubîzm yek ji binavûbangtirîn û girîngtirîn hunerên hereketî yên sedsala bîstem e ku afirînerê wê Pablo Picasso yê hunermend û nîgarkêşê xelkê Îspanyayê ye. Di kubîzmê de, bedewî û awayê kesayetî û diyardeyên di nav wêneyan    de dişibine rastiyê û nêzî tiştekî    rastî bin, ne tenê girîng nîne, belkî divê ji nav biçe û bi rengekî şikestî û cuda bêne danîn; ev jî di şiklên hendeseyî yên wekî sêgoşe, bazine, çargoşe û hwd de tê terhkirin. Herwisa divê ji çendîn rengan sûd bê wergirtin ku bi awayê bûka baranê (keskesore) be û her yek ji wan di yek ji perçeyên tabloyê de werine bikaranîn. Armanca kubîzmê ya herî girîng ew e ku wate û hest di şêweyên şikestî û hejmareke zêde ji rengan de bê danîn; ji bo wê ku bedewiya rastîn a tiştekê nîşanê berdengê xwe bide.

Di wê tabloyê de jinek derketiye ku laşekî gelek nerêk û tewandî heye û ji laşê miroveke rastîn naçe û hatiye parçe-parçekirin. Bo mînak her yek ji destên wê di halekî nehev de ji laşê wê re hatine derê û bi destek xwe mijûl e xwe diparêze û rûyê wê bûye du perçeyên kesk û şîn. Herwisa tê dîtin ku wê jinê beşek ji welatê xwe kiriye tacek û li ser serê xwe daniye, ew parçeyê    din ê    welatê wê ku ajel jî tê de ne, mijûl e bi ser wê de difirin û bi parçeyek ji rûyê xwe ku çavê wê ji aliyê jêrîn e, pasevaniyê dike. Parçeyê    din ê    rûyê xwe bi destekê girtiye û mijûl e, mêzeyî   tacê dike. Bi vî rengî jina di nav tabloyê de tacê diparêze.

Gelek eşkere ye ku ti yek ji van taybetmendiyên hatinî gotin rastîn nînin û ev karekî    kubîzmî ye. Lê hunermend ji vê zêdetir xwestiye rastiyê nîşan bide, xwestiye wateyek li şiklê laşê jinê ya ne normal, tewandî û parçe parçe û taca wê û welatê wê li aliyê jêrîn nîşanî me bide.

Şikleke din jî ew e ku di wê tabloyê de hejmara zêde ya rengan wek taybetmendiyeke kubîzmî gelek berçav e. Ji xeynî wê yekê jî, ewa ku komek rengên zêde di kincên jinê de hatine bikaranîn, li gorî tacê û welatê jêrîn û paşxaneya wêneyî, jinê bihêztir û bêtir berbiçav li gor taybetmendiyên din ên tabloyê nîşan daye. Ew jî her ew kar e ku kubîzm dike. Di kubîzmê de hunermendê nîgarkêş ji bo wê ku ew mijara ku hilbijartiye bixwaze berçavtir bike, ji rengên zîndî bi kar tîne. Herwisa divê bê gotin ku hunermend her yek ji wan rengan ji bo gihandina wateyekê sûd werdigire. Bo mînak ji bo kincê jinê û rûyê wê ji gelek rengên wekî kesk, şîn û spî sûd wergirtiye ku ev reng    zêdetir watayên wek azadî yan aştiyê didin. Lê em di vir de paradoksekê ji rengan dibînin; çimkî li rex van rengan, rengên din ên wek reş, sor, narincî û pembeyî di kincê jinê de hatine bikaranîn ku dikarin li rex aştî û aramî wateya hêz, çalakî û xebatê bidin. Ew tekûziya rengan wek xaleke girîng, herwisa di tacê de jî tê xuyakirin ku heman nîştimana wê ye. Di wê tacê de ku sembola nîştimana jinê ye, ji rengên wek narincî û reş sûd hatiye wergirtin ku ji bilî wateya aştî, wateya çalakî û êrîşê jî dide. Lê ji bo wê ku têmaya kubîzmê biparêze, di rûmeta jinê de, asta bikaranîna rengan gelek zêdetir e, ku her ew jî sereketirîn xala tabloyê ye, ne di hûrdekariyan de.

2- Eko-femînîzm

Beriya ku ez bixwazim behsa pêwendiya vê peyvê bi wateya wêneyî    re bikim, ez ê wateya eko-femînîzmê pênase bikim.

Eko-femînîzm (ecofeminism) şêwazek ji bîrkirinê ye ku bo cara yekê Francoise Dubon ku nivîskarekî fransî ye di sala 1947an de di pirtûka xwe ya bi navê “Femînîzm An Mirin” de behsa wê kiriye. Dubon di derbarê eko femînîzmê de dibêje: Şêwazeke bîr û baweriyê ye ku pêk hatiye ji çalakiyên azadî yên jinan ji bo sirûştê. Bîr û baweriya eko-femînîstê çend taybetmendiyên argumentî hene bo wê ku jin divê bibine seroka çalakiyên ekolojîkê. Bo wê ku hem bi xwe bêne rizgarkirin û hem jî sirûş bê rizgarkirin û di dawiyê de herdu ji aliyê xelkê ve bêne rêzgirtin:

1- Eko-femînîzm dibêje, jin û sirûştê şiyana afirandina jiyanê hene û jiyan bi bê wan bi ti awayekî nayê kirin, lê herdu jî di berdewamiya dîrokê de bi awayên xirab hatine sûdwergirtin û bi kêm hatine girtin û rastî koletiyê hatine. Herwisa ew êxsîrê desthilatê bûne û zilm    hem ji sirûştê hatiye kirin û hem ji jinê û herwisa zilmê jî çavkaniyeke hevpar heye.

2- Eko-femînîzmê curekê digel bîr û baweriya mêrsalarî ku pêwendiya di navbera jin û sirûştê de pêk tîne, dijayetî heye. Ew bîr û baweriya mêrsalarî ku bi baweriya ekofemînîstan çavkaniya wê vedigere bo ser cîhana sermayedarî û kapîtalîzmê, dibêje hin şiyanên fîzîkî û biyolojîkî wek ducanîbûn û jiyanbexşîn bi zarokan, jiyan bi sirûştê re nêzîktir dike. Îcar ew car jin beşa biyolojîk û fîzîkî ya cîhanê ye, ku wisa bû mêr jî beşa bîrmend û hişmendiya cîhanê ye ku bi ser jinê de serkeftî heye. Herwisa mêr ji ber bîrmendiyê, erka wê ew e ku bi ser jin û sirûştê de serdest be û bikare ji bo pêşkeftin û serkeftina xwe heta ew qasa ku pê xweş e sûdê ji wan werbigire û heta wan bike kole, bo wê ku wek beşa hişmendî (û ne beşa fizîkî ya mîna jin û sirûştê) jiyan û dîrokê biafirîne.

KURDŞOP
714 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!