Gundê Dizlî, dergeha Hewramanê

Çiro Hewramî

 

Dizlî yek ji gundên Hewramanê ye û ev gunde rû li çiyayên Dalanî, Qelabirûsk û Milexure dike. Ev gunde ser bi bajarê Sewlavaya parêzgeha Sinê ye û li 25 kîlometreya Sewlava û 130 kîlometreya Sinê hilkeftî ye. Bilindahiya Dzilî ji asta deryayê 1400 metre ye. Erdnîgariya gund wisa hilkeftî ye ku bi çend kelehekê ve hatiye dorpêçkirin ku pêk hatine ji kelehên “Mîtra, Pirsing, Baneberze û Gewranê.

Dizlî keşûhewayek çiyayî heye û Havînên vî gundî hênik in û li Zivistanê jî sar e. Dizlî yek ji wan gundan e ku geştyarek zêde serdan dike, bi taybetî di demsala Havîn û Zivistanê de ku ew navçeye bi befrê tê veşartin. Dizlî sirûştek bedew heye û xwediyê çendin kanî û çem e, herwisa li çiyayên bilind ên derdora vî gundî çendîn cureyên giyayan hene: “Hezbê, rizyanik, bereza û pûnge û hwd”.

Dizlî li Hewraman û Merîwanê xwedan seyrangehek bi navûbang e, ew jî Kanî Xiyaran e. Ev seyrangehe dîmenek bedew heye û keşûhewayek xweş heye, lewma rojane gelek xelk bo seyrankirin û geştkirinê diçine wir.

Li gor amarên dawî, hejmara rûniştiyên gundê Dizlî 2,700 kes bûye, lê niha ew amare zêde bûye û xelkê vî gundî ji bo debara jiyana xwe bi çandinî, ajeldarî, baxçevanî û hunera destî ve mijûl in.

Ev gunde xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e û wek dergeha Hewramanê tê naskirin. Berê navê vî gundî “Dijle” bûye ku tê wateya “Keleha piçûk”, lê paşê navê wî hate guherîn û bûye bi Dizlî. Herwiha çendîn caran rû bi rûyê jinavçûn û şewitandinê bûye, lewra şûna wî gundî hatiye veguhastin û heta di dema êrîşa Îslamê de ji aliyê Ereban ve hatiye şewitandin.

Li gundê Dizlî çend zana û kesayetî hilkeftî ne, yek ji wan “Mela Hesenê Dizlî” ye. Mela Hesen zanayekî olî û helbestvan bû û bi du zaraveyên Hewramî û Soranî û herwisa bi Farsî jî helbest vehûnandiye. Mela Hesen di warê olî de wekî melayek nûxwaz tê hesibandin û her lewma jî waliyê Bexdayê pêşniyara çend pile û postekê wekî “muftiyê Bexdayê” jê dike, lê Mela Hesen wê pişniyarê red dike û dazwazê ji waliyê Bexdayê dike ku wî bişîne bo zanîngeha “Ezer”ê, ew jî pêşniyara wî qebûl dike û dişîne bo welatê Mîsrê û bo heyama du salan li wê zanîngehê dixwîne. Mela Hesen gelek zîrek bûye û ji ber jêriya xwe di wê zanîngehê de dibe wanebêj û bo heyama neh mehan li wir dimîne.

Yek din ji wan kesayetiyên gundê Dizliyê, “Mehmûd Xanê Dizlî” bû. Ew kesayetiyê mezin di serdema xwe de roleke girîng hebûye û xwedan helwêsta netewî bûye û eslê xwe Hewramî bûye, lê hevkariya Soraniyan kiriye. Herwisa Neqişbendî bûye û hevkariya Qadiriyan jî daye. Mehmûd Xanê Dizlî li dijî rejîma Paşayetiya Riza Şah û dagîrkariya Birîtaniyayê şer kiriye û her lewma jî çendîn caran xistine girtîgehê. Herwisa piştevanê şoreşa Başûrê Kurdistanê jî bûye û eva jî di şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de ji bo me derdikeve. Navbirî hevkariya Melik Mehmûd kiriye bo şerê li dijî Îngilîzan û piştî binçavkirina Melik Mehmûd hevkariya malbta Hefîd kiriye bo wê ku biçine Merîwanê û ji destê Îngilîzan rizgar bin.

Dizlî dergeha Hewramanê ye û gundekî navdar û dîrokî û geştiyarî ye ku gelek geştyar serdana vî gundî dikin.

Dizlî ji ber hilkefta xwe ya erdnîgarî ve, di dema şerên “Îskenderê Meqdûnî, êrîşa Mexulan û fethên Îslamî” de keleha polayî ya Hewramanê bûye.

Yek ji taybetiyên vî gundî “Duwanzdeh Eshabe” ye; Li gorî nerîn û baweriya xelkê Dizliyê, di dema fethên Îslamî de, ev kes hatine sînorê Kurdistanê û li wir hatine kuştin û goristaneke taybet ji wan re hatiye çêkirin, lê piştre xelkê wê deverê bûne Misilman û ew çend kesayetiyane li cem wan pîroz in.

KURDŞOP
405 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!