Çaremîn xelata Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zînê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskarê Rojhilatê Kurdistanê hate kirin

Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê di Salona Mîdiya ya Hewlêrê de, bi beşdariya beşek ji nivîskar û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê, çaremîn Festîvala Mem û Zînê bi rê ve bir û çaremîn xelata vê festîvalê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Kurdshop - Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê, bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, çaremîn Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zînê li Salona Mîdiyayê bi rê ve bir û xelata salane ya vê festîvalê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê kir.

14ê Cotmehê,  Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê  di Salona Mîdiya ya Hewlêrê de, bi beşdariya beşek ji nivîskar û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê, çaremîn Festîvala Mem û Zînê bi rê ve bir û çaremîn xelata vê festîvalê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di destpêka vê festîvalê de, Yaran Hîwa, birêveberê giştî yê Mem û Zînê, tevî bixêrhatina    mêvanan, tekezî li ser mebest û armanca lidarxistina vê festîvalê kir û got: “Em wek Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn, bi mebesta xizmetkirina bi wêje, çand û zimanê kurdî û herwisa xizmetkirina bi nivîskar, helbestvan û wergêrên kurd, salane vê festîvalê li dar dixin.

Paşê panêla Mehmed Uzun ji bo romana kurdî bi amadebûna nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve çû. Di vê panêlê de Ebdulxaliq Yeqûbî, nivîskarê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, behs ji rexneya wêjeyî ya kurdî û romana kurdî kir. Navbirî behsa wê yekê kir ku rexneya wêjeyî ya kurdî xwediyê zanîneke kûr nîne û nû ye   û    niha rexneya romana kurdî mijûl e arasteya xwe peyda bike û wek rexnegirekî baş ê romana kurdî, navê Dr. Haşim Ehmedzade  anî. Herwisa got,    rexneya wêjeyî divê bi curekê be ku xwîner derbarê deqê de hişyar bike.

Di panêlê de, Abdullah Keskin, berpirsê weşanxaneya Avesta li Bakurê Kurdistanê, behs ji rewşa romana kurdî ya kurmancî kir û ragihand ku nivîsîn û weşan li Bakur    di warê helbest û kurteçîrokan de baş e, lê di warê romanê de lawaz e û hewce ye karên baş û berdewam li ser bê kirin. Navbirî yek ji sedemên sereke yên vê mijarê vegerand bo ser qedexebûna zimanê kurdiya kurmancî di salên borî de li Bakurê Kurdistanê. Paşê behsa rewşa pirtûkên kurdî di vê parçeya Kurdistanê de kir. Herwisa bi kurtasî behsa romanên Mehmed Uzun ê    nivîskarê xelkê Bakurê Kurdistanê kir û axaftinên wî zêdetir li ser nasîna berhemên Memed Uzun bûn.

Di berdewamiya panêlê de, Cebar Cemal Xerîb, nivîskarê xelkê Başûrê Kurdistanê, destpêkê behsa çîrokê di nav olan de û hebûna çîrokan di pirtûkên olî de kir û bi vî rengî behsa girîngiya çîrokan û vebêja wan kir. Piştre bi kurtasî behsa serhildana romanê di cîhanê û Ewropayê de kir. Navbirî di axaftina    xwe de bi tundî rexne li    civaka Kurdistanê girt û behsa wê yekê kir ku xwînerên cidî yên kurd gelek kêm in û gelek kes hene ku mixabin henekên xwe bi romanên kurdî dikin.

Paşê di penêlê de    Jan Dost, romannivîs û nivîskarê xelkê Rojavayê Kurdistanê, di destpêka axaftinên xwe de behsa girîngiya romana kurdî bo ser zimanên din û wergêrana romanên cîhanê bo ser zimanê kurdî kir û got, ji bo vî    karî    saziyeke mezin a kurdî hewce ye da ku bi başî bikare xizmeta zimanê kurdî jî bike.

Her di vê festîvalê de, çend mûzîk û stranên kurdî ji aliyê du keçên hunermend ên Rojavayê Kurdistanê yên bi navê Nûrşîn û Perwîn    ve hatine pêşkêşkirin.

Di beşa dawiya festîvalê de, çaremîn xelata Mem û Zînê bi Mihemed Remezanî, nivîskar û wergêr ê xelkê bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê hate pêşkêşkirin.

Hêjayî    gotinê ye ku festîvala Mem û Zînê, festîvaleke wêjeyî ya Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn e û salane li ser asta Kurdistanê bi mebesta berfirehkirin û xizmetkirina bi wêje, çand û rewşenbîriya kurdî tê lidarxistin. Festîvala Mem û Zînê xelata xwe ya salane pêşkêşî    wergêr û nivîskarekî diyar û bi ezmûn a\ê kurd dike ku xizmet bi çand, ziman û wêje û rewşenbîriya kurd kiribe. Ev festîval    pira girêdana wêje û nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê ye û ji bo xizmetkirina bi rewşenbîriya kurdî tê dikoşe.

Xelatên festîvala Mem û Zîn

Sala 2020: Kerîm Kake, nivîskar û romannivîsê Başûrê Kurdistanê

Sala 2021: Jan Dost, nivîskar û romannivîsê Rojavayê Kurdistanê

Sala 2022: Cemîl Kakeweys, nivîskar û wergêrê Başûrê Kurdistanê

Sala 2023: Mihemed Remezanî, nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê

KURDŞOP
968 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!