Warê Şêranê xwediyê dîrokeke dirêj

Aras Hiso

 

Em ê bi hilmekê re ew kûrahiya ruhê dîrok, çand û kevneşopiyên ku di binhişên bav û kalên me de maye bi bîr bixin. Di quncik û qewêlên bîra me de, di paşûla dapîrên me  de û di kûrahiya girên me yên bi êşê hildayî de gelek tiştên veşartî û nenas hene. Wan veşartinan jî em ê bi ronahiya nasîna li ser gundê Şêranê bikin ku xwediyê dîrokeke dirêj û kevnar e.

Bi qewlê dengbêjê Kobaniyê ji gundê Şêranê “Xidirê Hebeşê” dibêje: ''Şêrane gola egîd û mêran e''. Şêran xwediyê asarên dîrokî ye ku mezera navdar yê şêx sirûcî li wir e. Şêran bi memleketa Hedato ya dîrokî tê naskirin ku bi xwe cihekî herî navdar e li Rojavayê kurdistanê. Di serdema berê de wekî rêyek bazirganiyê di navbera Heran û Girê spî ''Girê sor'' de hebûye.

Gava mirov di vî gundî re derbas dibe, mîna tabloyekî du şêrên kevirî li rastî te tên ku ew bi xwe sembola vî gundî ye û çîroka hezaran salan ji me re nîşan dide ku dîrokeke dirêj di vir re derbas bûye. Lê ev her du şêrên ku niha di derbasgeha gund hilawestî ne, ne şêrên rastî ne, ew şêr her du jî ji aliyê dagirkeran ji demeke ne pir dirêj ve hatine rakirin ku em ê çîroka wê niha qal bikin. Di warê navlêkirinê de wî gundî navê xwe ji her du şêrên kevirî girtiye. Şêran gundê herî mezin di bajarê Kobaniyê de ye û ji ber mezinahiya xwe bi bajarokê navdar û kevnar jî tê naskirin li Deşta Sirûcê û herêma Kobanê. Gelek gundên din ên vê herêmê, ji xelkê Şêranê şên bûne. Şêran 7 kîlometreyan li rojihilatê bajarê Kobanî ye û li rojavayê Şêranê gundê Helincê ye û li rojhilatê wê jî gundê Tilêjibê heye. Şêranê navê xwe ji peykerên şêran û kevirê reş ên wexta Aşûriyan wergirtiye. Li Deşta Sirûcê û Kobanî gundên weke Korpîngar, Nordan, Kulîlk, Sêtelp, Qeynter, Hêjî, Bîrmel, Bîreş, Qecera Jorîn, Qecera Jêrîn, Bîra Bekê û Çixurê ji xelkê Şêranê şên bûne.  

Di warê civakî de xelkên şêranê sedî sed Kurd in, ji eşîrên Eledîn û Mehfan û ji bin beşên wan pêk tên ku hejmara wan jî berî şerê Sûriyê zêdetirî 15 hezar kesî bûn, lê niha ji ber sedemên şer, hejmara xelkên Şêranê kêm bûye.

Dîroka Şêranê vedigere Beriya mîladê 2 hezar salan. Di wexta Aşûriyan de navê wê Hedato bûye. Hinek dîroknas û pisporên asaran dibêjin, di wexta  xwe de Hedato an Şêran li vê herêmê cîyê herî mezin ê bajarê Aşûriyan bûye. Di wexta Împratoriya Osmaniyan de navê Şêranê buye Arslantaş yanî  (şêrên kevirî) û hikûmeta Sûriyê di salên dawiyê de navê wê kiribû Firezdeq. Lê ji Kurdan re navê wê her û her Şêran ma û her kesî bi navê şêranê bangî vê herêmê dike. Her wiha divê mirov bide zanîn ku di warê dateyên dîrokî de bi gelek çavkaniyên cihê vê dîrokî bi belgeyan ji me re eşkere û zelal dikin. Yek ji çavkaniya sereke jî pirtûkeke bi zimanê Frensî di sala 1931ê de bi navê Asrlantaş (Şêran) ji aliyê sê nivîskarên bi navê P Toro Dangan, A Baroa, G Dusan, Maurice Dunant ve hatiye nivîsîn ku vê dawiyê di sala 2021ê de ji aliyê wergêrê Kurd Ehmed hesen bo zimanê Erebî hatiye wergerandin.

Niştecih, temen-mezin û kal û extiyarên gund didin zanîn ku li derdora Şêranê dîwarekî bi pehnihiya 4 metran û bilindahiya 4 metreyan hebûye. Li çardorê gund jî 3 derî hebûne û gelek peykerên şêran ji kevirê reş hebûne. Şêran bi asarên xwe yên wekî qirmît, endîke, heykel, şêr û her tiştên kevin ve navdar e, lê bi hatina her desthilatdarek nû beşek ji şûnwarên wê hatine dizîn û wendakirin. Dengbêj û zarbêjê dengzêrîn Xidirê Hebeşê bi xwe bûye şahidê bi sedan parçeyên şûnwariyên ku ji aliyê desthilata Sûriyê ve û gelekên din ve hatibûn dizîn. Ew vê şahidiya xwe bi rêya çîrokbêjiyê ji zarok û nifşên di pey xwe re dibêje.

Niha şûnwarên Şêranê li gelek mûzexaneyên bajarên mezin ên cîhanî de hene. Her wiha ev şûnwar wekî baskekî taybet bi navê Arslantaş li muzexaneya Stanbolê jî heye. Wek din jî di serdema desthilatdariya Firansa li ser Sûriya, gelek şûnwarên dîrokî ku bi belgeyên rasteqîne dîroka hezaran salan yê gundê şêranê kişif diken ji bo muzexaneya Lover ya Parîsê re hatin şandin ku heta niha jî li wir hene.

Di sala 1928an de tîmeke şûnwaran ya Firensa bi seroketiya psporê şûnwarnasiyê Toro Tancan, lêkolîn li ser wî gundî çêkiriye. Di serdema hukmeta Sûriyê de gelek şûnwarên şêranê ji muzexaneya Helebê re hatine şandin ku niha  jî beşekî taybet ê şûnwarên Şêranê li wir heye. Her wiha di sala 1984an de du şêrên kevirî yên mezin ji bo bajarê Reqayê re hatin şandin û li parka Reşîd di naverasta bajarê Reqayê de hatibû danîn, lê bi hatina hêzên rêxistina Daişê re ew ji aliyên çekdaran ve hate hilweşandin. Şêran ku berê wekî gundekî mezin dihat naskirin, niha bi mezinbûna xwe re bûye bajarok.

 

KURDŞOP
524 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!