Hevdem ev roje wekî rojek taybet, hemû salê ji aliyê çalakvanên mafê jinan û sazî û çalakvanên medenî yên Kurd ve li her çar beşên Kurdistanê bi lidarxistina semînar, meş û kombûnên berfireh tê nirxandin.
Jin di civakên cîhanî de û herwisa bi mixabinî ve di civaka Kurdî de jî, heya vê serdemê jî, ji aliyê zelam û lojîka nêrsalarî ve rojane tûşê tûndûtîjiyan tên.
Di civakên ku jin tê de azad û serbest nînin, heybet û meznatiya jinê tê binpêkirin; pêşveçûna hizrî û perwerdehî di hemû çarçoveyên jiyanê de paşde dimînin û ew civak nikare nifşek tendirust û zindî pêşkeşî civaka cîhanî bike.
Her ji ber wê yekê jî çalakvanên Kurd di hilkeftên cîhanî yên wek “25ê Mijdar”ê û “8ê Adar”ê û hwd de, li hewlên xwe berdewam in ji bo zêdekirin û bilindkirina agehî û zanîna zivakî li ser mafê wekhev û hevbeş di navbera jin û mêran de.
Dîroka 25ê Mijdarê:
Di 25ê Mijdara 1960ê de li “Komara Domînîk” sê xwîşk yên bi navên “Patria, Minerva û Maria Teresa” ku li dijî dîktatoriya “Trujîllo” têkoşîn dikirin, destdirêjî bi ser wan de hate kirin û piştre hatine qetilkirin. Patria Teresa di Hezîrana sala 1960ê de li dijî dîktatoriya Trujîlo tevgera mezintirîn Clandestîna ava kir. Her du xwîşkên wê jî beşdarî wê tevgerê bûn. Bandora wê tevgerê ewqasî mezin bû ku di heman salê de dîktatorî neçar ma ku bêje ew xwîşkên “Mîrabel” ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi derbasbûna demeke kurt ango roja 25ê Mijdara 1960ê her sê xwîşk rastî destdirêjiyê hatin û piştî wê yekê ew hatine qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir. Ew tevger bû sedema serhildanekê û li her derê belav bû û dawî bi dîktatoriyê anî.
Di komcivîna jinan a Amerîkaya Latîn de ku di sala 1981ê de li Kolombiyayê bi rê ve çû, ji bo bîranîna hersê xwîşkan ku têkoşîna azadiyê dane, 25ê Mijdarê li cîhanê wek roja cîhanî ya “Lihemberderketin Li Dijî Tundûtîjiyên Jinan” hate binavkirin.