Tevnkirina di nava Kurdan de – Beşa 9

Gotin, Amûr û Devokên Tevnkirinê

Tan

Ev tayên ben ên ku li pêşiya hostayê tevn, heta dawiya dezgeh hatine kişandin heta dawiya dirêjahiya "Kir" çûye. Hosta bi riya "Mekûk" ê  "Tan"  û "Po" bi hev re dihûne û qumaş wate "Kir" berhem tîne. (Binêre dîmenê 75)

Metel

"Deibayek hat be ho ho , Ne tanî heye ne po" Libad

Trunde

 Ev benên ku bi hejmar û bi reng hatine cudakirin û amade ne ku li ser dezgehê tevnkirinê bên danîn. Li ser dezgehê tevnkirinê cihê trundên reş û spî an jî rengî be cûda ye. ( Binêre dîmen 76)

Hejmara rayelên sicadê (Çalka Nimêjê) di trunde de bi wî awayî ye: Sicada Asayî 100 cot bo textê wê 20 cot bo qeraxan bi giştî dibe 120 cot .  Sicada pehin, 120 cot bo text û 20 cot bo qeraxê bi giştî dibe 140 cot, sicada mezin ku 140 cot bo textê wê û 20 cot bo qeraxa wê ku dibe 160 cot

Text

Mitin û binê "kir" ku dikeve derdora nexş û wêneyan. Piraniya tayên kir, bi her rengekî bin, ew dibe rengê textê wî qumaşî weke mînak, dibêjin Textê vê sicadê sor an jî spî ye

Texte

Her beşekî "Kir" ku bi panatiya defeyê tê hûnandin jêre dibêjin texte. Cacim û Popşemîneyan 4 texte hene, sicad du texte û Bozo jî tenê yek texte ye. Hin dezgehên tevnkirinê Defe-Gurd û Şeyên pehin hene ku dikarin du texteyan bi hev re çêkin. Wate di dezgehên pehin de Cacim û Popşemîne dibin du texte û Sicad dibe yek texte.

Tenraw (Hûnandî)

Ev "Kir" qumaşê ku bi riya dezgehê tevnkirinê hatibe çêkirin weke Cacim, Sicad, Popşemîn, Bozo, Caw, Xam. 

Herweha li ser dezgehê tevnkirinê ji wî beşê Rayelê re dibêjin ku bi riya "Po" yê Mekûkê hatibe hûnandin. (Birwane Dîmen 77)

Têwedan

Anîn û Birina Mekûkê bo rast û çap ku hostayê tevn bi wî karî "Po" tevlî "Rayel" dike. Herweha ji benê "Po" re jî dibêjin "Têwedan"  (Binêre dîmen 78 – 79)

Cawetene - Tevnê Pîrê

Cawelûke –Tevnê Pîrê

Cola –Tevnkar

Hosatayê/a ku tevn dike û Cacim, Sicad, Popeşmîn, Bozo, Caw û Xam berhem tîne

Colayî – Tevnkirin

Karê hûnandina Cacim, Sicad, Popeşmîn, Bozo, Caw û Xam bi dezgehê taybet.

Çarek

Çend desteyên ben ku dikevin navbera girêyên ser Dargurd  û 20 bi 20 ji hev tên cudakirin. Bi wateyeke din sînorê navbera "Pê" yên Gurd diyar dike, heta ku panahiya "Kir" diyar bibe.

Çile

Her yek ji "Kir" ên ku bi tevn tên berhemanîna qiyas yan endazeya xwe ya diyar hene ku divê hosta di dema kar de wate "Rayel çêkirinê" de wê dirêjahiyê berçav bigre. Weke mînak dirêjahiya sicadê Gezek heta Gez û Nîvekê ye. Weke mînak eger hosta nezan be yan nû dest bi kar kiribe, eger sê gezan bo sicadekê deynê , piştî ku gihaye du gezan divê karê xwe rawestîne, ji ber ku sicada ku 3 gez dirêj be erab bûye ji ber ku ji endazeya xwe ya rast derketiye. Ji ber ku li vir bi qasî gezekê Rayel dimîne ku nabe yek Hewda ku bo tişteke din were bikaranîn ku ew 80 an 160 hewdayên yek metrî ne ku divê bêne birîn. Ji komkirin û girêdana wan desteyên benan re jî dibêjin "Çile"

Çîkene

Amûrê taybet bi paqijkirina pemû ye, ku desteyekî wê tê badan û pemû dixin ber. Dema ku dizivirînin pemû dikeve hindir û dendika wê li derve dimîne

Xoreng

Ji wî benî re dibêjin ku li cem hosta nehatibe rengkirin û rengê wê bixwe be. Xoreng ev in:

Spî, Reş, Sor, Şîn, Nabetî, Gurgî. Di karê tevnkirinê de sor ne bi wateya rengê xwînê ye, lê ji rengekî re dibêjin ku bi ser qehweyî de biçe

(Hejar ji bo tenvê xwe, devoka Mukiryanî kiriye textê wê û bo xweşikî û xemlandina wê gotinên cuda û xoreng û ciwan ên hemû devokan têkel kirine, heta astê ku ji destê wî hatibe xwe ji gotinên çêkirî û biyanî û ne Kurdî yên nû peyda bûne parastiye) Pêşekiya Mamosta Hêmin li ser wergêrana Şerefname

Xorî – Peşim

Daw- Tan

Dawetene  - Beşê Tevnkirinê

Çavkanî  - Geştek di nava kargeha  Tevnkirinê de – Semedî – Ebdula

KURDŞOP
751 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!