Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Kurdşop

 

Roja Yekşemî 18ê Şibata 2024an, 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê bi birêveçûna şanoya şanokarên parêzgehên Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê li hola “Pilaton” a bajarê Seqizê hate destpêkirin.

Ji bo festîvala îsal ji Başûrê Kurdistanê 8 şanoname, ji Rojavayê Kurdistanê 2 şanoname û ji Bakurê Kurdistanê jî 2 şanoname ji bo ofîsa amadekar a Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê re hatibûne şandin û di encamê de ji Başûrê Kurdistanê tenê 4 şanoname hatine hilbijartin ku beşdarî festîvalê bibin. Ji Rojhilatê Kurdistanê jî 19 şanoname bo vê festîvalê hatibûne şandin ku 8 ji wan ji aliyê dadweran ve bo beşdarbûn di beşa pêşbirkêyê de hatine hilbijartin. Hêjayî gotinê ye ku şanoyek jî ji Başûrê Kurdistanê wek şanoya mêvan beşdariya vê festîvalê dibe.

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Roja Yekşemî di yekem roja festîvalê de du şanoyên bi navên “Sê Jin” li Kirmaşanê û “Keledoşa Elokê” li Urmiyê pêşkêşî hunerdost û hezkiriyên şanoyê hatine kirin.

Roja Duşemî û di roja duyemîn a festîvalê de, 4 şano bi navên “Hoşiyar Tarmayêk” li Duhokê, “Odeyp Şariyar” li Seqizê, “Derwîş an Godo” li Duhokê û “Pêşeger” li Kerkûkê hatine pêşandan.

Herwisa roja Sêşemî û di roja sêyem a festîvalê de, sê şano bi navên “Tase” li Sinê, “Kum û Pêk” li Duhokê (mêvan) û “Min Mirovek Dît Bê Cil” li Kerkûkê hatine pêşkêşkirin.

Biryar e roja Çarşemî û di roja dawî ya festîvalê de çar şanoyên bi navên “Ew Balindey Min” li Sine, “Yasaya Pele Sorekan” li Qurwe, “Mem û Zîn” li Urmiyê û “Bûkekman Heye û Zemawendî” li Sine bêne pêşandan. Hêjayî gotinê ye ku roja Pêncşemî jî 22ê Şibatê, bernameya dawî ya festîvalê were lidarxistin û dê yekem kom û kesên serketî di beşên cuda de bêne nasandin.

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê piştî Festîvala Navnetewî ya Şanoya Ser Şeqam a Merîwanê, mezintirîn festîvala şanoyê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Tevî hewlên ji bo tomarkirina vê festîvalê li asta seranserî Îranê, lê heta niha Wezareta Ferheng û Îrşada Îranê ev festîvale tomar nekiriye, ji ber wê jî bûdceyê ji bo terxan nake.

KURDŞOP
283 Dîtin

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!