Girîngtirîn astengiyên li pêşiya vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê

Bi gengeşeya çavkaniyên pirtûkî û çavkaniyên înternetî û herwisa lêkolîna meydanî, derdikeve ku girîngtirîn astengiyên tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re, pirsgirêka jeo-polotîkî û jeo-ekonomîkî ya Kerkûkê ye.

Roj Qadirî

 

Çarenivîsa parêzgeha Kerkûkê û navçeyên nakokî li serê, piştî herifîna rejîma Beis li Iraqê, wekî pirsgirêka herî cidî di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê dîtin. Ji dîtingeha Kurdan ve parêzgeha Kerkûkê beşeke cudanekirî ji navçeyên Kurdistanî yên Iraqê ye û hemû danûstandinên navbera dewletên navendî yên Iraqê û tevgera Kurd li başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi çarenivîsa Kerkûkê ve girêdayî ne. Herwisa hemû danûstandinên navbera Kurdan û hikûmeta navendî ya Iraqê yên di serdema padişahiyan û Beis a Iraqê de jî, ji ber nakokiyên li ser çarenivîsa Kerkûkê têk çûne. Çareserkirina Kerkûkê bi awayekî aştiyane, dikare aramiya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de têk bide û heta welatên cîran ên Iraqê jî, bi awayekî rasterast û nerasterast bêne nav mijarê ku em di niha de jî şahdê destêwerdana berdewam a Tirkiye û Îranê bûne.

Lê astengiyên herî girîng ên çespandina Kerkûkê bi qewareya hikûmeta Herêma Kurdistanê re çi ne?

Yekem; Di behskirina dîrokî ya pirsa Kerkûkê de û balkişandin bi naveroka danûstandinên di navbera tevgera siyasî ya Kurdistanê û dewletên Iraqê de, sedema herî girîng a lihevnekirina hikûmeta navendî ya Iraqê derbarê çespandina Kerkûkê bi Kurdistanê re pirsgirêka jeo-polotîkî û pêgeha jeo-ekonomî ya vê navçeyê li Iraqê bûye; Çimkî hebûna beşeke berçav ji paşketên petrolê yên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê, cihê pêwendiya di navbera navend û bakûr û herwiha potensiyela zêde ya çavkaniyên jîngehî li navçeyê, girîngiya jeo-polîtîkî ya vê navçeyê bi helsengandin digel navçeyên din ên Iraqê zêde kiriye. Ji ber wê jî, li gor nerîna desthilatdarên siyasî yên Bexdayê, girêdana Kerkûkê bi Kurdistanê re, ne tenê dewleta navendî ya Iraqê dixe nava krîzên aborî, belkî ji bo serxwebûna Kurdistanê jî rewşeke guncaw dirust dike.

Duyem; Bi gengeşeya çavkaniyên pirtûkî û çavkaniyên înternetî û herwisa lêkolîna meydanî, derdikeve ku girîngtirîn astengiyên tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re, pirsgirêka jeo-polotîkî û jeo-ekonomîkî ya Kerkûkê ye.

Sêyem;  Pêkhateya etnîkî û olî ya parêzgeha Kerkûkê, bi taybetî bajarê Kerkûkê, faktereke din a giring e ku hikûmeta navendî ya Iraqê di piroseya danûstandinên navbera xwe û Kurdan de, ji bo nebûna Kerkûkê bo beşek ji Herêma Kurdistanê sûd werdigire.

Wek mînak Tirkmenên Kerkûkê, dibêjin ku Kerkûk xwediyê nasnameyeke Tirkmenî ye û Kurd û Ereb ji bo karkirinê koçberê wir bûne.

Di salên 1990ê de hejmareke berçav ji Tirkmenên Kerkûkê bi piştgirî û alîkariya dewleta Tirkiyê, xwe di çarçoveya eniyeke bi navê “Eniya Tirkmenên Iraqê” de bi rêxistin kirin. Rêbaza siyasî ya vê eniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê arastekirin, bi awayekî cidî li dijî girêdana Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re ye. Vê eniyê bi rêya rêberên xwe ve hertim tekezî kiriye ku hêla wan a sor, diyarkirina çarenivîsa Kerkûk û tevlîkirina Kerkûkê digel Herêma Kurdistanê ye.

Tevî wê ku di Herêma Kurdistanê de, mafê siyasî û çandî yê Tirkmenên nîştecih li Herêma Kurdistanê hatiye berçavgirtin û li gor giraniya heşîmeta xwe di hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezîrên wan heye û di parlemana Kurdistanê de çendîn kursî bi wan re hatiye danê û herwisa di karûbarê çandî de (xwendin û nivîsîn bi zimanê dayîkî, geşe û belavkirina çanda xwe ji rêya belavkirina belavokan ve) azadiya tewaw bi wan re hatiye danê, lê Tirkmenên Kerkûkê ji ber paşxaneya dîrokî û palderên navxweyî û derve, ti meyla wan nîne ku Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re girê bidin. Bi giştî bi Erebên Kerkûkê re li ser biryarên siyasî hevnerîn in.

Çarem; Dewleta Tirkiyê ji dema serxwebûna xwe ya sala 1923ê ve heta niha, hertim yek ji dewletên serdest bi ser Kurdistanê de bûye, ku di meşa hemû bûyerên Kurdistanê de, bi çalakane beşdarî kiriye û hertimî di asta navxweyî û derve de li dijî dabînkirina mafê siyasî yê Kurdan bûye.

Sedemên herî girîng ên hestyariya Tirkiyê ya lihemberderketin li dijî pirsa Kurd li parçeyên cuda yên Kurdistanê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê, di bin bandora van faktoran de bûye:

- Beşeke zêde ji pantahî û heşîmeta vî welatî Kurd pêk tînin.

- Kurdên Tirkiyê her li dema avakirina wî welatî ji sala 1923ê ve heta niha, ji xeynî çend qonaxên taybet, bo mafê xwe xebat kirine.

- Avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992an de, tirs û nigeraniya Tirkiyê li hember pirsa Kurd gelek zêdetir kir, lewma Herêma Kurdistanê di bin çavdêrî de ye û bi hêncetên cuda hertim xwastiye Başûrê Kurdistanê bixe bin zextan.

- Ji dîtingeha dewleta Tirkiyê ve, tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re, bestêna çêbûna welatê serbixwe yê Kurdistanê pêk tîne, lewma bi hênceta piştevanîkirin ji Tirkemenên Kerkûkê, li dijî tevlîbûna Kerkûkê bi Kurdistanê re ye.

Pêncemîn astengiya herî girîng li pêşiya tevlîbûna Kerkûkê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re, Komara Îslamî ya Îranê ye ku hertim li dijî qewareya vê herêmê bûye û bi awayên cur bi cur hewl daye ku ew qewareye nemîne. Çêkirina girûpên çekdar ên cur bi cur li Iraqê û piştevanîkirin ji hejmarek girûpên siyasî û olî yên Iraqê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, ne tenê komek hewl bûn ji bo bihêzkirina pêgeha xwe li Iraqê û hebûna wan di hemû beşên siyasî, çandî û olî yên vî welatî de, belkî hin hewl bûne ji bo lawazkirina desthilata Herêma Kurdistanê û givaşxistin li ser vê hikûmetê.

Komara Îslamî jî hevşêweyê Tirkiyê li ser wê bawerê ye ku tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re bestêna çêbûna welatê serbixwe yê Kurdistanê pêk tîne, lewma hemû hewla wê ew e ku Kerkûk hertimî li ser îdareya dewleta Iraqê bimîne.

KURDŞOP
652 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!