Li bajarê Merîwanê kombûnek (korrek) zanistî derbarê ustûrenasî hate lidarxistin

Encumena Çandî ya Wêjeyî ya “Rociyar” li bajarê Merîwanê derbarê “ustûrenasî” kombûnek bo “Dr. Necmedîn Cebarî”, mamosteyê zanîngeha Sinê pêk anî ku zêdetirî du demjimêran pê çû; Eva ku di berdewamiyê de dixwînin beşeke girêng ji vê kombûnê ye.

Pêşewa Kurdistanî

 

Dr. Cebarî di beşek ji gotara xwe de got: “Ustûre mîna dîrokê ye û behsa resentiyê dike. Ustûre behsa cîhanbîniyê dike, û mezintirîn cudahiya bi dîrokê re her eva ye. Ustûre ji me re dibêje ev cîhanbîniyane çawa hatine damezrandin û ji ku hatine. Bi dîtina min, gelê bê ustûre wek giyayekê ye ku bi ba re tê û diçe, belkî şûnek hebe lê zû tê deranîn.

Em ji bîr nekin ku gelek welatên cîranên me li pey wê yekê ne ku bikarin bo xwe ustûre çê bikin. Bo mînak “Şamaran” ustûreyeke Kurdî ye. Wate li gorî hemû behsan û hemû lêkolînên ku hatine kirin, Şamaran ya Kurdan e û li Kurdistanê hatiye qewimîn. Lê îro dewleta Tirk li bajarekî wek Îzmîrê peykera Şamaran daniye û çendîn pirtûk nivîsandine û mijûl e dikine ya xwe. Mebesta min ev e ku ev behse ji bo me pir girîng e.

Li Hewramanê gundek bi navê “Naw” heye ku ustûreya Anahîta tê de ye û çûye çarçoveya cejnekê ku salane tê lidarxistin. Lê îro hemû cîhan dibêje ku Anahîta “Xweda Jinek”e “Îranî” ye. Êdî nabêjin Zagrosî ye an Kurdistanî ye; Ji ber ku ew ustûreye resantiyê dibexşîne. Beriya serdema Erdeşîrê Duyem ê Hexamenişîn cihek bo Anahîtayê li nav Kazirun, li nav Xurasan yan bi giştî di nav Farsan de nayê peydakirin. Pêwîst e em bizanin ku “Hêrodot” dibêje, ku gelek beriya serdema Hexamenişînan li bajarê Higmatana paytexta Mediyan peykereke mezin a Anahîtayê hebûye.

Wate ev ustûreye Kurdistanî û Zagrosî ye. Ev ji bo pênaseya neteweya me girîng in. Li Tirkiyeyê ustûreya “Îliyad û Odîse” ya Yûnanî bi ustûreyek Tirkî dihesibînin. Di vê dawiyê de şûnwarnas cîhek peyda kirine û dibêjin ew ya “Îliyda” ye. Wate Tirkiye mijûl e vê ustûreyê dagîr bike, çimkî resanetî pê ve ye. Ev îspata me ya herî mezin a girîngiya ustûreyê ye, ji ber ku ustûre behsa resenastiyê dike. Her çiqas ustûreya kevntir bi milkê xwe ve bibînî, bi wê qasê resentir î.

Ustûre çî ye?

Ustûre çemkek ewqas saf e ku em nizanin çî ye? Em nizanin rehendên wê li ku ne? Serê wê ku derê ye û pê wê ku derê ye? Lewma baştir e em pirsê bi curek din bipirsin û bibêjin: Ustûre çi nîne? Çimkî gelek saf û kedî nabe. Lewam em neçar in ew tiştên ku ustûre nînin jê dûr bixin da ku di dawiyê de em biçine ser ustûreyê bi xwe. Bila em destpêkê behsa peyva “ustûre” bikin.

Ustûre ji bingeha “Îsturiya” ve hatiye û latînî ye û tê wateya geran û zaniyarî; Lê hevdem tê wateya “çîrok” jî. Di vê derheqê de du pey di zimanên Ewropiyan de hene; Peyva “hîstorî” bi wateya dîrok û peyva “sitorî” bi wateya dastan û çîrok. Îro di nav zimanên Ewropî de ji peyva ustûre sûd wernagirin û ji bo ustûre “myth” bi kar tînin.

Em jî dikarin wek Farsan li cihê ustûre li peyva “myth” sûd werbigirin û ji bo ustûrenasî em dikarin bibêjin “mîtolojî”. Di Kurdî de me çend peyv bo ustûre hene ku mixabin ti yek ji wan tijî kevilê wê nîne. Yek ji wan peyva “efsane” ye ku peyv bi xwe Farsî ye, mixabin li Başûrê Kurdistanê gelek tê bikaranîn ku ez digel wê peyvê de nînin û efsane ti carî nayê wateya ustûre. “Efsane” di Farsî de tê wateya çîrokek direwîn. Di dilê ustûre de cîhanbînî heye. Li Başûr ji dîrok û mîtolojîk jî sûd werdigirin, lê wisa baş e her ustûre bi kar bînin. Ustûre bi xwe peyvek bi Erebîkirî ye ku bi vî rengî “اسطوره” tê nivîsîn ku bi tevahî tê wateya cîhanbînî û ji wê yekê bedewtir me tiştek din ber dest nîne. Lewam baştir e her heman peyva ustûre bi kar bînin.

Ustûre hevsînorê sê zanistên dinê ye ku pêk hatine ji: “Dîrok, şûnwarnasî û olnasî”.

Yekem dîrok, ku zanistek belgemend e û behsa çawahî û çendayetî û sedem û derencama bûyeran dike. Ustûre eva nîne û li pey belge nagere û behsa çawahî û çendayetiyê nake, çimkî behsa cîhanbînî dike. Peyva cîhanbînî bi ustûre re wiha hatiye girêdan ku eger ji hev bêne veqetandin ustûre ti tiştek tê de namîne; Ger çend çîrokên sade yên zarokane tê de bimînin. Ku wisa ye ustûre bingeha wê li ser cîhanbînî ye.

Duyem şûnwarnasî ye ku behsa tiştekê dike ku ya beriya dîrokê ye. Bo mînak behsa çaxa qerisîn û beriya qerisînê dike. Wate tiştek 13 hezar sal yan 14 hezar sal beriya niha peyda dikin, wekî kevirek tiraşî û dibêjin eva wekî xencer bi kar anîne. Eav êdî naçe xaneya dîrokê.

Sêyemîn zanist “olnasî” yan “teolojîk” e ku behsa hin bawerên metafîzîkî û esmaniya gelan û pêwendiya metofîzîk bi mirovan re dike. Di olnasî de nîşan dide ku geşeya olan, cîbicîkirina menasik û rêûresmên olî çawa nin? Bi şêweyek ku yek ji wan tewerane dibe mijarek bo lêkolîna olnasane.

Em ê mînakekê bînin ku sînorê ustûre bi wan sê zanistan re nîşan dide. Xencerek tê peydakirin eva wek mijar; Şûnwarnas dibêjin: Ev xencere ji çi kanekê hatiye çêkirin? Kûreya wê li ku bûye? Bo çi karekî dibe? Axo bo mêrkuştin e yan bo zebeşjêkirin e? Herwisa dibêjin me mînaka vê li filan cihî jî heye. Ji hezar kîlometr vêdetir ve di nav filan netewe de jî heye.

Dîroknivîs dibêjin: Di destê kê de bûye? Kê pê hatiye kuştin? Bi wê kuştinê çi desthilatek hatiye avakirin? Yan çi desthilatek pê hatiye herifîn? Olnas li pey perestgeh û olê digerin. Dibêjin li wî cihî ku xencer hatiye peydakirin bila ez perestgehekê peyda bikim, da ku di vî warî de bikarim bikaranîna vê xencerê di rêûresm û menasikên olî de peyda bikim. Lê “ustûrenas” tê mêzeyê destikê xencerê dike, dibîne nexşek pê ve ye ku wêneya xwedayekê ye. Belkî “Xweda Jinek” yan hêmayek be ji rûyê wê ve dibêje me ku cîhanbîniya wê xelkê li wê serdemê çi bûye? Yan xwedanê wê xencerê çi bawerek hebûye? Serhildana wê bawerê ji ku ve hatiye?

Pisporê wan sê beşan nabe bêne nav ustûrenasiyê, çimkî serşêwandin çê dibe. Di van çend salên dawîn de hindek dîroknivîs ji bo ustûre “Kawe û Zuhak” ku di zatê xwe de ustûre ye, lêkdana dîrokî kirine. “Mûsa Xorênî” di sedsala pêncem a Zayînî de, dîroka Ermenistanê nivîsiye. Di wê demê de adet bû ku dîrok tevlî çîrokê dikirin û di çîrokan de jî dibûya paşa bi ejdeha re şer kiriba. “Mûsa Xorênî” yê Ermenî got: Ev Fireydûne “Kurûş” e ku bi ejdeha re şer dike û ejdeha jî “Astiyak” e. Bi vî rengî kevir xwar danî û dîwarek li ser vî kevirî bilind kir û heta niha Ewropiyan ev yeka bi dîroka “Med û Hexameniînan” daye nasandin. Lê li cem ustûrenas tevahiya vê behsê şaş e. Cem wan eva biserhatiya afirandin û kedîkirina hesin e. Di çaxa hesin de, di dilê Zagrosê de kevirekê derbînî û bihelînî û rim, destik yan şûr jê çê bikî; eva bûyerek girîng e ku yekem car di cîhanê de Kurdan ew kare kiriye. Eva axaftina “Girîşmen” e ku dîroknivîsê navdar ê Almanî ye. Ev çîroke kedîkirina hesin e ku bû bi ustûreya “Kawe û Zuhak” ku ti pêwendiyek bi Med û Hexamenişînan ve nîne.

KURDŞOP
397 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!