Talankirina herî mezin a kanaya Uranyûma bajarê Xoyê

Keyhan Mihemedînijad

Kurdshop - Talankirin û dizîna kanayên bin erdî yên Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi salane berdewam dike û tevî ku dahata Kurdistanê didizin, heta destkeftekî herî kêm jî bo xelkê wan deveran nîne û rejîm di wan cihan de kesên nexwecihî dadimerzîne ango bicîh dike.

Tevî ku kanayên zêr ên wek “Zerşoran û Ax Dere” yên li bajarê Tikabê ku li ser asta Îranê kanayên herî mezin in, bi salane ji aliyê rejîma Îranê ve têne talanbirin û çi destkeftekî wê ji bo xelkê bajarê Tikabê nîne; vê carê dîsan rejîmê li bajarê Xoyê dest avêtiye bi talankirina Uranyûmê û kargehek mezin li bajarê Xoyê ava kiriye.

Di kanaya bajarê Xoyê de hin madeyên girîng ên wekî “Uranyûm û Molîbdenom” hene, ku Komara Îslamî dixwaze li pîşeyên xwe yên stratejîkî yên wekî pêwîstiyên Rêkxistina Wuzeya navokî, sûdê jê wergire. Hatiye zanîn di vê projeyê de zêdetir ji 6,000 milyar Tumen sermayeguzarî hatiye kirin ku 1,000 milyar ji bo avakirina kompanyayê hatiye veqetandin.

Kanaya herî mezin a Uranyûmê ya Kurdistanê bi navê “Koheg" li bajarê Xoyê hilkevtî ye, îro rojê rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta pêwîstiyên rêxistina navokî dest bi ser de girtiye.

Komara îslamî niha ku rastî destkeftek baş hatiye, dixwaze uranyûma kana Xoyê ji bo pêşxistina bernameya xwe ya navokî bikar bîne. Berpirsên rejîmê li ber kamêra û li cem rojnamevanan angaşt dikin ku ew dixwazin uranyûma wê kanayê ji bo wuzeya elekterîkî bikar bînin; Cihgirê Serkomar û Serokê Rêxistina Wuzeya Navokî ya Komara Îslamî ya Îran, “Mihemed Îslamî” wekî berpirsê payebilind ê rejîmê di vekirina wê kanayê de beşdarî kiribû û îdia kir ku “ew dê vê kangehê ji bo Rêxistina Wuzeya Navkî, avakirina şiyan û hêz ji bo berhemanîna wuzeya navkî û herwiha pêşxistina tîrêjên elektronîkî û pêşdebirina pîşesaziya navkî bikar bînin”.

Komara Îslamî dema xwe rastî kêmbûna enbarkirina madeyên uranyûmê hatibû û li pey peydakirina kanayên uranyûmê digeriya û her ew yeka bû sedem ku rejîma Îranê bala xwe bide havirdekirina madeyên uranyûm, keyka zer an jî uranyûma meyandî. Ev li pey dabînkirina uranyûma pêwîst ji bo bernameya xwe ya navkî bû.

Di piraniya welatan de kanayên uranyûmê hene û ew welat ji bo wuze, dermansazî û elektrîkê bikar tînin, lê berevajiya wan welatan, rejîma Îranê tenê ji bo bombeya navkî bikar tîne û wê uranyûmê bi alavên pêşketî dimeyîne û digihîne astekê ku ji bo berhemanîna bombeya navkî bikar bê û ev yeka jî metirsiyek mezin e li ser mirovahiyê û welatên cîhanê.

Naha Komara Îslamî ya Îranê rastî dorpêçên tund ên Amerîkayê hatiye, nikare ji derveyî welat uranyûmê havirde bike, lewma peydabûna kanaya uranyûmê li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê xenîmetek mezin e ji bo Komara Îslamî û dikare di pêşxistina bombeya navkî de gelek sûdê jê werbigre. Lê ji bo Kurdistanê tenê ziyan e û bi talanbirina wan kanayan ziyanek mezin ji paşeroja Kurdistanê dixe û divê xelkê Kurdistanê û aliyên xwedî bandor nehêlin wiha bi hêsanî çavkaniyên bin erdî yên Kurdistanê bêne dizîn.

KURDŞOP
680 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!