Dîrok û hilkefta bajarê Kerkûkê

Hanî Murteza

Kerkûk yek ji bajarê Başûrê Kurdistanê ye. Bajarek e ku ji aliyê rûniştvanan û dîrokî ve Kurdistanî ye û dikeve Başûrê Kurdistanê. Rûniştiyên Kerkûkê bi piranî kurd in û kêmîneyên netewên din jî li wir dijîn û her ji berê ve bûye cihê jiyana hemû pêkhateyên cuda yên wek tirkmen û ereb, û di sala 1947an de nifûsa Kerkûkê 69 hezar û 526 kes bûye.

Hejmara rûniştiyên vî bajarî li gor pêkhateyên netewî li sala 1957an bi vî awayî bûye:

1- Kurd: 178000 kes bûye.

2- Ereb: 48000 kes bûye.

3- Tirkmen: 43000 kes bûye.

4- Aşûrî û Kildanî: 1000 kes bûye.

Di heman sala 1957an    de hejmara kedkar û karbidestên kurd di kompaniya petrola Kerkûkê de %80 bûye, lê li gorî dawî serjimêriyê, rêjeya kedkarên kurd di sala 2003an    de %20 bûye. Ev kêmbûn    jî desthilata dagîrkerî nîşan dide. Ev jî wê yekê nîşan dide ku Kerkûk axa Kurdistanê ye û li sala 2017an piraniya rûniştiyên bajarê Kerkûkê 1 milyon û 260 hezar kes bûye.

Serjimêriya sala 1957ê îsbat kir û nîşan da ku piraniya rûniştvanên Kerkûkê kurd in, û her eva jî bûye sedem ku di sedsala borî de çendîn guhertinên demografîk ên girîng li herêmê çêbin. Bi taybet piştî dîtina petrolê li ser axa vê, hikûmeta Iraqê girîngiya navçeyê di warê aborî û çavkaniyên sirûştî de fam kir.

Lewma bi çendîn qonax û şêwaz, biryara bi erebkirina bajar, sepandina kultûr û zimanê erebî bi darê hêzê, revandin û derxistina kurdan, cihgirkirina erebên havirde ji deverên xwarê û naverasta Iraqê û hwd, her lewma ereban zevî û milkê piraniya kurdan dagîr kirin. Ev siyaset    heta niha jî berdewam e.

Ev belge     ew aliyê şofenîstbûna Bees û dewleta Iraqê nîşan dide ku çawa sal li pey sal kurd nanbir û eware kirine.

Hilkefta bajêr

Bajarê Kerkûkê dikeve bakurê Iraqê û Başûrî Kurdistanê, ji rûyê jimara rûniştiyan ve milyonek kes derbas kiriye. Rûbera vî bajarî nêzî hezar km ducar e. Di warê siyasî û aborî û çavkaniyên petrolî de bajarek bi nirx e û kevntirîn bajar e ku petrolê berhem tîne û axa vî bajarî gelek dewlemend e. Bajarê Kerkûkê ji warê hilkefta dîrokî ve di rêzbenda kevntirîn 20 bajarên cîhanê de û di pileya 14emîn de cih girtiye.

Girîngtirîn ew xizmetguzariyên ku di dîroka bajarê Kerkûkê de hatine çêkirin

1- Yekemîn lîstingeha golf li Rojhilata Navîn li sala 1940an li Kerkûkê hate çêkirin.

2. Yekemîn pira Kerkûkê di sala 1875an de hatiye çêkirin û navê wê jî kirine Pira Kevirî.

3- Di sala 1922an de yekem hotêl li Kerkûkê bi navê “Rest House” hate çêkirin.

4- Di sala 1940an de li bajêr yekemîn sînema bi navê Sînemaya Xazî tê vekirin.

5- Di sala 1925an de li bajêr yekem hêla şemendefer hate avakirin.

6- Sala 1967ê televizyona Kerkûkê hate vekirin.

Girîngtirîn şûnwarên dîrokî li bajarê Kerkûkê

1- Keleha Kerkûkê: Girîngtirîn şûnwara dîrokî li Kerkûkê keleha Kerkûkê ye ku 800 sal berî zayînê ji aliyê paşayê Aşûrî yê Nasirbalê Duyem ve hate avakirin, di serdema desthilata osmaniyan de wek binkeyek leşkerî bi kar hatiye.

Ew keleh    li ser çar goşeyan û 120 pê ji asta deryayê bilindtir hatiye avakirin. Beşa herî girîng a wê kelehê beşa rojava ye ku dibe du tişt yek bi navê “Şater” tê naskirin û ya din jî hebûna gora şandiyê Xweda (Daniyal) e.

Ji aliyeke dinê ve dîroka keleha Kerkûkê vedigere serdema Mismarî û tê gotin ku di eslê xwe de navê bajarê Erbixa lê hatiye kirin ku parêzgehek serbixwe di hezareya duyem a berî zayînê de bûye. Di wê serdemê de keleha Kerkûkê bi navê “Dimto Kerxî Şîlwaxo” wate keleha nifşa Şîlwa dihate naskirin ku ji aliyê hakimek wê serdemê yê bi navê (Şah Şîlwa Tişûb” ve hatiye çêkirin.

2- Bazara qeyserî ya Kerkûkê: Ji keleha Kerkûkê nêzîk e û li sala 1855an ji aliyê osmaniyan ve hatiye avakirin. Şêwaza avakirina wê çend sembolek tê de heye û belge û nîşane ye bo demê; 365 dukanan li xwe digire ku sembola nîşaneya salê ye, 24 şaxe û beş heye ku sembol e bo demjimêrên rojê, li beşa jorîn a wê 12 odeyên piçûk tê de ye ku sembol e bo hejmara mehên salê, 7 deriyên sereke heye ku sembol be bo rojên hefteyê.

3- Mizgeft û gora pêxember Danyal.

4- Mizgefta Mecîdiye Tekiye ya Talibanan.

Ev mizgeft    gorên çend kesayetiyên bajêr tê de ku ev jî wiha ne:

1- Şêx Ehmed Talibanî.

2- Şêx Mehmûd Zengene.

3- Ebdulrehman Xalid Qadirî.

Li sala 1927an yekemîn bîra petrolê li navçeya Babe Gurgur li Kerkûkê hate peydakirin. Her ji wê demê ve dest avêt bi deranîna petrolê li bîrên petrolê yên vî bajarî. Petrola Kerkûkê çend taybetmendiyek girîng heye ji wan tîratiya petrola wê pir kêm e û eva jî taybetmendiyek gelek bihêz e bo nirx û cura petrola wê.

Girîngtirîn bîrên petrolê yên Kerkûkê

1- Babe Gurgur

2- Bay Hesen

3- Çembûr

4- Avane

5- Kêwebor

Hin ji navdar û kesayetiyên bajarê Kerkûkê

1- Mistefa Nerîman

2- Felekedîn Kakeyî

3- Mehabad Qeredaxî

4- Fazil Caf

5- Sitar Şêxanî

6- Ehmedî Mela

7- Edîb Nadir

8- Letîf Fatih Ferec

9- Mihyedîn Zengene

10- Erif Qurbanî

11- Helmet Huşyar

 Hunermendên bajarê Kerkûkê:

1- Husên Elî

2- Salih Dawde

3- Rizgar Hemereûf

4- Şikur Xeyta

5- Ebas Mihemed

6- Xende Kerkûkî

7- Elî Merdan

8- Umîd Şivanî

9- Çopî Fetah

10- Mihemed Ebas Baram

KURDŞOP
660 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!