Şino Resûlî
Li başûrê parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bajarek bi navê Serdeştê hilkeftî ye. Ew bajare zêdetir bi sirûşta xwe ya efsûnî navdar e. Lê belê, di warê dîrokî de jî gelek şûnwarên dîrokî yên girîng hene ku kêm hatine behskirin. Li Serdeştê hin şûnwarên dîrokî yên girîng hene ku lêkolînên li ser dîroka wan hatine rawestandin. Ji ber ku ev şûnwarên dîrokî hin rastiyên dîroka Kurd rohn dikin ku ji aliyê desthilatdarên sepiyayî bi ser Kurdistanê de hatine çewaşekirin.
Li gor hin çavkaniyên dîrokî; Serdeşt cihê jidayikbûna Zerdeşt e û navê bajêr jê hatiye wergirtin. Lê tê gotin ku piştî êrîşa Ereban navê wî bajarî ji Zerdeşt ve bi Serdeşt hatiye guherîn. Hinekên dinê jî li ser wê baweriyê ne ku navê Serdeşt ji du beşên “ser” û “deşt” hatiye wergirtin, ku tê wateya deştek ku heta Zêyê Piçûk dirêj dibe.
Nêzîkî Serdeştê kelehek heye ku dîroka wê vedigere bo serdema desthilatdariya Eşkaniyan. Li gorî şûnwarên ku di kelehê de hatinî dîtin, Serdeşt û navçeyên derdorê di bin desthilatdariya Maniyan de bûne. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin, dibe ku Serdeşt di dîrokê de navên dinê jî hebin.
Ji xeynî şûnwarên dîrokî, ev navçeye hin şûnwarên sirûştî jî hene ku li asta Îran û Kurdistanê bi navûbang in. Sûlava Şelmaşê, sûlava Rezge, çemê Kelwê û kaniya Giravan ji van şûnwaran in. Çend çiyayên bilind li bajêr hene ku pêk hatine jî: Bulfet, Hewîne Mal, Serî Gom, Terxan, Îbrahîm Celal, Çiyayê Nistan, Lendî Şêxan, Daşan Qela, Kase Berdîn, Hacî Îbrahîm û Barde Sipiyan.
Yek ji şûnwarên sirûştî yên Serdeştê kaniya Giravan e. Ev kaniye li bajarokê Rebetê yê ser bi bajarê Serdeştê hilkeftî ye û dîmenek taybet heye. Peyva “Giravan” ji du peyvên “Gir” û Avan” pêk hatiye. Gir tê wateya tiştekî giran û hişk û “Avan” jî gelempera peyva “Av”ê ye. Giravan bi gelemperî tê wateya avek tund û hişk.
Kaniya Giravan ji ber taybetmendiyên xwe yên dermanî bi navûbang e. Ev kaniye li nêzî gundê “Kanî Guwêz” di mewdaya du kîlometreya bajarê Rebetê de hilkeftî ye.
Çemê Zêy Piçûk ku di demsala Biharê de yek ji çemên herî pirav e, ji kêleka kaniyê re diherike. Ava kaniyê jî diherike nav çemê Kelwê ku beşek ji Zêy Piçûk e. Giravan jî kaniyek e ku ava wê kanzayîn e û şor e û ji ber vê yekê ji bo vexwarinê nabe. Ev kaniye 1206 metre ji asta deryayê bilind e. Rojane hejmareke zêde ji geştyarên Îran, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê serdana vê kaniyê dikin.
Ava kaniyê ji ber ku madên kanê tê de hene, dibe kevirekî wekî qisl (ahek) û her sal bilindahiya kaniyê zêde dibe. Di Zivistanê de ava kaniyê ji ber ku şor û xwê tê de ye, naqerise. Çawahiya çêbûna kaniyê û sedemên ku çima ava wê şor e, heta niha bi şêweyekî zanistî kar li ser nehatiye kirin û rohn nîne.
Ava vê kaniyê xwediyê taybetmendiyên dermanî ye ku ji bo karûbarên ciwankarî û paqijkirina pîst tê bikaranîn. Bi gelemperî di warê dermansaziyê de xwediyê taybetmendiyên biyofîzyolojîkî ye. Ji ber vê taybetmendiyê, kaniya Giravanê bûye cihê geştyariyê û xelk ji bo nexweşiyên pîst, hestî û romatîzmê serdana wê dikin.
Piraniya xelkê di du demsalên Bihar û Havînê de serdana vê kaniyê dikin. Ji ber ku xwezaya derdora kaniyê di van herdu demsalan de pir xweş û balkêş e. Tevî wê ku gelek kes serdana vê derê dikin jî, lê ti îmkanatên xizmetguzariyê li wir nînin, eva jî bo geştyaran pirsgirêkek mezin çê kiriye.