Feyzo du sal berî niha bi nexweşiya Penceşêrê ketibû û di heyamên dawiyê de rewşa tendirustiya wî neqenc bû û her ji ber wê nesaxiyê di 7ê Mijdarê de koça dawiyê kir û termê wî navdarê Kurd li bajarê “Krasnodar”ê bi axê hate spartin.
Feyzoyê Rizo birazayê herdu dengbêjên mezin û nemir “Şeroyê Biro” û “Mecîdê Faris” bû. Rizo Jidayikbûyê sala 1954an li gundê “Vermezyar” yê ser bi Êrîvana paytexta Ermenistanê ye. Malbata wî ji Kurdên Êzidî ne û di dûrxistina sala 1915an de ber bi welatê Ermenistanê ve diçin û beşek din ji malbata wî jî ber bi welatê Gurcistanê ve têne koçkirin.
Feyzoyê Rizo yek ji dengbêjên herî naskirî, geş û zelal yê civaka Êzidî û gelê Kurd e, ku xizmetek bêhempa ji bo hunera Kurdî û mûzîka Kurdî kiriye. Malbata wî malbatek hunermend û hunerhez in; ew birazayê dengbêjên navdar “Şeroyê Biro” û “Mecîdê Faris” e. Lewma wî her ji zarokatiyê ve xwe di keşek hunerî û mûzîkê de dîtiye, her ev jî yek ji wan sedeman e ku heta dawiya jiyana xwe jî, tevî zehmetiyên jiyanê dest ji dengbêjî û stranên Kurdî ber nedaye.
Rizo di sala 2003an de li bajarê Amedê yê ser bi Bakurê Kurdistanê di cejna Newrozê de beşdarî kiribû û herwisa navbirî li çendîn festîvalên mezin û hevmilê bilûrvanê nemir “Egîdê Cimo” gihaşte bi miraza dilê xwe. Wan gelek berhem û stranên Kurdî pêşkeşî gelê xwe kirin.
Dengbêj Feyzoyê Rizo li pey xwe gelek berhemên nemirî hêştine. Berhemên wî jî ev in: “Gede û Bavê Feqî, Hekîmo û Delaliyê, Destmalê û Oyy Oy Li Min”.