Wateya jiyanê û girîngiya armanca jiyanê

Rojan Sofîzade

Berî her tiştî, divê em wateya jiyanê fam bikin û wateya jiyana xwe bibînin.

Ji ber ku em jiyanê çawa pênase bikin jî, wê nasname, kesayet, bawerî, nêrîn, kiryar û tevgera me jî li gorî heman pênaseyê dê çêbibe.

Kesê ku di wê baweriyê de ye ku jiyan mîna şer e û ji bo sax bimîne divê şer bike, Xwezayî ye ku mirov jiyanek tijî tengahiyê bijî û belkî heya mirinê şer bike dakû tiştekê bi dest bixe.

Kesê ku liser wê bawerê ye ku jiyan mîna lîstikekê ye, bi xwezayî her tiştî lîstikek dihesibîne û her dem li dewlemendî, kêf û serpêhatiyê digere.

Herweha dibe ku ji bo gelek kesan jiyan bê wate be, ango jiyan ji bo wan bê wate be û ne hewce ye ku hewl bidin.

Ji ber vê yekê, pir girîng e ku em bizanibin jiyan ji bo me tê çi wateyê, ji ber ku hemî kiryar û tevgerên me li gorî pênaseya jiyana me ne.

Dibe ku jiyan ji bo we gelek wateyên xwe hebin, lê divê hûn wateyek yekgirtî li ser hemiyan deynin.

Wateya jiyanê ya herî girîng yek tişt e: "Baş jiyan kirin”.

Bifikirin ku hûn pîr dibin û ji we re tê gotin ku tenê rojek we maye hûn bijîn; Hûn bi rojek ku hûn mane re çi bikin? Bê guman hûn xemgîn bin ku rojek we maye û hûn nikarin li ser pêşerojê bifikirin, ji ber êdî ku pêşeroj tine.

Dibe ku hûn li ser derbasbûyi bifikirin kû hûn çawa gihîştine vir, hûn ji derbasbûya xwe razî ne? We jiyana xwe bi vî awayê kû we hez dikir derbas kir?

Wê demê mirov ne xema mal, ne otomobîl û ne jî gelek tiştên din e, mirov li ser meaş nafikire û gelek tiştên din girîngiya xwe winda dikin û belkî tenê pirsek maye ku hûn ji xwe bipirsin:

Ma min bi başî jiyan kir?

Renge gelek pirsên we hebin, lê çavkaniya hemûyan pirsa berê ye.

Renge Hûn ji xwe bipirsin: Ma min di jiyana xwe de bextewarî dît? Min karî ez mirovek baş bim?

Ma ez ji bo mirovan baş bûm? Ez çiqas di karê xwe de serkeftî bûm? Bi sedan pirsên din, bersiva wan bi giştî bo vê pirsê vedigere: Ma ez baş jiyam?

Ji ber vê yekê li şûna ku em nêzikî roja dawî ya jiyana xwe bibin û paşê ji xwe bipirsin ka me baş jiyan kir? çêtir e ku em niha vê pirsê ji xwe bikin.

Ji ber ku bersiva vê pirsê dikare jiyana me biguherîne û dikare wateyek bide jiyana me.

Giringiya armancê di jiyanê de

Dema ku em wateya jiyanê fam bikin, em pê dihesin ku gelek tişt hene divê em bikin.

Renge gelek daxwazên me hebin, Divê ku em bigihîjin wan, heta pere û dewlemendî jî dikare bibe beşek ji wê, ji ber ku em hez nakin di dawiya jiyana xwe de bibêjin ku me nekarî pîşeyekî baş hilbijêrin, me nikarîbû armanceke baş ji bo xwe diyarî bikin û me her tim di nav xizanî û dest tengiyê de jiyan kir.

Xala girîng ew e ku gelek karê me heye ku em bikin, Lê dema me kêm e û em ê heta hetayê nejîn, ku em karibin hemû daxwazên xwe pêk bînin, îca divê em çi bikin? Destpêkê de divê em daxwazên xwe hilbijêrin, ku ji hemûyan binirxtirin û hêjayê hindêne ku em dema xwe jê ra danên. Ya duyemîn, dema gihîştin bi wan xwestekan divê em bi rastî keyfê bikin. Li vir girîngiya armancê di jiyanê de derdikeve pêş, Li vir diyarîkirina armancê girîng dibe û divê em diyarîkirina armancan û bi destxistina wan fêr bibin. Tenê carekê derfeta me heye ku em bijîn, ji ber vê yekê, armanca herî girîng a jiyana me divê baş jiyan kirin be û bi kêf xweşî bijîn. Ji bo vî karê jî divê em jiyanê ji bo xwe ji nû ve pênase bikin û piştî wê, em dikarin jiyanek ku em jê hez dikin û heq dikin biafirînin. Agahiyên herî girîng ên ku divê em fêr bibin, wate şiyana diyarî kirina armanc û bidestxistina wan. Em jibîr nekin ku jiyana bê armanc ji bilî westandinê ti encamek din nîne.

KURDŞOP
790 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!