Ako Celîliyan, nivîskar û lêkolerê xelkê parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, di merasîmekî kêrhatî li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de, xelata zêrîn a Bile (Îbrahîm Ehmed) bo sala 2023`an jêra hat pêşkêşkirin.
Ev xelata han bi sebeba zêdetir a 35 salan hewl û têkoşîna mamosta Ako Celîliyan a ji bo parastin û tomakirina peyvên zimanê Kurdî û herwisa tomarkirina folklora navçên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji vî nivîskarê Rojhilatê Kurdistanê re hatiye pêşkêşkirin.
Ako Celîliyan li sala 1971`an(1350`an Rojî) li bajarê Arûn Ava ya (Şabad) girêdayî parêzgeha Kirmaşanê dayîk bûye.
Karakter dizayn: Hêmin Qaremanî
Ako Celîliyan zêdetir bi sebeba kultûra Başûr hatiye naskirin, ji ber ku mezintirîn bêjenam (Qamûs)a peyvên devokên Kurdya jêrê ku 45 Hezar peyvên Kurdî li navçeyên Kirmaşan, Îlam û Loristan ye ji girtiye.
Ev lêkolerê han yê Kurd, nêzî 30 sal temenê xwe bo li pey kevtina peyvên bingehîn yên Kurdî derbaskiriye û zêdetirîn peyvên Kurdî li devoka xelkê resen yên wan navçan ber hev kiriye û di ensîklopediyekê de bi navê (Kurdîka) de tomar kiriye. Ensîklopediya Kurdîka, lîkolîneke mezin, giştgîr û binyateke ku heta niha hevterîbên wê di nav Kurdî de nebûye.
Beşa yekem a “Kurdîka” ku taybet e bi “peyvnasîna Kurdî” û zêdetir li 340 Hezar peyv li devokên zimanê Kurdî li 67000 rûpelan de berhev kiriye û biryar wisa ye ku li 30 cildan de belav bike. Heta niha ev berhema han 9 cildên vê ji aliyê çapemeniya “Dîbaçe”ya bajarê Kirmaşanê ve hatine çap û belavkirin. Ev 9 cildên han di 8000 rûpelan de, û 73000 peyv in (li pîta A heta X)ê ji xwe digire.
Piştî belavbûna van 30 cildan, beşên din jî ku taybet in bi cografiya, dîrok û kelepûra Kurd dê belav bike.
Beşek li berhemên Ako Celîliyan wiha ne:
- Ferhenga Başûr ku 45 Hezar peyvên Kurd ne, li navçeyên Kirmaşan, Îlam û Loristanê.
- Rengname (Koma çîrokan)
- Agir Meluç roman bi devoka Kirmaşanê.
- Zerîne û Sîmîne, çar cild in ku komkirin û li zindîkirina têksta folklora navçên Kirmaşanê yên mîna vehunandin û şîretên pêşîniyan û mamik in.
- Tarîxane
- Gencîneya devoka Îraniyan.
- Ensîklupediya Kurdîka