Leyla Nûranî
Kirasê perperika payîzê
Kiraseke ku qumaşê wê weke kirasê neşmîl û gulên weke perperikên payîzê têde ne û gelek rengên cuda hene
Kirasê Peşmîne
Kirasê ji hiriyê hatiye çêkirin , ewqas sitûre ku nikare destê xwe di bin de bibînî, gelek rengên cuda hene û niha jî tê bikaranîn
"Eger yarî min nanasin, hemû sardî sibyanan dêtewe le rêy serawê / be kerasêkî peşmînpeşmîne" Xile Derzî – Azîze
Dibêjin berê peşmîne ewqas nazik bû her te pif lê kiriba dê, bayê pifa te ew dibir, dikirin desmal û kiras, curek hebû jêre digotin sê gul, ku piranî ew dikirin kiras, herwaha bo cilûbergê bûkan jî dihate bikaranîn. Peşmîne bi kêmê tê şûştin û her dixin nav ava sar û radixin ber tavê ku hişik be û gulên wê têk neçin, niha jî tê bikaranîn, gelek caran dikin şûtik û bo şûtika zilaman jî tê bikaranîn.
Kirasê peywend
Cureke ji kirasê ku ji qumaşeke nazik û qul ê ku deq radiweste tê dirûn, derdora qulên wê sîm e piwîleke lêdane, taybet bo cil û bergêbûkan e û ji ber wê jêre dibêjin peywend. Berî niha ango pêştir 3 rojan bûkan ew cil li xwe dikirin û bi giştî rengê wê vekirî bû.
Kirasê Heft reng (Bûka Baranê)
Curek ji kirasê peywend ê spî ye ku hin caran 7 reng têde hatiye bikaranîn
Kirasê Peywendê Gula Genim
Cureke kirasê peywende ku piwîlekên wê bi şêweya gulên genim hatine lêkirin rengê wan zeran jî spî ye.
Kirasê "Pêl min neke"
Kiraseke ku textê wê ji qumaşê Wall (Kuderê –nexî) ye û di nav de guleke mezin a rengî heye.
Kirasê Tafte
1-Kiraseke ji cureke qenewz (Qenewz ango qumaşeke nazik ku ji hevrîşmê hatibe çêkirin) ber û pişt heye û rengê wan cuda ye, tafe bo kurtekan jî hatiye bikaranîn.
2- Kirasê ji hevrîşmê destçêkirî
"gerdinî hellêna çun hewzî kewser / krasî taftey all wa kirdî leber / le piştî bestibu kemberey gewher / xall û wirdexall bun emberewber"
Ehmed Lutfî – Beyta Zeynel û Gozel
Kirasê Şam Tafte
Kiraseke ji toreke nazik ku gula wê Tafte bû
"deberxoy kirdbû kirasêkî şamtaftey mellhemdarî tenkî 'asmanşîne / qet qet perrî mêşûley wek wî tenk nîne"
(Hacî Salle Tewre: beytî las û xezall)
"debere xoy kirdbû kirasêkî şamtaftey mellhemdarî lewî de tenkî 'asmanîy şîne"
(Hacî Salle Tewre: gelo)
Kirasê Min Nehêle
Tenê navê wî kirasî maye û çi zanyariyek derbarê wê de nine
Kirasê Tawûs
Kiraseke ji qumaşê mexmer yê nazik ku wêneyê tawûsa bi rengê spî li ser bû û bo cilûbergê bûkan dihatin bikaranîn
Kiraseke ji toreke nazik, ku damena wê dîmenê tawûsê ku bi zêrr hatiye xemlandin li ser bû û gelek rengên cûda hebûn.
Kirasê Perê Tawûsê
Kiraseke ji qumaşekê ku ji armûşê naziktir û deqa wê zêdetir e. bi zerê perê tawûsê hatiye xemlandin, perên tawûsê diketin qeraxa wî qumaşî, jinên berê digotin ew gelek giran bûye û bo cilûbergan hatiye bikaranîn
Kirasê cot tawûs
Ew kirasê ku her du tawûsan berê xwe dabû hevdu
Kirasê Tor Mahî
Kiraseke ku ji qumaşeke tor dihate çêkirin û bi piwîlekên heftreng dihate xemlandin, qumaş ji ber piwîlekan xuya nedikir, jinên berê dibêjin ew taybet ji bo ciwanan bû, tor mahî bo êlek û kurtekan jî dihate bikaranîn
Kirasê Tozeke
Çi zanyarî derbarê wê de nînin
Kirasê qalikê mar
Kiraseke ji qumaşeke nerm û nazik û qulên biçûk, gul û derjê li ser hene û ne li rengê qumaş bixwe ne. ji dûr ve weke qalikê mar xuya dike
"Memk le xoşyan le kiras hatne der / xallî gijnîjî 'etiryan hate ser / wa le xoy tund kird kembere û kember / krasî twêjî mar hênaye guzer / min nîme qasîd bbê be teter"
Ehmed Lutfî: beytî zeynell û gozel)
Kirasê Cûlecûl
Kiraseke ji qumaşê nazil ê giran û gulên wê ji heman qumaş lê bi rengên cuda ne, dilerize û herdem tu wesa difikirê ku diherike.
Kirasê Celse
"pêm kut ey cwanê! Krast celseye / brîqey ser kullmet delley lîreye / ke madam wa bê maçêkim deye"
seyd'elî serdeştî: beytî asos
Kirasê Cînar xwe li min need
Çi zanyariyek li ser wê nine