N: Edîb
Cil û bergên kurdî beşeke girîng a çandê, urf û adetên kurda ye, ku ji hêla gelê Kurd ve hatiye parastin. Li kêm bajarên Îranê gel bi kincên xwe yên gelêrî bên dîtin, lê li herêmên kurdan ew resenbûna çandî xwe dide nîşan dan ku serî de jî bi Cil û bergan hatîye parastin.
Mirov di dirêjahîya dîroka xwe de li gorî pozîsyon û guhertina av û hewayê cilên xwe destnîşan kirine û li xwe kirine.
Cil û bergên jin û mêran yên kurdî yêk ji cil û bergên herî esîlin û ya herî zêde bala mirov dide ser, xemilandina reng, pûlek û berqa van û hwd. Ku bala herkesî dide ser xwe.
Herêma Urmîyê yek ji deverên herî dewlemend ya Kurdistanêye di warê cil û bergên kurdî de, ew dewlemendî pir berfirehe, ew cudayî hemû dibin sedem ku welatê me, Herêma me û bajarê me wekî elmasekî pir giranbiha li hemû dinyayê cuda be.
Dixwazim bal bikşînim ser cilê jinan li herêma Urmîyê, ku jin li wê herêmê parêzvanê herî bihêz bûne di parêzgarî kirina çanda kurdî de.
Destpêkê dixwazim bal bikşînim ser fîstanê kurdî ku yek ji kevintirîn û xweşiktirîn cilê wê herêmê ye, ku bi dirêjahîya dîroka xwe rastî hin guhertina hatiye lê resenî di cihê xwe de her maye. Di pêşerojeke dûr de makîneya cil dirûnê di civakên sunetî (ne senetî) de pirr kêm li bajarên mezin peyda dibûn, lewra karê cil dirûnê bi dest dihat kirin û bi neqş û nêrgareke taybet fîstanên kurdî dihatin xemlandin, damena fîstan bi porik dihat dirûn û ser milê wê dihat çîn kirin.
Malbata fîstanê pir dewlemend e, di roja îro de jî bi çend şêwazên cuda guhertin ser de hatiye, fîstanê çîndar, fîstanê pilîser, fîstanê kiloş û nîv kiloş tên dirûn. Yek ji taybetmendiya fîstan ewe divê kiras bi lendî an qilîçik be, ji xeynî vê ruhê fîstanê na şêrîn dibe.
Koyneg û îskoyneg: jî bi qasî fîstanê dihatin bikaranîn, ji ber ku her cilek li gorî dema xwe dihat hezkirin bo mînak îskoyneg dema karê malê û nan patinê dihat îstifade kirin, koyneg jî nava malê dihat berkirin, şêweya dirûnê ya herdûka pir dişibiya hev, lê îskoyneg sermil û dora damenê dihat pork kirin, zêde parçeyên giranbiha nedihat bikaranîn, lê koyneg qilîçik û êleg û qirme jî lê dihat zêde kirin.
Di demên bihurî de tişta din ya pirr zêde aliyê jinan we dihat bikaranîn pêjgî bû, ku bi çar laçikan dihat amadekirin, di navbera fîstan û kirasê de di dema karê malê ser sîngê xwe girêdidan.
Êleg؛ Zêde ji aliyê jinên bi temen ve dihat bikaranîn, dema merasîmên sersaxî û daweta piştî ku du fîstan li xwa dikirin, êleg jî ser fîstanê de divergirtin. Êleg jî Herdû tenişta we dihat pişkok kirin û li tenişta çepê jî berîkek lê didan.
Di gel van modelê cil û bergan dênîk û kofî û egal jî dihat bikaranîn, cinsê dênîk ê ji darê dihat girtin û jinên herî selîqeya wan taybet, ew bikar dianîn û ser enîya xwe jî bi rêzikê dixemilandin. Kofî ya herî dihat hezkirin û heya ji hêla jina ve di dawetan de tê bikaranîn û ew bi parçeya nex tê çêkirin.