Qada Jina Azad li Kobaniyê

Aras Hiso

Li gorî ku bav û kalên me digotin ku berê bajarê Kobaniyê xwedî dar, zevî û kanî bûne, hema hema bajar di nava şînkahiyeke newaze de bûye. Lê hema piştî salên 2000î  ji ber kêmbûna vê ev kanî û şînkahî ji holê rabûne. Bajar bi cih û warên xwe yê xweşik û dîrokî têne naskirin û di rûyên cîhanê de dibiriqe. Gava ku tê gotin Kobanî yekser Miştenûr, Qereberkel, Mikletê û Qada Jina Azad bala mirovan dikişîne.

Ev bajarê biçûk her çendî gelek cihên mezin ên ger û geştê tê de nebin jî, her demê di rûyê mirovên xwe de bûye cihekî lêvegera bîranîn û serpêhatiyên zarokatiyê. Me her demê ji bavê xwe dipirsî çima ewqas cihê ger û geştê li bajarê me tune ye. Ji me re digot ku rêjîma Bees li Sûriyayê ji bilî ku derfetên kar ji xortan re dabîn nedikir û xortên wê li bajarê mezin ên mîna Şam û Libnanê belav dibûn û li derfetên kar digeriyan, jê zêdetir ev bajarên kurdan ên sînorî paşguh dikirin û ti tiştên xweşik tê de ava nedikirin, ne kargehek, ne karmendiyek, ne avakirinek û ne jî tişt ji ber vê yekê, herwiha ev bajar bê xwedî dima.

Roj, meh û sal derbas bûn. Her kes dizane li bajarê berxwedanê, li Kobaniyê di sala 2014an de ji aliyê şervanên xwe ve şerekî bê navber li hember çeteyên Daişê hate meşandin û di berdêla vî bajarî de bi hezaran şervanên kurd şehîd ketin, bûne qurbanî û birîndar bûn. Ji wan deskeftiyan gelek tiştên pîroz li Rojavayê Kurdistanê, bajar û miletên wê re hatin pêşkêşkirin.

Di sala 2016an de, ji ber şerê di bajêr de qewimî  %70 ji avahiyên bajêr hatin rûxandin, piraniya milet bi destên xwe mal û xaniyên xwe ava kirin. Di adareke biharî de, di 16ê adara 2016an de carekê me dît bi erebeyeke mezin peykerekî mezin di nava Kolana 48an de anîn û komek zarokan xwe li pey wê erebeyê didan lotikan û bang dikirin. Me jî berê xwe da wê derê, hêdî hêdî ew peyker ji nava erebeyê danîn û pê re jin û keçan dest bi zilxistan kirin. Gava ku perdeya spî di ser wî peykerî re hat xuşandin, rûkenî û azadî ji rûyê wî miletî difûriya ku nayê wesifkirin, wê rojê dengê jin, zarok, xort û stranan tevlihev bûbû.

Paşê peykersazê ku peyker bi alîkariya deh hunermendên din çêkiribû, Zîrek Mîra ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye, dest bi axaftina xwe kir û di axaftina xwe de bi me da zanîn ku ev peyker wekî diyarî û spasiyekê ji şervanên YPJê û berxwedana jinan re ye, jina ku li hember terora Daişê canê xwe feda kir da ku pariyek azadî ji miletê xwe re pêşkêş bike. Li rex wî peykerî jî du tangên çeteyên Daişê ku ji aliyê şervanan ve hatibûn teqandin, danîn.

Hingê ji wê çaxê û şûn ve ev peyker û ev cih bû xwedî sembol û wateyeke netewî. Li gorî ku Hesen Mîra dibêje, ev peyker bilindahiya wê 10 metre ye û nûnertiya jina kurd a şoreşger dike. Ev peykera jinê rûyê wê li asîman, destekî xwe dirêjî rojê kiriye û destê din jî li ser dilê wê ye, her du firîna baskên li ser milên wê jî nîşaneya azadiyê ye û rengê spî jî nîşaneya aşitiyê ye.

Îro jî xelkên kobanî navên cuda cuda li vî cihî kirine, ''Qada Jina Azad, Qada Arîn Mîrkan û Qada Berxwedanê''. Îro me fêhm dikir ku çawa bajar xweşik û dewlemend dibin, bajar tenê bi xwediyê xwe dibiriqin. Her kesê ku ji mala xwe derdikeve û dixwaze bêhna xwe vede, yekser berê xwe dide vî cihî, ev cihê ku bûye bêhnvedana miletê xwe, ev cihê ku xwîn lê hatiye rijandin û niha di berdêlê de, zarokên bajêr bi vî peykerî ve hirdipelikin û dixwazin mîna wî peykerî hilmeke azad bidin û bistînin.

Wêne: Şivan Mêsî

KURDŞOP
1026 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!