Şadî
Kurdshop – Mirovên pispor robota yekem a Cîhanê ku nefes digere, diricife û xwîdan dide xuliqandin.
Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.
Zanyarên pispor ragehandin ku wan robota yekem a ku nefes digre, dilerize û xwîdan dide, ji bo ku ahenga astên germahiyê yên cihêreng bi dest bixin, xuliqandine.
Robota ku wek ‘’ANDI’’ hatiye bi nav kirin, li hember germê hişyar wek ‘’mankenekî termal ango germî’’ û wek microvan dikare xwîdan bide û di bedena wê robotê de jî wek çawa çermê bedena mirov kun kuniye, ew jî bi heman awayî hatiye çêkirin û cuda cuda jî xwedî 35 parçe rûyên çermî yên cuda yên tên kontrol kirin e.
Tê hêvîkirin, robotê ku ji aliyê kompanyayekî Amerîkî ve hatî sêwirandin-plankirin, û herwiha ji aliyê lêkolînerên Zanîngeha Eyaleta Arîzona ve jî tê bikaranîn, wê bibe alîkar ku bandorên germahiyên dijwar li ser bedena mirovan bi awayekî hîn baştir were fêm kirin.
Lêkolînerê sereke yê projeya lêkolînê ya ASU, Konrad Rykaczewskî ragehand, ANDI xwîndan dide, germahiyê dixuliqîne, diricife, dimeşe û nefes digre.
Rykaczewskî got,’’ Gelek tiştên ku ji bo germahiya dijwar bêne çêkirin hene, lê gelek tiştên ku kêmin jî hene. Em hewildidin ku têgiheştineke pir baş pêş bixin ku wê germa çawa bandorê li bedena mirov bike. Bi vî rengî ew rewşe, plan û sewirandin û çawaniyê dê bixulqîne’’.
Bandorên radyasyonên rojê wê werin pîvandin
Beşek ji 10 robotên ku ji aliyê lêkolîneran ve hatine hilbirîn, vê gavê ji aliyê şirketên cil û bergan ve ji bo ceribandina cil û bergan tên bikaranîn. Lê ANDI di hewaya vekirî de jî yekem robota bi mînake ku dikare were bikaranîn.
Bi vê ceribandinê ve, pêştir di germayiyên zêde de ew ceribandinên ku ne pêkanbûn û naha derfet heye ku bandorên radyasyonên rojê yên li ser zindiyan jî bê pîvandin.
Radyastona rojê çiye?
Radyasyona rojê ji bo destnîşankirina rêjeya germayê ya ku ji rojê tê ser rûyê erdê, guherbareke girîng a meteorolojîke.
Ev guhêrbara ku dikare rûyê erdê û tiştan germ bike, di girtina guherîna avhewa û gazên serayê de bi bandore.
Herweha tê zanîn ku radyasyona tîrêjên rojê ji bo nirxandina xebatên di tekoşîna li dijî guherîna avhewayê de têne kirin, pir girînge.