Di kelehekî Urartuyiyan de tevdîrên li hember erdhejê hatine girtin hate kifş kirin

Li gor kolan û vekolînan bi rêbazên çêkirina bersivik û eşwanên 2 metre firehiya wan heyî û 20 metreyan jî dirêj ve avahî û çêker dirust kirine.

Kurdshop – Li keleha Çavuştepe ya ser bi navçeya Payîzava ya parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê xebatên kolan û lêkolînên li ser Urartuyiyan berdewam dike û di wê kelehê de tevdîrekî Urartuyiyan a li hember erdhejê hat kifş kirin. Li gor kolan û lêkolînên hatine kirin Urartuyiyan li hember egera pêkhatina erdhejê, ji bo parastine kelehê di dîwarên navxwe û derve de dîwarên din ên piştevaniyê ava kirine.

Keleha Çavuştepe ya ku di dema Qral Sardur ê Duyem ê Urartuyiyan de Berî Zayînê 750 salan hatiye çêkirin, kolan û lêkolînên li kelehê û li qada nekropol ango di bajarên kevnar de ew goristan û goristanên komî yên heyî de xebatên kolanê birêve çûn û gelek dîtinên nû derketin holê.

Li gor kolan û vekolînan bi rêbazên çêkirina bersivik û eşwanên 2 metre firehiya wan heyî û 20 metreyan jî dirêj ve avahî û çêker dirust kirine.

Di serokatiya Dekan ango ragîrê Fakulteya Wêje ya Zanîngeha Yuzinci Yil a Wanê Profesor Dr. Rafet  Çavuşoglu de, tîmeke 24 kesî ya pêkdihat ji antropolog, pisporê metal, arkeolog, pisporê bajarvanî, dîrokzanê hunerî, mîmar û ji beşên din pisporan, piştî kolanên li bakurê kelehê geheştin wê encamê ku Urartuyiyan bi hezaran sal berî naha ji bo xwe parastina ji erdhejê tevdîrên taybet wergirtine. Piştî kolan û lêkolînên hatin kirin, di dîwarên navxwe û derve yên kelehê de wek tevdîrekî li hember erdhejê rêbaza çêkirina bersivik û eşwanan û dik çêkirine û ew dik û besivik 2 metreyan fireh û 20 metreyan jî dirêj û kelhe bi wî awayî bi hev ve girê dane.

Vê derbarê Profesor Dr. Rafet Çavuşoglu ragehand, ev 35 sale kolan û lêkolîn berdewam dikin û her sal em digehin agahî û tiştên nû. Li kelehê Berî Zayînê di sedsala 7em de erdhejek çêbûye û diyar kir: ‘’Piştî wê erdheja ku pêkhatiye em fam dikin ku ji nû ve avahîsazî hatiye kirin. Di sûrên navxwe û beşên navbera sûran de nêzîkî 2 metre firehî û 20 metre jî dirêjayiyê de bi rêbaza çêkirina bersivik û dik û eşwanan ve hemû kelhe bi hev ve girêdane. Di navbera sûrên kelehê de dîwarên piştevan ava kirine. Derbarê aliyên veşartî û sirr ên kelehê de gelek pirsên din hîn hene, lê em dikarin bibêjin ku derbarê erdhej û şêwazê parastina kelehê ya ji erdhejê hemû sirrên ku hene me ronî kirin û ev jî nû bû nesîb.’’

Herwaha Çavuşoglu diyar kir, piştî kolanên dawiyê em geheştin ocax û tendûrekî ku li gel wê jî em geheştin wê encamê ku di vê kelheyê de şewatek jî berê çêbûye û piştî wê agirberbûn û şewatê jî dîsa xebateke avahîsaziyê hatiye kirin. Herwaha li bakurê kelehê li qada nekropol (ji bo goristanên bajarên kevnar tê gotin) jî derbarê şêwazê veşartina miriyên Urartuyiyan de jî em geheştin gelek agahiyên nû.

Çavuşoglu got: ‘’Her sal li nekropolê tiştên nû û tiştên ku şaşmayî dihêlin em dibînin. Li vê derê me hertim tiştên yekem dîtin. Gelek agahiyên giring me bidest xistin. Bi taybet di nav kûz û cerên kremasyon (Kremasyon termê kesê ku miriye di 900 heta 1200 derece germê de bi qasê 70 deqîqeyan tê şewitandin) de me hêstiyên jinan û mohr û xişrên wan dîtin. Ev yek jî tê wê wateyê ku ev dever a çîna rêvebere. Bi taybet derbarê jiyana civakî û bazirganî ya jinan de gelek dane û nîşaneyên giring nîşanî me dide. Heta naha em geheştin du cureyên mirî veşartinê. Yek bi awayê şewitandinê û ya duyem jî bi awayê term veşartinê du kevneşopî diyar dibin. Herwaha heta naha em rastî gelek cureyên tirbeyan jî hatine û ew lêkolîn jî hîn berdewam dikin.

KURDŞOP
787 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!