Peter Zumthor û Sêrt

 Welat Ramînazad                                                  

Mîmariya modern, ji serê salên 1900î ve dest pê kir û heta sala 1960î dewam kir. Ji sala 1960î heta îro jî mîmariya postmodern hebûna xwe dewam dike. Her çi qas bingeha esasî ya postmodernîzmê azadiya takekesî, li gorî dilê takekes û azadiya absurdbûn û tewşomewşobûnê be jî, postmodernîzm di rastiyê de ne ji sedî sed azadî ye. Azadbûna postmodernîzmê bi xwe di xwe de  pergalekê dihewîne. Di nav sînorên wê pergalê de azadbûnê dide takekes.

Postmodernîzm di îhlalkirin û derbaskirina sînorên xwe de gelekî rijd e. Lewma di nav cîhana mîmariya îroyîn de jî nêzîkbûneke ciyawaz, helwesteke nelirê, kesayetiyeke deradetî û hewleke nûger nayê dîtin û qebûlkirin. Dema ku tu ne li gorî pergala postmodernîzmê bî, tu ciyawaz, nelirê û deradetî bî, postmodernîzm wisa tevdigere wekî ku tu tune yî, tu li derve mayî. Di fîlmê The Fountainhead (1949) yê King Vidor de em çîrokên lidermayîna mîmarekî deradetî temaşe dikin. Fîlm nîşanî me dide ku êşa xwebûn, ciyawazbûn û bedelê xwe-danqebûlkirinê çi qasî giran e.

Digel hemû rijdiya postmodernîzmê, di cîhana mîmariya îroyîn de deng, helwest û kesayetiyên rengîn hene û di dawiya dawî de ew kes bi karên xwe, bi hunerên xwe, xwe bi postmodernîzmê û dinyayê didin qebûlkirin. Ji wan kesan yek jî mîmar Peter Zumthor e (1943). Peter Zumthor têra xwe kesekî ciyawaz e… Ji Swîsreyê ye, li gund dijî, karên xwe, berhemên xwe li gund diafirîne.  Di mîmariya dinyaya îroyîn de ew bi tena serê xwe, li hemberî postmodernîzmê bûye wekî ekolekê, reqîbekî. Mîmariya wî ji gelek aliyan ve tê problematîzekirin.

Du taybetmendiyên sereke yên mîmartiya Peter Zumthor hene. Yek, dema ku wî avahiyek çêkir, ew avahî wekî ku ji mêj ve li xwezayê be, qethiyen divê ev avahî li xwezayê wekî pîne, kerixî, dinyanedîtî neyê xuyakirin. Ew armanc dike ku di navbera xweza û mîmariyê de yekîtiyek, ahengek û bitûniyekê çêke. Di karên wî de em detayên pêkanîna vê armancê dibînin. Du jî, dema ku wî avahiyek çêkir, divê her pencereyeke wê avahiyê li bergeheke xweştir û rengîntir vebe, her pencere dinyayeke ciyawaz û nû bibîne.

Demekê bi otostopê ji Amedê derketim rê, heta Stenbolê çûm. Di navbera Meletî û Qeyseriyê de tirekê ez rahiştim. Şofêrê tirê jî ji Qeyseriyê bû, perspektîfa wî gelekî berfireh bû, têra xwe dinyadîtî bû. Wî dizanîbû ji jiyan û dinyayê keyf û zewqê bistîne, di nav sohbetê de ji min re digot; min gelek dixwast li dinyayê bigerim lê qet derfeta min tune bû, min ji xwe re got divê ez karekî bikim ku bi wesîleya vî karî ez bikarim li dinyayê bigerim. Ji ber wê ez bûm şofêrê tirê, bi xêra şofêrtiyê ez li hemû Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn geriyam. Sebaret bi mîmariyê, ez ji wî hûrgiliyeke pir xweş fêr bûm. Wî zeviyek nekiriye çargoşe, tê de xaniyekî bêzewq lê nekiriye, wî ji Holandayê plan û proje aniye, li gundê xwe ji xwe re xaniyekî bi awayê holandî çêkiriye. Digot; xaniyekî ku te çêkir, divê bi ti hawî tu tê de aciz nebî; sil, bêhedar, diltengî û bêhnteng nebî.

Ne tiştekî muezem e? Çêkirina avahiyeke ne acizker…

Bi raya min, Peter Zumthor jî tam bi vê prensîbê berhemên xwe diafirîne, xaniyan çêdike. Di berhemên wî yên mîmarî de acizî, bêhedar û bêhêvîbûn tune ne.

Heke xwîner pirs bikin û bibêjin ka Peter Zumthor û Sêrt çi eleqeya xwe hene; ez ê nîşan bidim bê ka di navbera wan de têkiliye çawa heye.

Berî demekê, min rêwîtiyek bo bajarê me Sêrtê kir.  Sêrt ji du aliyan ve gelek li xweşa min çû, min jê hez kir.

Li Sêrtê hebûna çayxaneyên şîrîn û dilgerm gelek xwe dide xuyakirin. Hebûna çayxaneyan bajar zindî dikir. Bi çayxaneyan di bajêr de zindîbûn hebû, ne wekî bajarekî mirî bû. Yek; digel polîtîka û pratîkên tirkkirina Sêrtê yên bi rêya dîn, Sêrt bajarekî kurd û kurdî bû, ruhê kurdewariyê xwe gelek dide hîskirin. Herçiqas ji sedî sihê Sêrtê ereb jî bin, li Sêrtê kurdî serdest bû, di sûkê de devokên botî, xerzî û koçerî diketin nav hev, ahengeke xweş xwe digihand guhê mirov û cil û bergên neteweyî yên kurdî di jiyana rojane ya Sêrtê de zindî ne.

Du jî; xweşikbûn û îhtîşama xweza, heşmeta hawirdor û heybeta erdnîgariya Sêrtê ez mest kirim. Wekî bajar Sêrt, wekî ku di nav îhtîşam û heybeta çiyayan de hatiye avakirin...

Têkiliya Peter Zumthor û Sêrtê xwe li vir dide der. Mirov dikare xaniyekî, avahiyekê li Sêrtê çêke, her pencereya wî xaniyî li îhtîşamek, heşmetek û heybetekê vebe; xaniyekî ku di tu hal û karî de tê de acizî, û bêhedarî tune be….

Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt bajarekî çawalêhato bû, ji estetîkê gelekî dûr bû. Qet xaniyek, avahiyeke ku di xwe de zewqên berz dihewandin bi ber çavê min neket.

Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt qet nikaribû heqê îhtîşam û heybeta xweza û erdnîgariya xwe bide.

Em hêvî bikin ku ev nivîs bibe wesîle ku şexsek, ferdek xaniyekî Peter Zumthorwerî li Sêrtê çêke. Bi hêviya ku Sêrt bi temamî bibe bajarekî Zumthorwerî!...

KURDŞOP
808 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!