Kurdshop
Parlemana Yekîtiya Ewropayê, xelata “Sakharov” a îsal pêşkêşî Jîna Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadiyê kir.
Roja pêncşemê, rêkefta 19ê cotmeha 2023an, piştî derbasbûna salek bi ser şehîdkirina Jîna Emînî (keça kurd a xelka bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ku li Tehrana paytexta Îranê bi destê hêzên polîs ên Komara Îslamî ya Îranê hate şehîdkirin), parlemana Yekîtiya Ewropayê ragihand ku binirxtirîn xelata mafê mirovî ya Ewropayê (Sakharov), pêşkêşî Jîna Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dike.
Parlemana Yekîtiya Ewropayê ragihand ku di 13ê Kanûna 2023an de rêûresma pêşkêşkirina xelata “Sakharov” dê li parlemana Yekîtiya Ewropayê li bajarê Strasborgê yê ser bi welatê Fransayê bi rê ve bibe.
Serokê Parlemana Yekîtiya Ewropayê, Roberto Metsola, di dema ragihandina vê nûçeya girîng de got: “Kuştina Jîna Emînî nîşaneya xaleke werçerxanê li Îranê bû û ev kuştin bû sedema pêkhatina tevgerekê bi rêberayetiya jinan ku dîroksaz bû.”
Navbirî di beşeke din a axaftinên xwe de got: “Parlemana Ewropayê şanaziyê bi wê yekê dike ku digel xelkekî wêrek e ku li Îranê ji bo wekhevî, kiramet û azadiyê xebatê dikin. Herwisa em jî digel wan kesan in ku heta niha jî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de ji bo parastina tevgera Jin Jiyan Azadî têdikoşin.”
Xelata Sakharov
Xelata “Sakharov” ku bi navê “Andrey Sakharov”, zana û dijberê Yekîtiya Sovyeta berê hatiye navdêrkirin, xelata herî girîng a mafê mirovî ya Yekîtiya Ewropayê ye û di Kanûna 1988an de hatiye damezrandin. Xelata Sakharov ji sala 1988an vir ve hemû salekê ji aliyê parlemana Yekîtiya Ewropayê ve bi kesanekê an jî çend çalakvanên mafê mirovî û warê demokrasiyê tê pêşkêşkirin.
Xelata Sakharov bi giştî her sal di 10ê Kanûnê de ku beranber e digel salvegera pejirandina manîfestoya mafê mirovî ya cîhanê, ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve li sala 1948an beranber digel roja cîhanî ya mafê mirovî tê pêşkêşkirin.
Di vê derbarê de, sala 2016an du keçên kurd ên êzidî yên xelkê Başûrê Kurdistanê yên bi navên Nadiya Muradî û Lamiya Hacîbeşer, ku ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞê ve hatibûne revandin û piştî rizgarbûna wan, behsa tawanên DAIŞê li dijî jinên êzidî kiribûn, xelata “Sakharov”ê wergirtibûn. Martîn Şoltês, serokê wê demê yê parlemana Yekîtiya Ewropayê di dema pêşkêşkirina wê xelatê de got: “Nadiya Muradî û Lamiya Hacîbeşer, du jinên ciwan ên gelek bihêz in ku ji bo civaka xwe xebatê dikin. Beriya van du keçên kurd jî, sala 1995an Leyla Zana siyasetvana Bakurê Kurdistanê ev xelat pê re hatibû dan.
Herwisa ev xelat berê jî, sala 2012an bi du Îranîyên bi navên Cefer Penahî û Nesrîn Sitûde re hatibû pêşkêşkirin.
Sala borî jî (2022), parlemana Yekîtiya Ewropayê ev xelat pêşkêşî Oleg Sentnesov, derhêner û fîlmsazê Ukraynayî kiribû.
Berê kesên wek Nelson Mandela, girtiyê navdar ê serdema Apartayd li Afrîkaya Başûr û serokê berê yê Afrîkaya Başûr; Alexander Dobecik, rêberê Komara Sosyalîst a Çekoslovakyayê li bûyerên Bihara Pragê di 1968an de; Teslîme Nesrîn, nivîskar û femînîsta Bengladêşî; û Melale Yûsifzî, keça ciwan a Pakistanî ku ji aliyê Talibanê ve hatibû gulebarankirin, xelata Sakharov wergirtine.
Şoreşa Jîna yan tevgera Jin Jiyan Azadî
Jîna Emînî, keça kurd a xelka bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê, meha Îlona 2022an, piştî girtina wê ji aliyê hêzên polîsê Geşta Îrşad a Komara Îslamî ya Îranê ve, hate kuştin. Dewleta Îranê heta niha jî, kuştina Jîna Emînî red kiriye û îtiraf pê nekiriye û ji bo vê mebestê jî gelek senaryo çê kiriye.
Lê kuştina Jîna Emînî bû sedema destpêkirina şoreşekê ku bi şoreşa Jîna yan tevgera Jin Jiyan Azadî tê naskirin. Di heyama vê yek salê de, xelkê ser bi netewên cuda ên Îranê, li dijî zilma netewayetî, newekheviya regezî, hîcaza bi zorê û zilma li ser jinan û hwd, berdewam û bi awayên cuda dihatine ser şeqaman û ev serhildan û nerazîbûn bi sedan şehîd û hezaran birîndar li pey xwe anî û sizayên giran ên wek darvekirin, girtîgeh, lêdana qamçî û sizayê nextî û hwd, bi ser hezaran kesê nerazî de hate sepandin.