Roj Qadirî
Pêşangeheke taybet ji berhemên hunermendê nîgarkêş ê Rojhilatê Kurdistanê Îrac Qadirî Azer, li bajarê Hewlêrê hate lidarxistin.
Roja şemî ya 14ê cotmehê, Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn li bajarê Hewlêrê li taxa Mîdiya, pêşangehek li jêr navê “Keleha Dimdim” ji bo karên hunerî yên Îrec Qadirî Azer naskirî bi “Jîlemo”, hunermenê nîgarkêş ê xelkê bajarê Mehabadê yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê vekir ku heta roja çarşemî ya 18ê cotmehê berdewam bû.
DI vê derheqê de, Yaran Hîwa yê birêveberê giştî yê Navenda Rewşenbîrî ya “Mem û Zîn” derheq vê pêşangehê ji Kurdshopê re ragihand: “Di pêşangehê de bi giştî li ser sê mijaran bi awayê projeyî kar hate kirin: Dîroka kurdî, edebiyata kurdî û kultûra kurdî. Yek ji wan mijarên ku di warê dîrokê de kar li ser hate kirin û diyartirîna tabloyan e, Keleha Dimdim e. Tabloya Keleha Dimdim di qewareyeke mezin de hatiye kêşandin û hûrdekariyên gelek zêde tê de hene. Hunermend li ser vê tabloyê karek gelek hûr li ser herdu aliyan kiriye, hem aliyê kurd ku pêk hatine ji çend eşîr û mîrên cuda ku ji kelehê berevanî dikin û aliyê hember jî ku ji dewleta Qacar û hêzên dijber ên din pêk hatiye”.
“Yaran Hîwa” derbarê peyama vê pêşangehê de jî got: “Ev pêşangeh dixwaze dîrok, wêje û çanda kurdî, bi awayekî din û ji dîtingeheke dinê ve nîşanê xelkê û netewa kurd bide”.
Navbirî derbarê mebesta Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn ji vekirina vê pêşangehê ji Kurdshopê re ragihand: “Em bi salan e festîvala Mem û Zîn li dar dixin û em di çarçoveya festîvalê de çalakiyên hunerî jî rêk dixin, ji bo wê ku edeb û huner bi hev re bêne girêdan û berhemên hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê di vê festîvalê de bêne xuyakirin. Îsal Mem û Zîn, hunermend Îrec Qadirî Azer hilbijart, çimkî eva yekem car e ku ew hunermendê kurd di heyama karkirina hunerî ya xwe de li Herêma Kurdistanê pêşangehekê veke”.
Derbarê pêşwaziya xelkê ji pêşangeha “Keleha Dimdim”, Buxarî Wuşiyar, yek ji serpereştên Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn, ji Kurdshopê re ragihand: “Bi kêfxweşî ve pêşwaziyek gelek germ ji pêşangeha Keleha Dimdim hate kirin. Helbet eva yek ji wan pêşangehên degmen e ku ji bo hunermendên derveyê Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. Ev pêşangehe di çarçoveya festîvala Mem û Zîn de hate lidarxistin û roja çarşemî 18ê cotmehê, dawî roj bû. Bi kêfxweşî ve asta serdankeran gelek zêde bû ku daxwaza dirêjkirina heyama pêşangehê hatiye kirin. Herwisa ji hemû tex û qatên cuda, kesên hikûmî, dersxwan, hunermend, nivîskar û xelkê asayî serdana vê pêşangehê kirin û destxweşiyek zêde jî hatiye kirin. Hêjayê gotinê ye ku ev pêşangeh dengvedanek zêde di navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê de hebû û ji aliyê medyayan ve bi başî hate rûmalkirin”.
Buxarî Wuşiyar, derbarê bandora pêşangehên wiha li ser civaka Kurdistanê got: “Bandora pêşangehên wiha li ser civaka kurdî ew e ku wisa dike em bi çavek dinê ve mêzeyê hunera nîgarkêşî û mêzeyê xwe bikin. Herwisa ewa ji bo me tê eşkerekirin ku em di warê hunerî û nîgarkêşî de dikarin dîroka xwe ji bo cîhanê bidine behskirin û em dikarin peyama xwe ji rêya nîgarkêşî ve bi cîhanê bigihînin, çimkî zimanê hunerê wisa ye ku her kes di cîhanê de dikare jê fam bike, eva bi xwe bandorek erênî li ser asta rewşenbîriya civakê dadinê, bo mînak wisa dike ku em dîroka xwe bizanin û ji bîr nekin”.
Bernameya Navenda Rewşenbîrî ya Mem û zîn ji bo paşerojê jî ew e ku ji pêşangehên wiha ji bo hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê bêne vekirin. Mem û Zîn hewl dide ku şûnek be da ku bikare dengê hunermendên kurd ji rêya hunerên xwe ve bigihîne û Herêma Kurdistanê bikine cihek ji bo gihandina peyama hunermendên Kurdistana mezin û bi vî rengî xizmeta Kurd û Kurdistanê bikin.
Kurteyek ji biyogirafiya Îrec Qadirî Azer
Îrec Qadirî Azer (naskirî bi Jîlemo), di yekem roja bihara 1968an li mala bapîrê xwe (bavê diya wî), li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Her ji zarotî ve bi sedema karê bavê xwe ji warê xwe dûr ketiye. Di temenê zarotî, nûciwanî û ciwanî de li bajarên Meraxe, Sine û Tewrêzê jiyaye. Ji zarotî ve hogirê wênekêşanê bûye, lê ji aliyê malbata xwe ve rê ji bo wî nehatiye dan ku dersa hunerî bixwîne û bi neçarî ve xwendina xwe ya bilind di warê endazyarî de dawî pê aniye û çendîn salan li bajarê Îsfehanê û paşê li başûrê Îranê, ango li meydana petrola pars a başûrê Îranê karê xwe yê endazyarî domandiye. Lê piştî 28 sal karkirin, wate di temenê 50 saliya jiyanê de, dev ji endazyarî ber daye û tevlî dinyaya hunerê bûye û li pey hêviyên xwe keftiye.
Yekemîn pêşangeha wî ya takekesî li sala 2019an li Mehabadê bi rê ve çûye, piştre di salên 2021 û 2022an de beşdarî ji du pêşangehên welatê Îtaliyayê (bajarên Vênîz û Wêronayê) kiriye û li sala 2023an li pêşangeheke hevpar di welatê Almanyayê de (bajarê Monîx) beşdarî kiriye.