Kurdshop - Çemerî merasim û çandeke taybet ya şînê ye ku li parêzgehên Loristan, Kirmaşan û Îlamê birêve diçe. Merasim bi vî rengî ye; piştî şûştin û kifinkirina mirî, term li nav şaxên kesk yên dara bîyê de li kêleka tirbê, ku gelek caran nêzîkî kaniyê ye, tê danîn. Di wê demê de jin û zilam bi taybet jin şîn û girînê dikin. Çemerî bi helbestên taybet tê birêvebirin. Ev merasim, sala 2018 li Kirmaşanê, wek berhermeke kulturî ya niştimanî ya Îranê hat tomarkirin.
Çemerî yek ji kevintirîn merasiman e ku heta niha maye û heta vê gavê jî dîrokzan û mîtolojîst û pispor û zanayên ayînî nekarîne bi rengekî berfireh û zanistî şirove bikin, ji ber wê jî wateya vê merasim û peyva kevnar, veşartî maye.
Li nav gund û hozên Îlamê de, Çemer, sersaxiyek xembar e bo şîna kesên ezîz. Merasim di sê wextan de birêve diçe; di dema şer de, di dema veşartina term de û di dema şînê de. Ev, merasimek taybet bi zilam û malmezinan e.
Bo encamdana merasimê, cihek bi navê “Çemergeh” danîne. Bi hilatina rojê û lêdana zurnayê û deholê re Çemerî dest pê dike. Paşê, kesên beytbêj bi dengekî hezîn dest bi xwendina beytên Çemeriyê dikin.
Xelk bi kincên reş diçin Çemergehê û her kes li gorî merasimê, beşek ji pêdiviyên merasimê, ku herî zêde ji tiştên xwarinê pêk tê, ligel xwe dibe. Merasima Çemerî ji çend beşan wek beşa jinan, beşa zilaman û beşa beytbêjan û beşa jenyaran pêk tê ku her yek ji wan pêwîst e li cihê xwe rawestin.
Elî Riza Esedî derheqê merasima Çemer li nav hoza Melîkşahî dinivîse: Yek ji çandên kevin yên hevxemî û şînê li nav hoza Melîkşahî de, merasima Çemer e ku bi bo kesên berniyas û pîr birêve diçe. Gelek caran di vê merasimê de hoz û eşîrên parêzgehê tên vexwandin û hejmarek helbestvan jî derheqê pîrên koçkirî û taybetmeniyên wan yên baş de helbestvan dinivîsin. Di merasimê de çek û kamera û kelûpelên nêçîrê û cil û bergên kesê koçkirî li ser hespekî bedew, ku bi qumaşên ren-rengî hatiye xemilandin, tê danîn.