Duhok bajarek pir ji bedewî li Başûrê Kurdistanê

Sîpan Sofîzade

 

Navê Duhok ji çi ve hatiye?

Derbarê navê Duhokê nerînên cuda hene, lê ya ji herî bi navûbang ew e ku “Duhok” bi wateya “du çiya, yan du hik e”, navê Aşûrî yê bajar jî “Nuhedra” ye.

Duhok ji sê alî ve bi çiyayan hatiye dorpêçkirin, ku çiyayê Sipî li bakurê bajar, çiyayê “Zawa” li başûrê bajar û çiyayê “Mam Sên” li rojhilatê bajar hilkeftin e.

Herwisa em dikarin bêjin aliyê rojava yê bajar jî dikeve bo aliyê deştên çandinî yên Sêmêlê. Gelek şûnwar li vê navçeyê têne xuya ku yek ji girîngirînê wan şikefta “Çar Sitûn” e ku dikeve ser çiyayekê li navçeya Bendav a Duhokê.

Çendîn eşîre li vê navçeyê jiyanê dikin, girîngtirînê wan “Mizûrî, Zêbarî, Berwarî û Kugar” in û gelek eşîretên dinê têne dîtin ku ji eşîreyên kevnar in û resm û adetên xwe diparêzin ku ji bav û bapîran ve ji bo wan bi mîran maye. Rûniştiyên navçeyê ser bi sê olên Îslam, Xirîstiyan û Êzidî ne.

Bajarokên parêzgeha Duhokê pêk tên ji “Duhok, Zaxo, Sêmêl, Akirê, Şêxan, Berdereş û Amêdî”, tev ew bajarokane hin gundan ji xwe digirin û gelempera rûniştiyên parêzgeha Duhokê digihîje “1,423,114” kesî.

Ev bajare her ji berê ve yek ji navçeyên bazirganî yên Aşûr bûye, paşê Kurd li wir hêdî hêdî nîştecih bûne. Niha xelkê Duhokê hemû Kurd in û bi zaraveyê Kurmanciya Serê diaxivin.

Dîroka bajarê Duhokê vedigere bo çend hezar sal

Beriya zayînê, di bajar de “Kurd, Êzidî, Kildanî, Aşûrî û Ermenî” jiyan kirine. Sala 1991an di encama êrîşa esmanî bo ser bajarê Duhokê tevahiya rûniştiyên vî bajarî ev der bi cih hêlan.

Herwisa xelkê bajarê Duhokê bi wê yekê hatine naskirin ku xelke nasiyonalîst in û şanaziyê bi netewa xwe dikin û gelek kesên şoreşvan û qehriman tê de hilkeftî ne.

Ewa ku cihê balkêşandinê ye, Duhok wekî derbasgehek bazirganî di navbera Îran, Iraq û Sûriyê de ye û wekî deriyekê ye ji bo Başûrê Kurdistanê û ew yeka jî di tomarên dîrokî de tê xuya.

Şûnên geştiyarî yên Duhokê

“Pira Delal” li Zaxoyê û dikeve parêzgeha Duhokê û yek ji pirên kevnar ên dîrokî ye, piştî wê yekê jî çiyayê “Gare” ye ku ew jî bi navûbangtirîn çiyayê Duhokê ye û 2,151 metre ji asta rûyê deryayê bilind e .

Serê çiyayê Zawa û geliyê Duhokê du cihên geştiyarî yên nêzî vî bajarî ne ku dikevine hêla panî “43.20 û 44.10” a rojhilatê û hêla bazneyî ya “36.40 û 37.20” a bakur.

Ev bajare xwedanê dehan mêvanxane, xwardingeh û motêlan e û mozexaneya şûnwarî û kultûrî û mozexaneya kultûra Êzidiyan jî li vî bajarî hilkefî ne. Herwisa bajarê lîstin, bazara serdem û baxçeyeke piçûk a ajelan heye û çendîn navendên rewşenbîrî li wir hene û zanîngeha Duhok û Amerîkî li Duhokê jî du navendê mezin ên zanistiyên vî bajarî ne. Sînorê parêzgehê xwediyê çendîn cihê geştiyarî û şûnwarên dîrokî ye.

Duhok di warê av û hewa de

Duhok wek bajarên din ên derdora xwe keş û hewayek çar demsalî heye, havînên wê navçeyê wek germahiya deryaya navîn e. Havînên germ û bê baran, zivistanên sar û baran heye.

Baran di mehên sar de zêde ye, di dawiya zivistanê û destpêka biharê de barana herî zêde dibare.

Li bajar berf bo heyama du yan sê rojan dimîne, li deverên bilind û çiyayan jî bo heyamek dirêjtir befr dimîne, di dawiya payîzê de baraneke zêde di vê naçeyê de dibare.

KURDŞOP
751 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!