Pirtûka Îran Xanim a nivîskar Sayîme Xakpûr hat çapkirin

Pirtûka nîvîskar û werger Sayîme Xakpûr a bi navê ‘Îran Xanim-Hawarek Ji Urmiyê’ ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hate çapkirin.

Kurdshop – Pirtûka nîvîskar û werger Sayîme Xakpûr a bi navê ‘Îran Xanim-Hawarek Ji Urmiyê’ ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hate çapkirin. Di pirtûkê de Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînên komek mirovan radigihîne.

Derbarê nivîskarê de…

Sayîme Xakpûr di sala 1983an de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Urmiyê) ji dayik bûye. Li Zanîngehê, Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitiye. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farsî û herwisa Farsî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin. Di ber karê wergerê de kurteçîrokan jî dinivîse. Kurteçîroka wê ya bi navê “Qêrîna Dilê Evîndarên Gundê Koranê”, di festîvala bajarê Lahe a  Hollandayê de xelata kurteçîrokan a sala 2021’ê wergirtiye.

Berhemên Nivîskar

99 Morîkên Belavbûyî (Werger), (Xelata berhema herî baş a sala 2021ê li Parêzgeha Urmiyê wergirtiye.) Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020Firîna Bi Baskên Şikestî (Werger), Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020. Qêrîna Sedsalekê Karapetê Xaço (Werger), Salihê Kevirbirî, Bîjenyurd, Xorasan 2020. Hawara Bilûrê, (Werger), Ûsivê Hemîd-Afraz, Tehran 2022
Îran Xanim, Hawarek ji Urmiyê, Stenbol, Nûbihar, 2023

Kurteyek li ser jiyana Îran Xanimê

Îran an jî bi navê xwe yê hunerî Îran Xanim yan Îran Xan, di sala 1951an de li gundê Îçkeso li navçeya Somabiradost a ser bi bajarê Urmiyê  ji dayik bûye.

Îran Xanim keça Evdilrehman û Perîşanê ye. Xwişkeke Îran Xanimê û birayekî wê hebûne. Perîşana dayika wan di temenekî gelekî zû de emrê Xwedê dike, her sê zarokên wê bêdayik dimînin. Dema Perîşan çavên xwe li dinyaya madî digire, zarokên wê li cem meta xwe ya bi navê Cewahir dimînin, lê meta Cewahirê ji ber sedemeke nediyar nikare li wan xwedî derkeve. Jineke bi navê Bedîcemal ku dibe xwişka hevjînê Cewahirê, wan her sê zarokan xwedî derdikeve. Mixabin piştî demeke kurt nexweşiyek tê û xwişk û birayê Îranê ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin, Îran Xan bi tenê dimîne. Sal û meh derbas dibin heta ku Îran Xanim dibe keçeke 9 salî, êdî her tiştî dizane û pê dihese ku Bedîcemala dilovan ne dayika wê ye, lê bi qasî dayikekê ked daye û ew mezin kiriye. Îran ji bo ku bavê xwe û gundê xwe peyda bike, dikeve nava hewildanan.

Îran Xanim di demên zarokatiyê di dîwanxaneyên gundê Hovesnê de stranan dibêje û dîwanan bi dengê xwe yê nazik û zirav dixemilîne. Bi taybet di şevên dirêj ên payîz û zivistanan de dengê wê keça rûgeş, dengxweş û dengzêrîn li dîwanxaneyan de digere û olan dide deşta Somabiradostê. Ew yekem jina dengbêj a Kurmanc e li bajarê Urmiyê ku li radyoya Urmiyê li gel dengbêjê nemir Xalê Birê û bi hevrêtiya bilûra Mistê stran gotine. Îran Xanê kofiya xwe girê dida û diçû radyoya Urmiyê stran digotin. Bi kofiya xwe ya Şikakî û bejn û bala lihevhatî ku hertim xwe bi heft bizmalan dineqişand, xemleke wisa şêrîn dida radyoya Urmiyê, ku mirov guneh dikir lê binêre. Li Urmiyê hema hema ti kes nîne ku bi wê dengbêjê re bîranîneke wan tunebe, yan jî di mala wan de kasetek ji dengê wê nebe, heta zarokên wê serdemê jî bi dengê wê nasyar in û her yekê bîranînek ji dengê wê heye.

Dema ji Îran Xanimê pirs kirine te kengê dest bi gotina stranan kiriye, wiha gotiye:

“Ya rast ez jî nizanim, lê bi qasî ku tê bîra min ez stranan dibêjim, belkî dema zikê dayika xwe de bûm, belkî dema navika min birîn û  avêtin   nava çemê Zerik, belkî jî dema dayika min çû ser dilovaniya xwe, ew girî û qêrîna min di feraqa dayê de stranek bûye ku ji bo jidestdana wê min gotibe.

Îran Xanê bi xwe stranên xwe çêdikirin û digot. Piraniya stranên wê li ser xem, keser, evînê û xerîbiyê bûn. Hejmara stranên wê nediyar in, yên ku di radyoya Urmiyê de gotine, piranî di arşîvê de nehatine qeydkirin.

Dengê wê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Heta roja îro ku 21 sal li ser koça wê re derbas bûne, dengekî mîna dengê wê di guhên me de olan nedaye (di guhên me de denge nevedaye). Îran Xanima dengbêj di sala 2001ê de xatir ji me xwest û stêrkeke hunerî li esmanê Kela Dimdimê temirandin ku em hûrgilîyên koça wê ya ne adilane di pirtûka jiyana wê de bixwînin.

Tu hunermendeke Kurd bî, ji her tiştî pêştir, tu jineke dengbêj bî, tu bêxwedî û bê cih û war bî, dê mirina te jî wekî jiyana te bêserûber be. Ax ji bêkesiyê, ax ji bêwariyê, ax ji bêdadiyê.

KURDŞOP
1197 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!