Şkfeta Qîzikan warê kombûna jinên Kobaniyê!

Aras Hiso

 

Berhemên dîrokî bi sebreke mezin yek bi yek bi kedeke hevpar hatine hûnandin. Hinek ji wan jî di pêvajoya sedsalan de ji ber bûyerên xwezayî derketine holê. Bi hezarên şkeftên veşartî ew bi çîrokên xwe yên berî hezaran salan têne nasîn. Ew yek ji stargehên herî kevin a li ser rûyê erdê ye û bi hebûna xwe pêşeroja vê axê ronî dikin. Nav li vê şkefta kevnare hatiye kirin ku jê re dibêjin “Şkefta Qîzikan”.

Şkefta Qîzikan li ser pişta Miştenûr, li aliyê gundê Helincê ya girêdayî bi bajarê Kobaniyê ye, ku bi qasî 3 kîlometreyan ji bajêr dûr e. Berê li wan deran gelek dar û kelem, lawir û teyrên hov hebûn. Mirovên wê demê ji bo parastina xwe ji gelek metirsiyan ev şkeft ava kirine. Şkefta Qizîkan jî wek gelek şkeftên din ên li Kurdistanê berî hezaran salan bi destê kurdên detşa Sirûcê li gorî ku tê gotin bi kevirên kilsî hatiye kolandin.

Navlêkirina Şkeftê:

Ev şkeft bi navê qîzikan an ango ya keçan lê hatiye kirin, ji ber ku qîzên (keçên) gundê Helincê dihanêkê û sebra xwe li wir bi stran, çîrok, gotinên pêşiyan, biwêj, dîlok û destanên evînî, lehengî û dîrokî derbas dikirin û bi hev re digotin.

Taybetmendiyên Şkeftê:

Taybetmendiya vê şkeftê ew e ku tenê qîzik ku hîna nezewicî ne, dihatin li vê şkeftê kom dibûn. Wan keçan li wê derê tevin, cil û teşî lê dirêstin û karê dirûtina cilan jî dikirin. Paşê jî li wir xwarin û vexwaina xwe dixwarin. Di germahiyan de jî bêrîvan li wir kom dibûn û ji hev du re çîrok û çîrvanok vedigotin û di zivistanan de jî xwe ji serma û barana diparastin. Herwiha xortên ku ji ber şerê artêşa osmanî û firensiyan direviyan, dihatin û xwe di vê şkeftê de vedişartin û diparastin.

Herwiha li gorî ku kal û extiyarên vî gundî dibêjin; di demên Newrozan de jî partiya Baes`ê ya rêjîma Sûriyayê gelek caran êrîş dibirin ser vê şkeftê ji ber ku xortan tekerên şewtandinê ji bo pîrozbahiya newrozê li wir vedişartin. Herwiha li gorî hinek jêderên berbelav jî hin kes jî dibêjin ji ber ku di serdema osmaniyan de gelek keçik di vê şkeftê de hatine kuştin û binaxkirin, lewma jê re dibêjin Şkefta Qîzikan.

Rûpîvana Şkeftê:

Di şkeftê de deriyek li aliyê Rojhilat heye û di hundir de jî, dabeşî sê odeyên wek hev dibe. Odeya ku li aliyê Bakûr dikeve, bi pencereyekê bi ya din re vekiriye. Xelkên Kobanê jê re dibêjin: “Qulika Heftaran”. Hîn jî  efsaneyek di derbarê vê yekê de tê vegotin, dibêjin ku ciwanekî mêrxaz di vê qulikê re derbasî odeya bakûr bûye daku heftarê di hundir de bikuje, ji ber ku bibû mîna şevtirskê ji gundiyan re. Ji aliyê çepê yê deriyê şkeftê ve hinek nivîsê mîxî û neqiş hene, lê ta niha jî dîrok û wateya wan nehatiye naskirin. Herwiha li odeyên din jî bêşigeke kevirî hebûye.

Di dawiyê de li gorî ku me pirs kiriye, heta niha jî nayê zanîn ku ji kengî ve û ji ber çi sedemê keçikan dev ji vê şkeftê berdane. Lê ya ku tê zanîn ewe ku ev şkeft heya demekê bibû warê lîstokên zarokan. Heta roja me ya îroyîn jî zarokên wan derdoran berê xwe didin vê şkeftê û ji xwe re kirine navenda geşedan û lîstokan.

Tişta herî balkêş ew e ku ev şkeft xwedî taybetmendiyeke keçan e, ku bûbû navenda sebr û aramiya keçên li van deveran. Ji ber hingê toza ku ser dîroka kurdan hatiye girtin bûye sedem ku taybetmendî û rihên dîrokî ya Kurdan neyê naskirin. Lê bi van zanyariyên pir biçûk ya ji nava xelkê, belkî bibe hizirîna destpêka gelek lêkolînên civakî, arkolojîk, erdnîgarî û hwd.

KURDŞOP
485 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!