Pirtûka pêwendiyên navbera bikarhênerên torên civakî û beşdarî li tevgera civakî hat belav kirin

Encamên vê lêkolînê îşaret bi vê dikin ku torên civakî ne motîvasyoneke bihêz a serhildana vê dawiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bûn, belkî bi awayekî kevneşopî torên saziyên siyasî yên bihêz wisa derkeftin ku di demên guncaw de nerazîbûna civakî berçav bigirin û her wekî, ku di serhildana piştî şehîdbûna Jîna yê de ya li demsala Payîza borî de rû da.

Pirtûka “Pêwendiyên Bikaranîna Torên Civakî û beşdariya Tevgerên Civakî” (bo mînak bajarê Seqizê) nivîsa Fuad Xakî Bêygî hat çap û belavkirin.

Di lêkolînê de ku behsa rola torên civakî tê kirin, tê pirsîn: Gelo divê em li torên civakî wek motorek an amûrekê ji bo hêsankirina serhildanê li Rojhilatê Kurdistanê binêrin?

Nivîskar di pêşgotina lêkolîna xwe de dibêje, armanca sereke ya vê têza ku ji bo zanîngeha “Îran Akademiya” hatiye amadekirin, lêkolînkirina li derbarê pêwendiya di navbera torên civakî û tevgerên civakî de di çarçoveya Rojhilatê Kurdistanê de û bo vê mebestê, cureya lêkolînê bikar hatiye. Mînak jî ji 204 kesan li bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye.  

Encamên vê lêkolînê îşaret bi vê dikin ku torên civakî ne motîvasyoneke bihêz a serhildana vê dawiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bûn, belkî bi awayekî kevneşopî torên saziyên siyasî yên bihêz wisa derdikevin ku di demên guncaw de nerazîbûna civakî berçav digrin, her wekî, ku di serhildana piştî şehîdbûna Jîna yê de ya li demsala Payîza borî de rû da.

Fuad Xakî Bêygî di sala 1984an de li bajarê Dîwandere li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, navborî berhema xwe pêşkêşî şehîd Jîna Emînî kiriye, ev lêkolîna beşeke ji hewcehiyên bidest anîna bawernameya Masteriyê li warê civaknasiyê li zanîngeha Îran Akademiya ku li welatê Holandayê tomar kiriye.

KURDŞOP
739 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!