Kurdshop – Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bernameyeke li dar xist. Bernameya ser navê "Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî, Dayîna bawernameyên mamosteyên kurdî" li dar xist.
Bernameya ku duh 20.05.2023yê li Salona Navenda Çanda Mezopotamyayê hat birêve birin de, bi ser sedî re kes lê amade bûn. Bername hem ji bo 31'emîn salvegera damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hem ji bo Cejna Zimanê Kurdî û hem jî ji bo dayîna bawernameyên ji bo kesên bûne mamoste hat li dar xistin.
Destpêkê de ji bo bîranîna avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê sînevîzyon hat nîşandayîn. Piştre jî Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Rezmiye Alparslan silav li mêvanan kir. Zimanzan Zana Farqînî jî behsa avakarên Enstîtuya Kurdî kir. Farqînî got ku dema Enstîtuya Kurdî ava bû em xwendekar bûn, avakarên wê ji bo me ronahî bûn. Farqînî di serî de Musa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç û avakarên Enstîtuyê bi bîr anî û got, "Me ew kes dîtin; wan ji bo me pêşengî kirin. Musa Anter bo me gelek giring bû, ji ber ku lingek wî heta destpêka Komarê diçû, hay ji her tiştî hebû. Bo me şeref bû me ew dît."
Farqînî li ser saziyên kurdî sekinî, qala girîngiya wan kir, berdewamiya wan kir û got, "Ev dem û dezgeh divê bi tenê neyê hiştin. Tevger divê xwedî li saziyan derê. Gotina 'ziman rûmeta me ye' divê di gotinê de, wekî slogan nemîne. Zimanê me dengê pêşiyên me ye. Wan ev emanet daye me, em xiyanetê lê nekin. Em vî zimanî bigihînin zarokên xwe."
Piştî axaftinan dengbêj Sebrî Agirî û Mihemedê Beyro bi klamên xwe reng dan çalakiyê. Paşê bawername dan kesên di qursên Enstîtuyê de bi ser ketine û bûne mamoste. Îsal 13 kesî bawernameyên mamostetiyê girt û ew yek bi yek derketin ser dike, bawernameyên xwe girtin.
Çalakî herî dawî bi stranên hunermend Merwan Tan û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dawî bû.