Dîwarê Derbenda Baziyan: Mertala melikê Kurdistanê

Sîpan Sofîzade

Dîwarê Derbenda Baziyan yek ji dîwarên kevnar û dîrokî yên Kurdistanê ye, ev derbend     bi “Derbenda Rûte yan Derbenda Hişke” hatiye naskirin, ji ber ku navçeyek hişk û rût û bêdar bûye.

Ev dîwar    dikeve beşa rojavayê devera Baziyanê û li nêzîkî navçeya Takiye ya Çemçemalê ye, û di navbera herdu bajarên Silêmanî û Kerkûkê de hilkeftî ye. Derbenda Baziyanê 45 km ji Silêmaniyê û 60 km jî, ji Kerkûkê dûr e. Heta niha nehatiye zanîn ku yekem car ev dîwar    di serdema kîjan dewlet an jî desthilatdarî    de hatiye çêkirin. Li gorî çavkaniyên dîrokî û gotina şûnwarnasan, şûnwara Derbenda Baziyan dîroka wê vedigere bo 3,000 sal berî niha.

“Aşûr Banîpal” serkirdeyê Ekediyan dema ku xwastiye welatê “Zamuwa” dagîr bike, ji rex vî    dîwarî    ve derbas bûye û behsa wê kiriye. Herwisa ev dîwar    di dîroka dewleta “Bêzentî” de navê wê bi “Babît” hatiye.

Cografînas û dîroknasê Îslamî yê bi regez Fars “Hemdullah Mistefewî” li pirtûka xwe ya bi navê “Nizhe El-Qulub” behsa Derbenda Baziyan kiriye û jê re gotiye derbenda “Xelîfe”.

Ji aliyek dinê ve gerokê navdar ê îngilîz  Claudius James Rich    di pirtûka xwe ya navdar “Geşta Rêç Bo Kurdistanê” de, behsa vê derbendê kiriye. Dîroknivîsê fars Mîrza Mehdî Xan di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Nadir Şah” de behsa Derbenda Baziyanê kiriye û navê wê bi “Aq Derbend” daye zanîn, wateya “derbenda spî”, ev nave jî lewma daniye, ji ber ku kevirên derbendê spî bûne.

Di serdema mîrnişîniya “Baban” de dîroka vî dîwarî baştir eşkere dibe. Di sala 1860an de, li ser şêwaza kevn hatiye nûkirin û kirine bi dîwarek bihêz ji bo parastina bajarê Silêmanî yê paytexta mîrnişîna Baban.

Di serdema hikûmeta Şêx Mehmûdê Hefîd de jî, dema ku îngilîzan xwastine hikûmeta Şêx Mehmûd ji nav bibin, (ji ber ku Şêx Mehmûd serê xwe li hember daxwazên îngilîzan netewand) êrîşî ser bajarê Silêmaniyê kirine, carek din çîrokeke qehremanî li vê derbendê hatiye tomarkirin.

Li gor jêderên dîrokî, hêzên bejayî yên “18” ên brîtanî ku general “Firayzer”, rêberê navdar ê şerê cîhanê yê yekem serpereştiya wan dikir û ji nêzî 70,000 leşkerên piya pêk dihat. Ev hêz    ku tevî alavên şer ên pêşkeftî, bi sedan tank, top û zirêhpoş dihate piştgirîkirin û hemûyê artêş jî ji aliyê hêzên hewayî yên Brîtanyayê ve dihate piştevanîkirin, û ji Mûsilê ber bi Silêmaniyê ve hatine hereketkirin û li Derbenda Baziyan rûbirûyê hêzên Şêx Mehmûd ê Melikê Kurdistanê bûn.

Şêx Mehmûd jî di 19ê Hezîrana 1919an de Derbenda Baziyanê kire çeperek ji bo lihemberderketin li dijî îngilîzan û çîroka kevirê qehremaniyê tomar kir û di encamê de serkeftin ji bo hêzên dagîrker bû, û çîroka Derbenda Baziyan jî bû bi dîrokeke geş û di rûpelên xwînayî yên dîroka gelê kurd de hate tomarkirin.

Şêx Mehmûd digel hevalên xwe li hember êrîşên dijmin û dagîrkerên Kurdistanê bi lehengî şer kirin. Ji nişkê ve, Melikê Kurdistanê bi destê leşkerekî moxol bi du guleyan birîndar dibe û dikeve erdê. Li gor jêderên dîrokî zêdetir ji 500 şerker û şervanên kurd şehîd dibin û zêdetirî 200 şervanên kurd jî têne dîlgirtin û dijmin jî rastî ziyanek mezin tê û bi sedan leşkerên wan têne kuştin.

Nûjenkirina dîwarê Derbenda Baziyan:

Di sedsala 19an de Ebdulrehmanê paşayê Baban du caran dîwarê wê navçeyê nûjen kiriye. Li gorî çavkaniyên dîrokî, her ji hezaran salên berî zayînê ve heta destpêka sedsala 20an, ev dîwar hêla parastina dewlet û mîrên kurdan bûye.

Ev dîwar ku yek ji şûnwarên herî kevn û dîrokî yên netewa me ye, di van salên dawî de çend caran hatiye nûjenkirin. Herî dawî li 9/5/2013 di sê qonaxan de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye nûjenkirin û di merasimeke girseyî de nûjenkrina wê hate ragihandin.

KURDŞOP
590 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!