Hunermendê şêwekar ê Rojhilatê Kurdistanê Ehmed Xelîlîferd koça dawiyê kir

Hunermendê Kurd Ehmed Xelîlîferd di jiyana xwe de ji bêhtir ji 15 pêşangehên takekesî lidarxistin û bêhtir ji 100 pêşangehên bikom de jî beşdar bû.  Herweha çend berhemên wî li ser dîwarên bajarê Tehran a paytexta Îranê hatine nexşandin.  Çand, Jiyan û Cil û Bergên Kurdî di piraniya tabloyên şêwekariyê yên Ehmed Xelîlîferd de tên dîtin.

Kurdshop – Hunermendê şêwekar ê Kurd, Ehmed Xelîlîferd xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bû û li bajarê Tehran a paytexta Îranê koça dawiyê kir. 

Ehmed Xelîlîferd sala 1950yê li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Qonaxên Dibistan, Navendî û Amadeyî li Sine xwendine.

Bekeloryos di hunerê de û li Koleja Hunerê ya Zanîngeha Tehranê wergirtye, herweha li Zanîngeha “Terbiyet Muderis” a Tehranê û li koleja Hunerê Master kiriye.  Bêhtir ji 20 salan li zanîngehên Tehran, Hunera Yezd û zanîngeha Hunerê ya Kirmanê mamosta bûye û dersa Huner û Şêwekariyê gotiye. 

Her di vê heyamê de çend workşop û xulên fêrkirinê li welatên Rûsya, Lubnan, Îtalya, Bengladeş, Çîn û .. vekirine.   

Hunermendê Kurd di jiyana xwe de bêhtir ji 15 pêşangehên takekesî birêvebirine û beşdarî di 100 pêşangehên bikom de kiriye.  Herweha hejmarek ji berhemên wî li ser çend dîwarên bajarê Tehranê yê paytexta Îranê hatine kişandin

Çand, jiyan û Cil û Bergên Kurdî di nava berhemên Ehmed Xelîlîferd de tên dîtin.

Tevî şêwekariyê, peyker jî çêkirine û her du peykerên “Çiyager” û “Suhrewerdî” ku li bajarê Sine hatine danîn, berhemên wî hunermendên Kurd in.   

Xelîlîferd endamê Encûmena Şêwekarên Îranê û Encûmena Saziya Pêşxistina Şêwekariyê li Îranê bû. 

Sala 2002yan de du Dîplomên Şanaziyê û  Medalyaya Bronzî li Three Phala ya Parîsê li Fransayê wergirtiye

Medalya payeya yek a hunerî li Wezareta Ferheng (Wezareta Rewşenbîrî)  a Îranê wergirtiye

Piştî çend salên nexweşiyê li bajarê Tehran a paytexta Îranê koça dawiyê kir.

 

KURDŞOP
848 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!