Çiro Hewramî
Rezaw gundekî pelikanî li xwarê Kosalanê û hember Kuremiyaneyê ye û ser bi bajarokê Sewlava ye ku 80 kîlometreyan li rojavayê Sine dûr e.
Dîroknasan li ser hilkefta gundê Rezawê nivîsîne, 400 sal berî niha, ev gunde li ser girekî hember gundê “Kerava” bûye û niha ji vî cihî re dibêjin “Qela Hîjê”. Paşê ji ber nexweşbûna cih û êrîşên xan û desthilatdarên gund û deverên dinê, xelkê Rezawê ji wir nemane û hatine vî cihê ku niha lê dijîn.
Dema ku xelk li cihekî guncaw digerin ji bo ku ewlehiya wan hebe, ew şûna niha peyda dikin ku lê dinêrên avek baş heye, û mamosteyê Rezawiyan diçe û hinekê destêwerdana wê şûnê dike û dibe kanî ku heta niha jî ev kaniye av jê tê derê. Her di wê demê de navê kaniyê danîn “Hane Mela”, Rezewî ev der guncaw dîtin û her li wir malên xwe çê kirin û koçî gundê nû kirin.
Hewraman di serdema “Elî Merdan Sultan û Tahir Sultan” de nehatiye parçekirin û li wê demê di warê siyasî û aborî de serbixwe bû, lê mixabin dijberan nehêlan ev serxwebûne gelek berdewam be, bi taybetî di serdema desthilatdariya Qacaran de hewl dane Hewraman ew yekrêzî û yekparçeyiya xwe ji dest bide. Di sala 1286ê Koçî de “Ferhad Mîrza” yê mamê “Nesredîn Şah” êrîşî ser bajarê Sinê dike û piştre jî êrîşê ser Hewramanê kir. Piştî vê êrîşê Hewramanê serxwebûn û yekparçebûna xwe ji dest da û bû çar parçe (Hewramana Text, Hewramana Lehon, Hewramana Dizlî û Hewramana Rezaw) her yek ji wan beşane hakimên xwe hebûne û mixabin her di wê demê de jî di navbera wan çar hakiman de jî nakokî û pirsgirêk hebûne.
Hewramana Rezaw ji Silên, Bilber, Jîwar ve bigire heta digihîje Jawero, Gawero û herwisa Kamyaranê hatiye pêkanîn.
Rezaw paytexta sultan û hakimên Hewramanê bûye û ji bo parastina vê paytextê spahek pêk anîne ku piraniya xelkê gundê Rezaw di nav wê spahê de bûne.
Li Rezawê goristanek heye ku gorên xan, sultan, kedxuda û helbestvanan tê de hene û pêka nivîsîna ser kêla goran, dîroka wan vedigere bo 250 sal berî niha.
Sultanê dawî yê gundê Rezaw, “Muzefer Xan”ê kurê “Husên Xan” bûye ku di van salên dawî de koça dawî kiriye.
Ji ber ku Rezaw şûna xan û sultanan bûye, piraniya xelkê wê bi karê leşkeriyê re mijûl bûne û gund û xan parastine. Niştecihên vî gundî li gorî xelkê gundên din û xelkên asayî jiyaneke xweştir hebûne û zeviyên çandiniyê jî ji bo çandina dexlan bikar anîne, lê di van salên dawî de Rezewiyan zeviyên xwe kirine bax û niha gelek bax çê kirine.
Gundên Rezaw û Kerava dikevine ser rêya Sine û Merîwanê û lewma ji wê rêyê ve xelkek zêde hatin û çûnê dike. Xelkê van her du gundan ev yeka derfeteke baş dîtine ku berhemên bexçeyê xwe li ser rê bifiroşin û di demsala Bihar û Havînê de baxevan berhemên xwe tînine ser rê û difiroşin.
Rezaw ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û cihê wê yê guncaw, çendîn pirojeyên çandiniyê û kargehên mirîşkan wir hatine avakirin. Ev pirojeyane bûne çavkaniyeke baş a dahatê ji bo Rezewiyan û xelkê gund û bajarên derdorê ji wan Merîwan û Sawlava.