Sîrwan tenê navê çemekî nîne!

Hewram Ehmedî

Sîrwan girîngtirîn û binavûbangtirîn çemê navçeya her du Hewramanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye ku wê rêyeke heta asteke dirêj û pêçayî heye. Ev çem ji beşên Rezaw û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê derdikeve û piştî yekgirtina du çemên Qişlaq û Gawero, ji bakurê rojavayê Hewramana Lehon a parêzgeha Kirmaşanê re derbas dibe û piştî gihîştin bi dola Xurmal tevlî Başûrê Kurdistanê dibe û dirije nava bendava Derbendîxanê. Li Iraqê jê re dibêjin çemê Diyale û li başûrê Bexdayê diherike nav çemê Dîcleyê û nêzîkî çemê Firatê dibe.

Lê ji bo xelkê vê devera Sîrwanê ne tenê diyardeyeke sirûştî û çemek e, belkî aliyekî wê yê dîrokî, civakî û siyasî jî heye. Di rastî de ev çem landika jiyan û çandê li Hewramanê bûye û çendîn kultûr, rêûresm û adet li derdora vî çemî bi rê ve çûne. Di gelek şûnên vî çemî de gelek şûnwarên dîrokî û zimanî hatine çêkirin. Bo mînak kaniya Bil bi mewdayeke kurt li nêzî çemê Sîrwanê hilkeftî ye, ku reng e navê wê ji xwedayê ava Babila kevin ve hatibe wergirtin ku navê wî Bêl bûye. Ev çavkanî girîngiyeke berçav a kultûrî û dîrokî ji bo xelkê devera Hewramanê heye û çûye di nav edeb, ziman, helbest û ola xelkê deverê de.

Ew cihe pêwendî bi dîroka kevnar û çaxê beriya dîrokê ve heye, gelek şûnwarên wê hene ku girîngiya qiraxa çemê Sîrwanê wek yekem qonaxên dîroka nîştecihbûnê nîşan dide. Bo mînak, Merew Kinaçê (wate: Şikefta Keç) dîrokeke mezin li pişt e ku şûnwar û berhemên 40 hezar sal beriya niha li wê derê hatine peydakirin. Cihekî dîrokî yê din, navçeya Berde Mar li gundê Riwar e ku tirbek beriya dîrokê li wir hatiye peydakirin.

Ji aliyê çandî ve, hêjayî gotinê ye ku di sedsala çarem de, ola Yarsan (Ehlî Heq) ku di sedsala duyemîn a koçî de hatiye damezrandin, ji aliyê Şaxuşîn ve li tenişt çemê Sîrwanê nîştecih bûye û di sedsala heştem de jî Sultan Sohak geşe bi wê yekê daye û gora wî jî niha li ser bintara çiyayekî li nêzî vî çemî ye. Herwisa tê gotin ku di dema êrîşa Rûsiyê bo ser Îranê de, çemê Sîrwan cihek bûye ku jinên deverê ji tirsa destdirêjiya serbazên Rûsiyê ve xwe di nav avê de xeniqandine. Di dîroka modern a Kurdistanê de, Sîrwan bîranîna dîroka xebata pêşmergeyên gurdana Şivane ya Komelê ye ku di çemê Sîrwanê de hatine xeniqîn û ev yeka di stran û edebiyata kurdî de dengvedaneke taybet hebûye.

Dirêjahiya vî çemî û temenê wî bûye sedema afirandina şêwazeke jiyana hevgirtî li derdora vî çemî û yekgirtiyeke taybet a kultûrî di navbera bajar û gundên derdora wê de hatiye afirandin. Bi vî rengî navê Sîrwan bûye navekî taybet ê kurdî ku ew nav li derdora bajarên Seqiz, Merîwan, Sine, Kirmaşan, Îlam, bajar û gundên Başûrê Kurdistanê tê xuyakirin. Herwisa gelek metaforên ekolojîkî yên jîngehî li hevpeywendiya di navbera vî çemî û rûniştiyên navçeyê de hatine afirandin, ku ew hemû bi hev re zimanekî taybet di warê ekolojîkî û biyo-aborî û kultûrî de li Hewramana Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk anîne. Bo mînak, ger kesek avjenekî jêhatî be, jê re dibêjin “Erxewanî Sûrewe Pirowe” (wate: Ji erxewana sor ve derbas dibe). Ev tê wê wateyê ku di destpêka biharê û şînbûna erxewanên sor ên li qiraxa Sîrwanê de, av di asta herî bilind de ye.

Hewisa beşeke zêde ji bijîva jiyana xelkê herdu beşên Hewramana Rojhilat û Başûrê Kurdistanê girêdayî çemê Sîrwanê ye û bijîveke taybetî ji bo rûniştiyên derdora vî çemî çê kiriye. Derorên vî çemî şûneke guncaw e ji bo geşekirina cureyên masî û balindeyan û bedwiyek taybet bexşiye bi vî çemî. Tevî vê yekê, çemê Sîrwan bûye sedema çêbûna karê baxdarî û aboriya taybet a vê navçeyê, wekî baxên hinaran li Hewramanê. Hêjayê gotinê ye ku zozanên havînan li derdora çemê Sîrwan ji bo hezaran sal çavkaniya jiyanê bûye.

Mixabin tevî ew hemû mîrat û kultûra bi nirx a Hewramanê û devera Sîrwanê, ji çendîn sal berî niha ve, ji ber projeyên berfireh ên çêkirina bendavan li ser herikîna çemê Sîrwanê, ji nav çûye yan jî di halê jinavçûnê de ye. Di rastî de bendavên Dariyan, Azad, Qeşlaq, Gawişan, Silêman Şah û hwd, ji wan bendavan e ku di heyama kêmtir ji deh salan de li du parêzgehên Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê li ser çemê Sîrwanê hatine çêkirin. Çêkirina van bendavan tevî binavbûna şûnwarên dîrokî yên li qiraxa Sîrwanê, bandorên demdirêj ên jîngeh, civakî û aborî jî xistiye ser xelkê wê deverê.

KURDŞOP
771 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!