Kovara Kurdistan di navbera salên 1919-1920an de hatiye weşandin, kovareke fikrî ya siyasî, komelî, wêjeyî û zanistî ye. Hejmara wê ya yekemîn di 30ê Kanuna Sanî ya 1335 (30ê Kanûna Paşî ya 1919)an de hatiye belavkirin û li ser hev 19 hejmar hatine çapkirin. Li ser çapkirina hejmara yekemîn vir ve nêzîkê 103 sal derbas bûne û cara pêşî ye ku hemî hejmar li ser hev û bi tevî werger, transkrîb û orjînalê xwe ve di nav rûpelên vê pirtûkê ber destê we de têne weşandin.
Xwediyê îmtîyaz û berpirsê kovara Kurdistanê Mehmed Mîhrî û sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû, ji hejmara 13an û jê şûn ve jî Seyid Husên bûye berpisê kovarê. Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê neteweya Kurd bû di sedsala 20an de. Ew, yek ji endamên çalak û qelemeke herikbar a rêxistin û weşanên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetaw û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, siyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek gotar û nivîsên wî hatine çapkirin. Ji ber vê yekê, ew di nav hevdemên xwe de bi nav û nasnavên cûre bi cûre; wekî zimanzan, şai’r, wêjevan, siyasetmedar, rojnamevan, rexnegir, mamoste û huquqzan tête nasîn.
Wêne: Mehmed Mîhrî
Dema em dêna xwe bidin nav rûpel û hejmarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku ji aliyê komek hosteyên qelemê ve gelek nivîsên balkêş ên li ser ziman, wêje, dîrok, rewşa civakî û siyasî ya Kurd û Kurdistanê hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî yê xwediyê kovarê, bi gelek nivîs û gotarên xwe yên ciyawaz, naveroka her hejmarekê Kurdistanê dewlemendtir kiriye; bi taybetî nivîsên wî yên li ser ziman û wêjeya Kurdî, her yek di babeta xwe de nivîsên pirr girîng in. Wî di binê sernivîsa “Nimûneyên ji edebiyata Kurdî” de weha nivîsiye: “Dibe ku ev cumle, ji terefê gelek kesan ve wek heyretek bête dîtin û di mejîyê hinekan de jî ecêbiyeteke zêde peyda bike.” Lewra gelek kes dibêjin “Gelo zimanê Kurdî ji edebiyatê re musaîd e, edebiyata Kurdî heye?” Ji bo bersîva van pirsan, “Ez dê bi şêweyên kurmancî û goranî, ji edebiyata Kurdî hinek xezel, beyt, stran, goranî, lawje, heyranok, lawik û bêrîteyan pêşkêşî we bikim.” Herweha ji xeynî pirtûka “Mûqaddîmetûl Îrafan”ê li ser zimanê Kurdî jî rêzenivîsên di bin sernameyên “Îrfan” û “Esas” de belavkirine ku di naveroka wan de li ser fonetîka zimanê Kurdî rawestiyaye û berwirda dengguherîna navbera diyalektên Kurdî kiriye.
Bi kurtayî, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du aliyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: A yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, wêje, dîrok, çand û rewşa civakî û siyasî ya netewa Kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûre bi cûre, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya Kurdistanê ye.
Wêne: Seîd Veroj, Amadekar û berhevkarê pirtûka "Kovara Kurdistan"