Tevkirin di nava Kurdan de – Beşa 8

Leyla Nûranî

Axşerdan

Benên ku bi dermanên taybet tên boyaxkirin û rengê wan nayê guhertin. Ev boyax dikare di nava gelek tiştan de bê amadekirin wek: (Av û çirava Once), (Mîza Ga- Heywanên Reş) – (Heriya Reş), (Ava kelandî) – (Zaxaw)

(Min benê xwe boyax kiriye lê hêj min Axşer nedaye)

Bin Girê

Awayeke girêdana rişiyên sicade (Çalka Nimêjê), Cacim an jî Po Peşmîne ye ku çend rişiyan cuda dikin, binê wan girê didin heta ku hilneweşin.  (Gawgîre)

Bergirtin

Belavkirin dûvka (binê) Rayel (Ta) bi riya darê bergirtinê. Serê dawiyê yê rayel, ku hatine cem hev û bi hêçikê ve hatine girêdan, dema ku karê tevn ber bi dawiyê ve diçe ji hev nêzîk dibin û êdî di navbera "Bin Gurd" û "Şe" re derbas nabin. Wê demê pêşiya "Kir" tê vekirin wate bi dareke taybet pêşiya "kir" tê vekirin û berîn dibe heta bi hêsanî di nava Şe û Gurd re derbas bibe. (Binêre Dîmen 64)

Bere/ Berik

Duratiya navbera tevnkar heta Defeyê ku destê hosta digihêjê de û (Şepîte) lê dide û (Mekûk) bi nav re derbas dibe.

Têbinî: Eger benê rayel baş û qahîm be û bi başî hatibe hûnandin dibêjin (Wê bibe berik) lê eger xerab be, weke minak stûr be an jî tûk bide an jî şil be dibêjin (Nabe berik)

Beredan

Jihev cudabûna rayeleyan ji ber bilind û nêvîbûna Gurd, hatinûçûn kirina Mekûkê ya di navbera rayeleyan de.

Hin caran dema ku ben şil û xerab bin, gurd bi hêsanî û bi başî bilind û nizim nabin, wê demê mekûk ji ber dûriya kêm a navbera du tayên rayelê de bi zehmet dikare bê bikaranîn.  Wê demê dibêjin (Ev ben nabe berik), wate binê wê ji ber ku tûk heye û xerab e bi temamî ji ber hev nakişiyê heta ku Mekûk bi hêsanî di navbera tayên rayelê re hatinûçûnê bike. (Binêre dîmen 65)

Beste

Heleqeyeke benên stûr an jî çend lûle ku bi awayeke taybet li "Trunde" tên girêdan, heta ku tayên rayel nekevin ser hev û aloz nebin bi taybet tayên reş û spî li cihê xwe dernekevin. Di dema ku (Trunde) li ser dezgehê tevnkirinê tên danîn Beste tên jê vekirin.  (Binêre dîmen –A 66).

Herweha ji gululka ben re jî dibêjin ku bi helqeya (Meşer)ê ve tê girêdan heta hilneweşe û aloz nebe. (Binêre dîmen A-67).

Ben

Hirî an mûyê ku hatibe hûnandin (Binêre dîmenê 68)

Benên Xav

Benê ku piştî hûnandinê hêj nehatiye badan yan jî dema ku badane weke pêwîst neşidyaye. Benê xav bo tevkirinê nabe ji ber ku xwe nagre û ji ber hev derdikeve û diqede an dibe hirî. (Binêre dîmen 69)

Benî Kirj

Benê ku gelek hatiye badan, ew yek dibe sedem ku zû aloz bibe (Binêre dîmenê 70)

Jina ku teşiyê dirêse dema ku ben badide, her dema ku dibîne teşiya wê gelek zîviriye û benê wê kirj bûye, berî ku benê xwe li ser teşiyê kom bike, hin benê ku nehatiye badan dide ber wî benî ku hinekê sist bibe.

Pişt Masîlke / Mam Şebeqe

Dema ku du texteyên Kir bi awayeke taybet didin ber hev. Destpêkê kêliyekê li ser texteyekê didin û piştre derzî di navbera herdu kêliyan de derdikeve. (Binêre Dîmen 71)

Piştmasîlke li ser cacima merez û giranbuha tê kirin û ji (Ser dirûtinê) baştir e.

Po

Panatiya herî dawiyê ya (Kirr) ku tevnkar bi rast û çep bi riya mekûkê ji tayên (Tan) hildikêşe û qumaş û berhemê ku dixwaze pê dihûne û çêdike. (Têwedan)

Hirî/ Fa

Mûyê bizin û hêştirê berî ku bihûnin doşek û lihêfan pê çêdikin. dema ku dirêsin, qumaş an berhemên din lê çêdikin û tevn pê tê dikin. (Binêre dîmen 72)

Pîvaneke dirêjahiyê ye bi qasî 20 girêyên benê Gurd li ser Dar Gurd (Binêre Dîmen 73)

Têbinî: Her gurdekê du dar hene ku  duratiya navbera wan du daran bi benekê ku jêre dibêjin benê gurd hatiye qahîmkirin. Li ser her darekê 80 girê hene û bi binê her girêyekê ve helqeyek heye ku kêmî 10 cm dibe û her du helqe weke zincîrekê bi hev re tên girêdan. Wate her du darên Gurdekê 80 cot girê hene. Ji girêya yekem heta girêya 20`an dibe (Yek Pê) (Binêre dîmen A-74). Eger em girêyên li ser darê din jî hesab bikin wê bibe 20 cot li ser gurdekê an jî 20 girê li ser darekê. Wate gurdek ku 80 cot girê hebin dibe 4 pê ku pehnatiya (Kir –qumaş) pê diyar dikin weke mînak dibêjin berînatiya vê sicadê çar pê ye).

Pêçal

Di nava karê tevnkirinê de du wateyên wê hene, yekem dema ku tevnkar piyê xwe dixe ser texteyê li ber lingê wî heye, ku ji wî karî re dibêjin (Pêçal Kirin)

Ya duyem jî ev koçalka ber lingê tevnkar e ku Pêtate têde hatiye danîn. Niha ev koçal nemaye û her gurdekê pêtate (Pêtexte) ya xwe heye. Ji ber ku niha dezgehê tevnkirinê hatiye bilindkirin bi qasî ku hosta li ser dezgehê rûnê û lingên wî bigihêjin erdê. Lê berî niha karîteyên ser dezgeh ewqas nizim bûn ku gurd ber erdê nekevin, ji ber wê hosta neçar bû koçalekê çêke û pêtexteyan têde deynê û lingên xwe bixe nava wê koçalê. 

Pêkvedan /Bihevre dirûn/ nuwêrdekirdin

Bihevre dirûtina texteyên qûmaş (Kir) yên ku bi tevn hatine amadekirin, piştî ku kir hatin amadekirin divê bihev re bêne dirûn. Bi hev re dirûna wan bi riya derziyê û bi benê ku bi rengê wî qumaşî ye tê kirin. Divê kesê ku wî karî dike bi hûrî û tekozî kar bike, ji ber ku nexşê ser qumaş bi giştî nîvî ye û divê her beşek  bi ya din re rêk bikeve, wate du texte wek hev bin, kesê ku wan du perçe (Texteyên) kir bi hev re didûre divê bikare bi başî wan piştrast bike.

Têbinî:

Dema ku kir bi hev re nehatibin dirûn wate nû ye, ne baş e ku li cem tevnkar bi hev re bêne dirûn û bidin bazarê. Xelk bi awayê ne dirûtî dikire û bixwe li malê bi hev re didûrin. Bi hev re dirûna texteyên kir karê jina ye bi awayê (Serdirû), (Mam Şebeqe yan pişt masîlke), (Gagîre yan bin girê) û (Şeş Teqel) tên dirûn.

KURDŞOP
676 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!