Tevnkirin di nav kurdan de - Beşa 11emîn

Leyla Nûranî

 

Pembe

Ji giyayekî kurtebejin û pelpan e. Rengê wî sipî ye û bi qozaxe (pîle) tê vekirin. Di naverasta wê berhemê de toveke hûr heye ku hem ji bo xwarina ajelan dibe û hem jî rûn jê tê girtin. Pembeya herî baş ew e ku tayên wî zirav û dirêj bin, çimkî rind tê hûnandin û tayên wî jî qahîm dibin. Berevajî jî pembeya xirab desteya stûr û kurt e. Pembe piştî paqijkirinê, tê şekirin û bi tevinnekirî dixine nav “kewê, kerik, lihêf û doşekê” û bi xirikê tê hûnandin û ji bo kincên jin û mêran tê bikaranîn. Bi lepên dest jî ba didinê û bi hûnandina “caw, xam” û tevinkirinê li cem ximgerê tê rengkirin ji bo kincên jin û mêran. Bi lepan bi ba didin û girê didin û paşê dikin bi pilîte û dixine nav çiraya pilîtikê û bi rûnê gerçek kar dike.

Di nav “kol” xistin

Xistina şalê di nav dezgeha kol de, ji bo şeqkirin û deqdanê ye.

 

Lîsp (komek por jê re dibêjin lîsp)

Bermayiya tayên peşmê, wekî tena pîrhebokê gelek zirav û nazik e. Di dema hûnanê de, ew bermayiya tayan ji hev têne alandin û dibine bend. (binêre: wêneya 94).

Maşer

Komeke bendika rengnekirî ye ku li ser çokan yan dezgeh, bi şêweyê rast û çep tê pêçan û paşê girê didin da ku tevlîhev nebe (binêre: wêneya 95).

Maşer, amadekirina bendik e ji bo rengkirinê dibine cem hostayê rengkirinê (Wêneya 96an binêre)

Maşer hilkirin

Bi maşerê bendik dibe guloke û li ser çok yan li ser dezgehê tê komkirin, hilkirina maşer li ser dezgehê, tenê bi awayî raste û rast tê kirin. Lê li ser çokê bi du şêweyên “raste û rast” û “rast û çep” tê çêkirin. “Raste û rast” pêk hatiye ji alandina bendik bi ser du çokan de, bi şêweya asayî, “rast û çep” pêk hatiye ji alandina bendik bi ser du çok de bi şêweyê “zerbderî”, wate dewrek bi ser çoka rastê û dewrekê bi jêr çoka çepê de tê alandin. (wêneya 95an binêre).

Merez

Pirça bizinê ye ku dirêj, nerim û qahîm e, di karê tevinê de çoxe û bermal jê tê çêkirin û di karê hûnanê de kum û kore, lepik, kiras jê tê çêkirin. Hemû ew berhemên destçêkirî, dibe bi bendik jî bê çêkirin, lê ya ji merezê baştir e û nirxê wê jî zêdetir e. (Wêneya 97an binêre)

Çêkirin

Pêk hatiye ji hûnandina bendikê di kargehan de. (Wêneya 98 binêre)

Îdyom di ziman de:

Cacim çêkirin: Bêkarbûn an jî dema xwe bi karê belaş re derbas kirin.

Filankes vê gavê mijûl e cacimê çê dike yanî niha bêkar e û nehatiye damezrandin.

Nîv pê

Ew pîvana dirêjahiyê ye ku bi dûrahiya deh girêkan “bengurd li ser dargurdê”.

 

Wêne liberkirin\ li rûyê wêne temaşakirin.

Danîna nexşeyekê ku berê hatî hûnandin û tevinkirin ku ji nû ve li ber bê çêkirin

 

Bi hev re girêdan

Dema ku vehûner berhema xwe bi dawî tîne û dibire û li ser dezgehê vêde dibe, tevinikê bi qasî bihûstekê dibire. Heta paşê ew bendika zêde bi mewdayeke hevqas û rêk bê girêdan da ku gofik sist nebin û neyêne vekêşandin. (Wêneya 99an binêre).

Çêkirina cacim û bermal kareke jinane ye. Hûnandinnekirina tevinê nîşaneya nûbûna wê ye, ku wisa ye pesend nîne li cem vehûner bê hûnandin û biçe nav bazarê, belkî bikir bi nehûnandî dikire û bi xwe di mala xwe de dihûnîne, yan jî bi şarezayekê dide da ku ji bo wê\wî bihûnîne. Hûnandina tavinê bi şêweyên “gulînge, zencîre, gawgêre\bingirê û genim û ceh” tê encamdan.

Têbînî: Badana rişiya derador ya pêçaniya mêran jî hûnandin jê re tê gotin û ew kare pêk hatiye ji pênc badan yan pênc hûnandin.

Ba

Carekê zivrandina teşî bi hêza lepên dest û ran heta rawestana teşî. Bendik bi bayekê saf dibe û bayek din jî dixwaze.

Badan

Ji dora hev alandina du aliyên bendikê berevajiya nezma rîsikê bi teşî ve, wate eger bendik bo aliyê çeb tê rêsandin, di badanê de teşî bo aliyê rastê tê badan, herwisa eger bo aliyê rastê bê rêsandin, teşî di badanê de divê bo aliyê çepê bê badan: Eger nezma rêskirin û badanê her du bo aliyekê be, ewa rês saf dibe. Ku wisa ye nezma rêstin û badanê berevajiya yektir in. Bi badana bendikê, karê rêstinê paşê tê û bendik amade dibe ji bo hûnandinê li ser dezgeha tevinikê yan bi kirin di nav “maşer”ê de û şandin bo aliyê rengkirinê, eger bendik zêdetir ji qasa pêwîst bê badan “girj” dibe û eger nermtir ji qasa pêwîst bê badan, saf dibe.

Nazik

Hirî yan jî merezek e ku nazik hatibe ristin.

Nazik ristin

Nazik ristina hirî yan merez. Nazik ristin kareke taybetî û bi nirx e, û bermal yan “renk û çoxe”yên merezyî jê têne çêkirin. Di vê karê de teşîrês mûrikekê yan jî pûlekekê ji destpêka tayê ve tê dixin heta dawiyê bi “pite” digel xwe dibe, da ku rîs bi yek qas bê derê. Teşîrês ji bo rîsa nazik, pite tundtir tê guşandin û berevajî ji bo rîsa ne gelek nazik, pite sistir tê guşandin.

Birîn

Peşm û pûra ajel bi “hevrîng” yan mekîneya taybet tê birîn.

 

Bindanewe

Belavkirina hirî an peşm bi dest û cudakirina kevnik, çiqil û ew tiştên ku di dema ristin, tevin û hûnanê de dibine sedema nebedew û xirabûna derziyê.

 

Binok

Dema hirî tê dabeşkirin, ji hev tê vekolînkirin û beşa ku lêvkurt e li binê milê wê dimîne. (Binêre wêneya A 100) Tê jêkirin û bi “xawik”ê tê rêsandin ji bo tiştên navçal û dixine nav doşekan.

Bi teşîrêsdan

Merez yan hirî didine kesekê ji bo ristinê, li hember heqdesteke diyarîkirî.

 

Liba (hiriya berxikan)

Porê berxê di birîna yekem de. Li ser lêva kurt nayê ristin, tenê tê şûştin û “lbad, kerik û kepenek” jê tê çêkirin.

 

Bereteşî

Parçe darek yan jî kanek e ji bo girankirin û lengerragirtina teşî û li ser dêla teşî tê xistin. (Wêneya 101 binêre). Teşî di destpêka karkirinê de, ku hê bendik li ser nehatiye komkirin û betal e, sivik e û di badanê de astengiyan çê dike û bendikê diqetîne, bendika rêsandin ku li ser teşî ye xir bûye û lengera teşî raweste ye, êdî pêwîst bi bereteşî nîne.

Berteşî lêkirin: Berteşî li ser teşiyê dixin.

Şekirin

Vekirin û vekolîna hiriya ajel bi amûra “şe”. (Wêneya 102an binêre). Şekirin karê jinan e û di vê vekolînê de ser û binê hirî ji hev tê cudakirin. Di şekirinê de, lepek hirî digirî destê xwe û ji serwe bo xwarê şe dikî û herwisa bi tundî destê xwe bo aliyê çep û rast dibî. Di vê şekirinê de carî wisa heye ku tilî bikeve nav derziyên şe û bê birîndarkirin. Ger tilî bê birîndarkirin, hiriyê dixine ser birînê.

Şivdan

Bi şivê li ser hirî dixin û hiryê ji şûna şe bi vî rengî paqij dikin. (Wêneya 103 binêre). Hin porên wek “bigin, rong û kûrû” ji ber gelek nazikbûn yan kurtbûnê nakevine ber şe û li cihekê komê ser hev dikin û şiv didin da ku bê paqijkirin.

Bendin badan: Badan

 

Çavkanî:

Ebdula Semedî, Geştêk bi kargey colayîda.

KURDŞOP
684 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!