Kurdshop – Pirtûka nivîskar û lêkolînvan Seîd Veroj a Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn Fanî û Mesûd Fanî ji weşanên Peywendê çap bû.
Pirtûka nivîskar û lêkolînvan Seîd Veroj a di derbarê sirgûn ango mişext kirina piştî Peymana Lozanê û 3 birayên malbata Fanîzade û piştî mişextbûna wan serûwenên wan kiriye mijara lêkolîna pirtûka xwe.
Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Peywend ve hatiye çap kirin û ji bo pirtûkê pêşgotina nivîskar û herwaha ji malbata Fanî jî Kenan Fanî Dogan jî pêşgotinek nivîsandiye û ew herdu pêşgotinên ku pirtûkê de ne wekî xwe li xwarê ye:
Pêşgotin
Min di zarokîya xwe de bi navê “Çarpık Rön”, kitêbeke ji çîrokên Léon Lambry xwendibû. Di wê çîrokê de digot; “Dema ku birûskek li dara mazî bixe, dar bi xwe têkdiçe lê koka wê her zindî dimîne. Her çi qas ku sal pêda diçin, dara mazî li ser wê kokê berê bêtir gurr dibe.” Koka darê, bi qasê zindîbûnê, qerektera wê jî diparêze û dide jîyandin.
Wekî vê darê, berdewamîya jîyana mirovan jî, zarok û nevîyên wan in. Ev lêkolîna hêja ya mamoste berêz Seîd VEROJ, ciwaba van pirsan dide ku berdewamîya hebûna me ya bîyolojîk, genê me yên sosyal çawa derbasê neslên (cîlên) li pey me dibin, raman û radanên (tevgerên) me çawa çê dibin, ya herî girîng jî bîra me ya civakî çawa çê dibe, li ser kîjan binyadê zîl (şîn) tê û geş dibe.
Ji vê kitêba ber destê we, weha dîyar dibe ku heft lawên Mihemed Ebdulbaqî Efendî yê ku ji wan tête behskirin, para yekî ji wan nebûye ku bi hev re di goristanekê de bihêne veşartin. Bi awayekî berfireh çêkirin û pêşkêşkirina lêkolîn û lêgerînên li ser sirgûnî û tengasîyên hevpar ên jîyana wan, dê pirekî aîdîyet û hafizeya kolektîf di navbera wan û neslên dahatûyê de çê bike.
Dema ku min ev lêkolîna hêja ya mamoste berêz Seîd VEROJ xwend, gelek agahîyên nû hîn bûm û hestîyar bûm. Wî bi vê lêkolîna xwe ya hêja, her wekî avdana darekî, bi awayekî berfireh îmkanên nasîn û têgehîştina şexsîyet û hedîseyên dewrekî dane me. Ez bi navê xwe û malbatê, ji vê kedkarê hêja yê îrfan û tomarkirina hafiza (bîra) me ra sipas dikim û hêvîdarim her serkevtî be.
Hurmetên xwe pêşkêş dikim.
Kenan Fanî Doğan
Pêşgotina Nivîskar
Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanî, yek ji rêzeyê xebata bîyografîya navdarên Kurd e ku mêj ve li ser dixebitim. Di vê kurte pêşekîyê de naxwazim gotinê dirêj bikim, tenê dixwazim li ser Peymana Lozanê çend hevokan rêz bikim.
Hevdîtinên Peymana Lozanê, di 21ê Çirîya Paşîn a sala 1922an de dest pê kirin, nêzî sal û nîvek dewam kirin û di roja 24ê Temûza 1923an de peyman hate îmzekirin. Peyman di bin bandor û gefên belavbûna Şoreşa Bolşewîk de hate îmzekirin û bi îmzekirina vê peymanê bakurê Kurdistanê di nav sînorên Komara Tirkiyê de maye.
Di peymanê de rasterast hîç behsa mesela Kurdistanê nehatîye kirin û bi tevî ku ji dewletên hevpeyman gelek îmzekar hene lêbelê bi navê “Mesela Mûsilê”, gengeşîya li ser dahatûya başûrê Kurdistanê, esasen di navbera hikumeta nû ya Tirkiyê û Brîtanyayê de dewam kirîye. Hikumeta Enqerê dixwest bi ser Mesela Mûsilê re îhtimala bidestxistina hinek mafên netewî yên başûrê Kurdistanê pûç bike, ne ku Mîsaqê Mîllî biparêze. Lewra di wê hengameyê de, zagona dewleta nû ya Iraqê dihat amade kirin û armanc ev bû ku ji alîyê sîyasî ve di vê zagonê de ji bo miletê Kurd hîç maf û statûyekî neyê qebûlkirin.
Di vê peymanê de, lîsteya muxalifên ku ji hemwelatînî bêne derxistin û sirgûnkirin jî hatîye îmzekirin. Li gor Peymana Lozanê divîyabû Tirkîye efûyek giştî derbixista lêbelê 150 kesên muxalifên ku wê dixwest, karibû li dervayê vê efûyê bihişta. Ew kesên ku li dervayê kanûna efûyê hiştin, li ser hev 150 kes bûn û di Hezîrana 1924an de wan sirgûnê dervayê Tirkiyê kirin. Ev maddeya peymanê nîşan dide ku dewletên hevpeyman li hemberê rêvebirîya Kemalîst bi çi qasî tawizkar û musemehakar bûne. Navê her sê birayên Fanîzade û gelek Kurdên din jî, di nav vê lîsteya sirgûnên 150 kesan de bûn. Di naveroka kitêba ber destê we de, hunê serûwena van sê birayên Fanîzade bixwînin.
Di vê xebata ber destê we de, keda hinek heval û mamosteyên hêja hene ku dixwazim bi çend gotinan malavayî li wan jî bikim. Mamoste Cemîl Amedî, wekî her caran bi wergerandina metnên Osmanî ji bo tirkîya îro; Mamoste Dr. Remezan Pertev, bi wergerandina naveroka kitêba Mesûd Fanî ya bi navê La Nation Kurde et Son Evolution Sociale; Mamoste Dr. Hêmin Omer, bi wergerandina nivîsa bi sernameya “Qaxezekî vekirî ji bo Zeynelabidîn Beg” ji soranî; herweha Mihemed Garîp Ay, bi wergerandina destxeta Sicîlê Umûmî yê Elî Îlmî û hinek ewraqên din, M. Emîn Hêvîdar bi xwendin û serrastkirina metnê tevlî peydabûna vê xebatê bûne. Ji bo keda van berêzan dubare gelek sipas dikim.
Seîd VEROJ