Erdnîgariya Kurdistana mezin

Hanî Murteza

 

Kurdistan wate axa Kurdan û navçeya nîştecihbûna neteweya Kurd. Neteweyek ku xwediyê dîrok, erdnîgarî, kultûr, ala û zimanê xwe ye.

 

Sînorê Kurdistana mezin bi şêweyê giştî

Kurdistana mezin dikeve başûrê rojavaya parzemîna Asiyayê. Ji beşa bakurê rojhilat ve bi Azerbaycan û Ermenistanê re, ji bakur û rojava ve digel Tirkiyê, ji rojhilat û başûrê rojhilat ve digel Îranê û li başûr û başûrê rojava ve bi Iraq û Sûriyê re hevsînor e.

1- Mîr Şerefxanê Bidlîsî (sala 1598an) li ser wê bawerê bûye: Sînorê Kurdistana mezin ji kendava “Fars- Ereb” ve tê destpêkirin û ber bi bakur tê dirêjkirin heta wîlayeta Melatiye û Mereşê û ji aliyê bakurê wê hêlê ve wîlayeta Qaris û Azerbaycan û Ermenistana Piçûk û Mezin e û ji başûrê vê hêlê ve Iraqa Erebî û wîlayeta Mûsil û Diyarbekir e.

2- Rojhilatnasê navdar “Edmonds” li ser wê baweriyê ye ku sînorê Kurdistana mezin ji Êrêvanê heta Erzirom û Mereşê û ber bi Helebê ve bi awayekî kevaneyî ber bi rojava ve dirêj dibe; Paşê li rex çiayayan heta rûbarê Dîcleyê ber bi arasteya rojhilatê, herwisa kêmekê ber bi bakurê çiyayên Hemrîn heta sînorê navbera Iraq û Îranê li nêzî Mendelê tê, lê bi arasteya rojhilatê sînorê Kurdistanê ji Êrîvanê ve ber bi başûrê rojhilatê wê dirêj dibe û ew li ser wê bawerê ye ku tev ev bajarên ku li xwe digire ev in: Makû, Xoye, Urmiye, Mehabad, Seqiz, Sine, Kirmaşan û Îlam.

3- Dr. Ebdulrehman Qasimlo di nameya xwe ya doktorayê de li sala 1967an dibêje: Sînorê Kurdistanê bi hêleke rast li bakurê rojhilatê lûtkeya Araratê dest pê dike û ber bi başûr û bo beşa başûrê çiyayên Zagrosê ve diçe û rast tê bo aliyê xwarê; Ji vir ve emê hêlekê bo aliyê bakurê rojava bikêşin û heta digihîje bajarê Mûsilê li Iraqê û ji wir ve hêleke rast bo aliyê rojava ku ji Mûsilê ve digihe beşa Tirknişînên wîlayeta Eskenderom û ji wê xalê ve hêlekê bo aliyê bakurê rojhilatê rabikêşin heta digihe Erziromê li Tirkiyê; Paşê ji Erziromê ve hêlek bo aliyê rojhilatê tê heta digihe lûtkeya Araratê.

4- Ewliya Çelebî yê gerokê navdar ê Tirk dibêje: Kurdistan ji wîlayetên Erzirom, Wan, Hekarî, Diyarbekir, Cizîre, Amêdî, Mûsil, Şarezûr û Erdelanê pêk dê û rêya 17 rojan e.

 

Rûbera Kurdistana mezin

Rûbera giştî ya Kurdistana mezin digihe 409,650 kîlometreya ducî.

1- Dirêjahiya Kurdistana mezin ji bakur heta başûr di navbera 1000 û 1300 kîlometreyan de ye.

2- Pantahiya wê ji rojhilat ve bo rojava 750 km dest pê dike heta digihe 250 kîlometreyan li hin beşên başûrê rojhilatê.

 

Rûbera beşên Kurdistanê

Rûbera giştî ya Bakurê Kurdistanê 194.400 km2 ye

Rûbera giştî ya Rojhilatê Kurdistanê 124.950 km2 ye

Rûbera giştî ya Başûrê Kurdistanê 72.000 km2 ye

Rûbera giştî ya Rojavayê Kurdistanê 18.300 km2 ye

Rêjeya sedî ya parçeyên Kurdistanê li gorî Kurdistana mezin

1- Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) %47.50

2- Rojhilatê Kurdistanê (Îran) %30.50

3- Başûrê Kurdistanê (Iraq) %17.50

4- Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) %4.50

 

Bajarên Kurdistana mezin

Li Kurdistana mezin nêzîkî 100 bajarên mezin hene, ev jî wiha ne:

Li Bakurê Kurdistanê:

Amed, Agirî, Colemêrg, Mamekî, Semsûr, Erzirom, Batiman, Bidlîs, Wan, Mardîn, Alazîq, Bîngol, Orfa, Şirnex, Mûş, Qers, Hekarî, Sêrt, Adiyaman, Erzincan, Riha, Çewlîk, Antakiya, Mereş, Sîwas, Meletiye, Dîlok, Xarpêt, Erdexan û hwd.

li Rojhilatê Kurdistanê:

Kirmaşan, Urmiye, Sine, Xormava, Îlam, Bokan, Saqiz, Mehabad, Bîcar, Xoye, Salmas, Makû, Merîwan, Qurwe, Serpela Zahaw, Şehne, Kûdeşt, Pol Duxter, Dêlfan, Kerend, Şaabad, Qesra Şîrîn, Pawe, Ciwanro , Rewnser, Kamêran, Serdeşt, Şino, Dîwandere, Pîranşar, Miyanduaw, Nexede, Tikab, Sayîn Qela, Hersîn, Gêlan, Dalaho, Bedra, Avdanan, Dêwolan, Mêhran, Sîrwan, Malekşay û hwd

Li Başûrê Kurdistanê:

Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Duhok, Helebce, Şingal, Soran, Zaxo, Rewandiz, Pîrmam, Şeqlava, Koye, Raniye, Qeladizê, Erbet, Seyîd Sadiq, Sîrwan, Kelar, Kifrî, Derbendîxan, Dukan, Teqteq, Çemçemal, Mexmûr, Akirê , Xaneqîn, Bedre, Mendelî û hwd

Li Rojavayê Kurdistanê:

Qmîşlo, Efrîn, Serêkanî, Kobanî, Amûdê, Girê Sipî û hwd..

Parvekirina Kurdistana mezin

Axa Kurdiatana mezin li gorî wan peymannameyên jêrîn bi ser çend welatan de hatiye parvekirin û sînorê navbera wan parçeyên Kurdistanê destnîşan kiriye.

1- Peymana “Amasya”yê ya sala 1555an

2- Peymana Zehaw ya sala 1639an

3- Şerê Çaldiranê di sala 1514an de

4- Peymana Erziroma Yekem di sala 1823an de

5- Peymana Erziroma Duyem di sala 1847an de

6- Peymana “Sykes-Picot” a sala 1916 di navbera Firanse û Brîtanyayê de.

Di dawiyê de axa Kurdistana mezin bi ser çar dewletên mezin de yên wekî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê hate parvekirin. Ji ber vê parçebûna axa Kurdistanê, diyarîkirina sînorên Kurdistana mezin mijareke siyasî ya hestiyar e.

 

Giringtirîn herêmên av û hewayî yên Kurdistana mezin

1- Herêma avûhewaya hişk a germ.

2- Herêma avûhewayî ya çolatiya hişk û germ.

3- Herêma avûhewayî ya nîve colatiya germ.

4- Herêma avûhewayî ya çiyayên sar

5- Herêma avûhewî ya deryaya naverast

Golên Kurdistana mezin

Wan, Urmiye, Elman, Zirêbar, Hepir, Man Gişt, Berm Şur, Mur Zerd, Tenke Sor.

Kurdistana mezin sê “sefhetên” (pilêtên) Erebî, Orasî û Îranê bi hev ve girê dide û qada bingehîn a van sefheyan e.

Kurdistana mezin di warê pêgeha erdnîgarî de xwedanê navçeyeke mezin e, hem li ser asta parzemîna Asyayê û hem jî li Rojhilata Navîn. Ev yeka jî bûye sedem ku giringiya sirûştî û siyasî zêde bibe û bi berdewamî çav li ser herêmên cuda yên Kurdistana mezin be.

KURDŞOP
813 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!