Li Bazîdê duyem hevdîtina ''Seyadê Şamê'' ya dengbêjan birêve diçe

Şadî

Kurdshop – Sala borî yekem hevdîtina Dengbêjan a Seyadê Şamê birêve çû û îsal jî dê bi awayekî hîn berfirehtir û bi awayekî ku li çanda dengbêjiyê di nav gel de jî jiyan bike û ew çalakî dê îsal wek duyem hevdîtin dê birêve biçe.

Ji bo birêvebirian duyem hevdîtina Dengbêjiya ‘’Seyadê Şamê’’ Şaredara navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê Yildiz Acar  ragehand: ‘’ Yek ji bingehê çanda Kurdî ya herî serekî û wek wêjeya Kurdî ya bi hezaran salan bi awayê devkî geheştiye rojame ya îro bi kilam û stranên dengbêjan ve ew yek pêkan bûye û her ku mirov wan kilaman guhdarî dike me dibe nav dîrokekî hezaran salan. Û ji bo Hevdîtina Dengbêjan a Seyadê Şamê îsal bi awayekî berfirehtir amadekarî hatine kirin.

Şaredar Yildiz Acar ragehand, ev hevdîtin yek ji hevdîtinên herî mezin a Dîroka Çanda Kurdî ye û diyar kir: ‘’Îsal dê li gel 8 hunermendên me, stran û kilamên me yên ku dibin tercûmanê êş û keyfxweşiyên me ji bo ku mayînde bibin û herdemê jiyan bikin me her cure hewldanek kir û ji naha û pê de jî emê bikin.

Herwaha diyar kir, ji bo ew armancên me bicîh bên em hemû gelê Bazîdê roja Pêncşemê 15.06.2023yê vedixwînin ku di Hevdîtina Dengbêjan a Seyadê Şamê de amade bibin û ji bo tekoşîna nirxên me yên çandî bigehe siberoja me û bigehe nifşên nû, em bang dikin ku herkesek piştevaniyê bike.

Şaredara Bazîdê got, xwedî derketina li dîrok û hunera me deynê li ser stûyê me hemûyane û em naxwazin Seyadê Şamê di nav rûpelên dîrokê yên toz girtî de bimîne, em dixwazin li esmanên Bazîdê berdewam ew dengê nemir hebe û ji bo vê tekoşînê jî em daxwaza piştevaniyê li gelê xwe dikin.

Seyadê Şamê kî ye?

Seyadê Şamê sala 1922yê li navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agirî li dayîk bûye. Wek dengbêj di Radyoya Êrîvanê de dengê xwe gehandiye hemû civakê.

Seyadê Şamê sala 1942yê ji bo pêwîstiyên aborî û kar bê pasaport derketiye û li sînorê Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve tê girtin û wî dixin girtîgeha Erzeromê. Ji bo demekî kurt tê berdan û piştre biryara nefî ango mişextî kirin û ji cîh û warê xwe dûrxistinê ji bo wî tê dayîn. Di çarçoveya wê biryarê de Seyadê Şamê û malbata wî li navçeya Alaca ya ser bi parêzgeha Çorum a Tirkiyê wek mişextî bicîh dibin.

Piştî ji bo Alacayê hate mişext kirin demekî kurt şûnde wek yek ji kurê malê Seyadê Şamê tê girtin. Piştre jî bi tewana ‘’Li dijî dewletê sîxurtî kiriye’’ careke din tê girtin û li girtîgeha Erzeromê tê zîndanî kirin. Li girtîgeha Erzeromê leşkerekî Kurd ê xelkê Bazîdê li wê derê leşkeriya artêşa Tirk dike û car caran li gel wî hevdîtinan dike û piştî sê salan li girtîgeha Erzeromê dimîne Seyadê Şamê li girtîgehê direve. Ew leşkerî xelkê Bazîdê jî alîkariya wî dike û bi wî awayî direve. Piştre ew nûçeya reva Seyadê Şamê dewlet digehîne malbata wî û malbata wî bawer nake û dibêjin: ‘’Nexêr Rom xayîne, Wan Seyad kuştiye, me dixapînin dibêjin reviya ye.

Piştre ji girtîgehê direve Seyadê Şamê diçe Radyoya Êrîvanê û beşdarî bernameyên wê dibe. Piştre reva wî ya ji girtîgeha Erzeromê hemû hûrgiliyan ve aşkera dibe.

Zivistana 1944ê dema ji Erzeromê ve bi qaçaxî derbasî Îranê dibe û daxwaza penaberiyê li Îranê dike. Wê demê Îran di bin dagirkeriya Yekitiya Sovyetan de ye. Yekitiya Sovyetan sala 1946ê ji Îranê derdikeve û piştî xwe paşde vedikşîne gelek kesên ku bê pasaport û bê nasname li gel xwe dibe bo Yekitiya Sovyetan. Seyadê Şamê jî di nav wan kesan de ye. Seyadê Şamê piştî diçe wê derê dibe hemwelatiyê Yekitiya Sovyetan, lê dîsa nagehe rihetiyê. Vê carê jî bi tometa casûsê dewleta Tirk e wî mişextî Sîbîryayê dikin û 11 salan di kampên Sîbîryayê de naçar dimîne ku jiyan bike.

Piştî mirina Stalîn lêborîna ku derdikeve sûd jê werdigre û li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê bicîh dibe. Li ser pêşneyara hevalekî xwe bi salên dirêj di Radyoya Êrîvanê de beşa hunermendê dengbêjiya Kurdî de kar dike. Seyadê Şamê xwedî kesayetekî karîzmatîk e û ji ber wê jî demekî kurt de ji aliyê hemû kurdan ve tê nas kirin. Piştî reva ji girtîgehê 15 salan şûn de rojekî zarokek hewar dike û ji malbata wî re dibêje ‘’Mamê Seyad li Radyoya Êrîvanê diaxive û stranan dibêje’’ bi wî awayî malbatê agahdar dike. Malbat keyfxweş dibe lê derfeta wan a ku biçin Yekitiya Sovyetan çênabe. Heta sala 1990ê birayê wî diçe Êrîvanê wî dibîne. Piştî 50 salan ango sala 1991ê vedigere Bazîdê mala bavê xwe. Piştî tê mala bavê xwe li gel herkesekî hevnasînê dike û dibîne ku jineke pîr pişta xwe daye dîwar û li wî dinêre. Dibêje gelo ew xwîşke kî ye? We bi min neda nasîn. Meriv û kesûkarên wî dibêjin ew ne xwîşka te ye, ew 50 sale li benda te maye ango nîşankirî ya te Zulfenaz e. Nêzîkî 50 salan li bendê maye û li ser vê yekê Seyadê Şamê di cîhê xwe de dicemide û çavên wî tejî dibe. Serê xwe ditewîn, şerm dike û nikare li rûyê Zulfenazê binêre. Ji ber wê jî Seyadê Şamê nikare tehemûl bike û careke din vedigere bo Êrîvanê û piştî mehekê ji malbata wî re nameyek diçe ku Seyadê Şamê koça dawî kiriye. Tê gotin ku Zulfenaz hîn saxe û li Stenbolê jiyan dike. Lê ev yek ne tekez e.

Stranên Seyadê Şamê

Strana herî navdar a Seyadê Şamê ku ji bo mam ango apê xwe nivîsandiye, strana Apo ye. Ji ber navbeyna wî û apê wî girêdaneke taybet heye û apê wî ti zarokên wî yên kur nebûye û ji ber wê pir ji Seyad heskiriye. Seyad jî dema ku li Êrîvanê bûye hertim hesreta apê xwe kişandiye. Ew stran roja me ya îro jî gelek tê heskirin. Strana din a pir navdar jî strana ji bo Zulfenazê gotiye, ‘’Esmer Eman’’ e. Ev stran jî dikare bê gotin hesret û ji hev dûriya 49 salan tîne ziman. Herwaha gelek stranên Seyadê Şamê hene.

KURDŞOP
728 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!