Pîştî 75 salan dîwana Ey Reqîb ji Avestayê derket

Dîwana Ey Reqîb ya helbestvanê neteweyî di sala 1948an de cara pêşî bi Soranî hatîye çapkirin. Piştî 75 salan vê carê bi awayê tîpguhêzî li Bakûrê Kurdistanê ji hêla weşanxaneya Avestayê ve hatîye çapkirin

Şêrko JANZÊM

Kurdshop – Helbestvanê sirûda neteweyî “Ey Reqîb” Dildar (Yûnis Raûf) di 20ê Sibata 1918an de li Koye ji dayik bûye. 1948an li Hewlêrê koça dawî kiriye. Dildar di serdema guherînan û derketina rêbazên edebî de jiyaye. Di nav kurdan de amadehiyeke Klasîzm, Romantîzm û Realîzmê hebû, yanî ew di qonaxa dawî ya Klasîzmê, naverasta Romantîzmê û di destpêka Realîzmê de jiyaye. Ji ber vê, bi zelalî krokiya van rêbazan di helbestên wî de têne dîtin. Dema meriv li helbestên Dildar dinêre meriv bi zelalî tevliheviyeke van her sê rêbazan dibîne, loma diyarkirina rêbaza edebî ya helbestên Dildar ne hêsan e. Hinek ji helbestên wî bi temamî realîst in û ligel rastiya civaka kurdan ya wê demê re li hev dikin. Ew li gor serdema ku tê de jiyaye mînaka wan helbestvanan e ku helbestên nû yên kurdî ceribandiye. Li gor lêkolînên li ser nûkirina helbesta kurdî, ku Dildar ne yek ji damezrênerê dibistana Romantîzm û Realîzmê be jî bi dilniyayî ew yek ji wan edîbên ku helbesta  kurdî di warê giranî, serwa, awaz, wate û peyvan ve nû kiriye. Heger meriv bi hûrî Dîwana Dildar bixwîne, meriv dibîne ku îdeolojiya wî, ji bingehê ve îdeolojiyeke pêşketî ya neteweya kurdan e. Di helbestên wî de mebest û armanca sereke, hişyarkirina neteweya kurd e ji paşvemayîn, nezanî û nedadperweriyê ye.

Remezan Hemedemîn

Dîwana Ey Reqîb ya helbestvanê neteweyî di sala 1948an de cara pêşî bi Soranî hatîye çapkirin. Piştî 75 salan vê carê bi awayê tîpguhêzî li Bakûrê Kurdistanê ji hêla weşanxaneya Avestayê ve hatîye çapkirin ku amadekarî û tîpguhêzî ya dîwanê ji hêla Şîyar Şerîf Berazî ve hatîye kirin Dîwan her wekî xwe bi zaravayê soranî maye lê bo alfabeya latînî tîpguhêzî hatiye kirin. Dîwan ji 36 helbestan pêk tê di dîwanê de bîyografîya Dildar bi kurdîya Kurmancî hatîye nivîsîn û dîsa di diwanê de ferhengokek jî hatîye amadekirin bo kurmancî û soranî. Di dîwana Dildar de her çend ku mijarên netewî hene wî carinan şîret li ciwan û zarokan jî kiriye

KURDŞOP
1013 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!