Girê Mamizan (Til-Xezal) yek ji warên kevnare

Aras Hiso

 

Li Rojavayê Kurdistanê gelek gund û gundewarên kevnare, taybetmendiyeke wiha li xwe bar kirine ku di warê navlêkirinê de navê xwe ji girê xwe girtine. Em vê carê li gundê Til Xezalê ne, Til Xezal gunekî kevare ye ku li gorî gotinan vedigere hezaran salan. Kesên ku gund bi xwe ava kirine nas nabin kî ne, lê yên bi temen mezin û extiyarên gund dibêjin ku ''Ji 7 bavan heta bi 10 bavên me jî em nas dikin ku di gund de hebûne''. Til Xezal li başûr û beşeke rojhilatê Kobanê dikeve, derdora 15 kîlometran ji bajarê Kobanê dûr e.

Navlêkirin:

Wekî peyv Til Xezal ji Gir Mamiz hatiye. Ji ber ku reng û cureyên xezalan pir in, yek ji wan navê xwe Mamiz e, di gund de gir hebûye û li rex gir kaniyek hebûye, Xezalên ji cureyên mamizan dihatin li ser vî kaniyê diçêriyan e û diçûn li ser gund jî bêhna xwe vedidan. Li ser vî bingehî navê gund bûye Gir-Mamiz lê bi demê re hatiye guhertin bo zimanê Erebî û bûye Til Xezal. Bi wî awayî gund navê xwe ji vî girî girtiye.

Di warê şûnwariyê de:

Di gund de du gir hene yekî biçûk e û yek jî mezin e, ku her du bi hev de ne. Di rojavayê wî girî de kaniyek diherike ku navê wê Newala sor e. Ji ber ku piraniya erdê gundî sor bûye, lewma ev nav ji wir hatiye. Yek ji temenmezinê gund Bavê Xebat dibêje: ''Di vê girî de gelek şûnwar û tiştên dîrokî hene, kalikê min ji me re digot 'Di dema Firensiyan de, min  bi xwe di vê girî de erbane û bergîlê zêrîn tê de dîtin' lê wê çaxê Firensiyan jê standin, her wiha di vî girî de kûp, hestiyên kevin, xaniyên kevinokî jî hebûne''. Lê niha jî ew gir hatiye girtin. Her wiha ew dibêje di zemanekî de du siwar hatine li rex wî girî rawestiyane, hespên xwe li wir av dane û keçeke ji gund jî dema ku ber bi kaniyê diçûye ku avê bîne, silav li wan daye:

-Merheba birano!..

-Ehlen wesehlen.

-Hûn kî ne? Kerem kin werin malan!.

-Ew her du siwar dibêjin: Ez derwêşê Evdî me û ev jî  birayê min Se`dûn e.

Ji nava vê diyalogê tê fêmkirin ku her du lehengên destana Kurdan Derwêşê Evdî û birayê wî Se`dûn di vî gundî re derbas bûne û muhreke dîrokî û bîranîn li pey xwe hîştine.

Navê eşîr û malbatan:

Di vî gundê de, tenê eşîra Kêtikan lê dijîn, ji vê eşîrî jî du deste hene yek jê re dibêjin Al-Mamedan û ya din jî Fehan, ku ev her du beşên vê eîrê bi sedan salan e bi hev re dijîn, hevparên hev du yên gund in, xêr û berekata wan, merzel û miriyên wan nav hev de ye. Îcar hejmara Al-Mamedan ji yên din pirtirin ku ew jî di nava xwe de dibin du malbatên mezin yek jê re dibêjin Içan û ya din jî Ebasokan.

Di warê çandinî û serjimariyê de:

Gundê Til Xezalê di warê çandiniyê de pişta piranî dide ser çandiniyê, di warê; Zeytûn, fistiq, pembû, genim, ceh, nîsk, nok, her wiha pez û sewalan jî xwedî dikin. Hewildan û girêdana xelkên gund ku ji zû ve pir li ser xwendin, ziman û çandê heye, ku piraniya ji wan Diktor, Muhendis, Mamoste, karmend in. Derdora 450 mal heta 500 mal di gund hene, ji xeyînî malên ku ji zû ve derketine derve, hema hema dighêje 1000 malî.

Taybetmendiyên vî gundî:

Taybetmendiyên vî gundî bi piraniya xemxurên xwendin, ziman û çanda Kurdî ne, herwiha gelek ji wan di warên siyasî û çandî de rola xwe bi awayekî baş lîstine, bandora partiyan li ser xortên wan heye û têra xwe jî zana û têgihîştî ne. Herwiha gundekî wisa ye ku wekî gund û miletên din mêvanperwer, kerîm û derbasdar in. Di derdora sala 1968an de yekemîn dibistan li wî gundî hatiye vekirin.

Ev gundê ku xwediyê gelek çîrok, destan, metelok, qewlik û gotinên pêşiyan e. Herwisa bûye şahidê gelek destan û çîrokên mîna Xocê Xizir, Hec Elî Ebasokê, Simelê imê xwediyê şûr û rimê, Paşayê Milan û Berezan... Gelek çîrok û bûyer di vî gundî re derbas bûne.

 

Çavkanî: Ji heypeyvîna bi Bavê Xebat re, ku bi xwe yek ji temen-mezinê xelkê gund e.

Wêne: Ji rûpela Zekeriya Mustefa

KURDŞOP
467 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!