Çîmenê herikîner, dûrgehek e ku bi ba re hereketê dike

Şino Resûlî

 

Li bajarê Tikabê yê ser bi navçeya Hewşarê, golek biçûk a bi navê "Çemlî" heye, ku yek ji ecêbtirîn sirûşta destçêkirî ya cîhanê ye. Ew der dikeve başûrê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê û xelk ji hemû Kurdistan û Îranê serdana wê dike.

Tikab xwediyê keşûhewayeke çar demsalî ye û her demsaleke salê hewaya xwe ya taybet heye. Li bajêr gelek şûnwarên dîrokî jî hene, ku ji girîngtirînê wan Textê Silêman û girtîgeha Silêman e. Lê di heman demê de çavkaniyên geştyarî yên sirûştî jî hene, çîmenê herikîner ê Çemlî yek ji bi navûbangtirîn cihên geştyariyê yên sirûştiya vî bajarî ye, ku çendîn kovarên bîhanî jî li ser nivîsîne.

Peyva Çemlî ji du peyvên "Çam û Welî" pêk hatiye; Lê her du peyv di Kurdî de têkel bûne û jê re Çemlî tê gotin. Çem tê wateya çem û rûbar û Welî jî tê wateya dost û serperest. Ji xeynî vî navê bi "Çemlî Gol" jî tê naskirin.

Ava vê golê di binê erdê de derdikeve û hin kanî jî hene ku diherikin nava golê.

Panatiya gole hiktarek e û hê kûrahiya wê jî nehatiye pîvandin. Gol di nav geliyekî kûr de hilkeftî ye ku pir e ji dar û gulên bedew û dîmenek pir balkêş heye. Di golê de memikdarên avî yên wekî masî û werdekên kovî dijîn.

Li dora golê qamîşên dirêj hene ku dirêjahiya wan du metre ye. Di naverasta golê de, dûrgehek heye ku ji çîmen pêk hatiye ku bi tevlihevkirina kok û rîşeyên çîmenê di nav avê de wekî yekîneyeke yekparçe xuya dike û pantahiya wê 80 metreya çargoşe û yek metre jî stûr e.

Ev çîmenê 80 metreyî wek belemekê ye ku dema ba lê dixe li ser avê dimeşe û hereketê dike. Ji ber vê yekê navê wê kirine "Çîmenê Herikîner ê Çemlî". Ji her kuderê ba bê, ew çîmene jî diçe. Dema ku ev çîmene diherike, dîmenek balkêş diafirîne ku her salê bala sedan geştyaran bo aliyê xwe radikêşe. Çîmen di şiklê kevaneyekê de ye ku çar dorên wê bi avê hatiye dorpêçkirin, û dema ku çîmen di nava avê de bi cih dibe, di navbera 5 û 8 metreyan de ji qeraxên golê dûr dikeve û ew yeka jî, ji bo geştyaran mewdaykê çê dike ku di nav avê de melevaniyê bikin.

Herçende lêkolîneke berfireh li ser çawaniya çêbûna vê çîmenê û sedema hereketa wê di nav avê de nehatiye kirin, lê şarezayên warê jîngehê û erdnas li ser wê bawerê ne ku çîmenê herikîner ji komek riwekan pêk hatiye ku rehên wan di nav avê de geşeyê dikin û hewcehiya wan bi axê nîne. Rehên vê giyayê û riwekên wê di nav ava vê golê de hev aliyane û pêkhatiyek yekparçeyî çê kirine ku li ser avê maye û binav nabe û ji ber wê yekê bi ti cihekî ve nehatiye girêdan, bi hatina ba di nav avê de hereketê dike.

Çîmenê herikîner ê Çemlî li 15 kîlometreya bajarê Tikabê hilkeftî ye. Tenê mercek ji bo seredana vî cîhî heye ku ew jî ev e ku divê xelk  paqijiyê biparêzin. Ti demûdezgheke hikûmetî çavdêriya wî cihî nake û tenê xelk li ser erkê xwe wê diparêzin.

Li ser vê çîmenê herikîner lêkolîneke zanistî nehatiye kirin û tenê navendên geştyariyê ji bo nasandina vî cihî hin gotar û zanyariyên destpêkî weşandine. Aliyên pêwendîdar li warê dabînkirina xizmetguzariyan ji bo geştyaran xemsar bûne û ev devera xweş, bedew û balkêş, xwediyê ti xizmetguzariyekê ji bo geştyaran nîne.

KURDŞOP
467 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!