Hewramana Text: Belgeya şaristaniyetê li Kurdistan û mîrata çandî bo cîhanê

Hewram Ehmedî

Hewraman tenê navê bajarekî yan herêmeke Rojhilatê Kurdistanê nîne. Di rastî de Hewraman navendeke    çandî ye ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatiye dabeşkirin. Hewramana Herêma Kurdistanê girêdayî parêzgeha Helebceyê ye û Hewramana Rojhilatê jî bi ser çar navçeyan de hatiye dabeşkirin: Hewramana Text, Lehon, Jawero û Şamiyan.

Ev her çar navçe li du parêzgehên Sine û Kirmaşanê hilkeftî ne. Navçeya Hewramana Text berevajiyê navê xwe, navçeyeke çiyayî ye û li gor gotina xelkê navçeyê, serdemekê bajarekî mezin û navendeke taybet bûye, her lewma jê re dibêjin Text yan jî navenda desthilata navçeya Hewramê. Ev beşa Hewramanê ji rojava ve bi Hewramana Herêma Kurdistanê, ji bakur ve bi bajarê Sewlava, ji başûr bi parêzgeha Kirmaşan û bajarê Paweyê ve hevsînor e. Ev navçe     xwedana bajarekî bi navê Hewramana Text e û çend gund hene ku ev in: Kemala, Serpîr, Bilber, Jîwar, Naw û Nuwên.

Piraniya çavkaniyên zimanzanî, zaraveyê Hewramanê bi Goranî didine zanîn ku bixwe ser bi tayek ji zimanê kurdî wate Zaza-Goranî ye. Navê Hewramana Text di belgenameyên dewleta Îranê de wek “Uraman” hatiye tomarkirin.  Lê xelkê xwecihî û bi giştî Kurdistan bi Hewremanê nas dikin. Navê sexte ê “Uramanê” ku di zimanê kurdî de ti wateyekê nade, divê wek beşek ji projeya kultûriyên dewlet-netewa Îranî bo bi îrankirina kultûra kurdî û beşek ji proseya kolonyalîzma zimanî-çandiya wê dewletê bê hesibandin. Derbarê navê rastîn ê Hewramanê de, yek ji texmînên herî zêde ew e ku peyva "Hewraman" ji du beşên "Hewra" bi wateya "Ehûra" û "Man" bi wateya mal, cih û zevî pêk hatiye û Hewraman bi wateya “axa Ehûra” û “cihê Ehûramezda” tê. Hin çavkanî dibêjin zarave yan zimanê Hewramî gelek ji zimanê nivîskiya pirtûka Avêstayê diçe. Ev rastî    vê texmînê li ser wateya rastîn a navê wê xurt dike, ji ber ku "Hor" di Avêstayê de bi wataya "roj" û Hewraman jî bi wateya "cihê rojê" hatiye.

Li gorî lêkolînên dîrokî û şûnwarnasan, niştecihbûna li vê navçeyê vedigere serdema beriya dîrokê. Kevntirîn şûnwarên nîştecihbûna mirovan di pîvanên erdî û kolandinên derdora gundên Hecîj, Naw û Esperêz de hatine dîtin û hin ji wan pêwendiya wan bi çaxa kevn ve heye û pêka gotina şûnwarnasan, temenê wan zêdetirî 40 hezar sal heta nêzî 12 hezar salan e. Keresteyên hatinî peydakirin pêk hatine ji keresteyên kevirî yên mirovên şikeftnişîn ên destpêkî, hestiyên ajelên hatinî nêçîrkirin û bermayiyên hilkirina agir. Herwisa vedîtina dokumenta Hewramanê, hebûna desthilata Asûrî, Med, Hexamenişînî û Yûnanî piştrast kiriye.

Ji aliyê çêkirina xaniyan ve Hewramana Text û bi taybetî bajarê Hewramanê xwedî gelek taybetmendiyan e. Avahîsaziya Hewramanê bi temamî digel rewşa çiyayîbûna vê têkel bûye û bikaranîna kevir, pencereyên darîn ên tiraşî û şêweya pîlekanîbûna xaniyan, taybetiyeke sêhrayî ji bo vê navendê afirandiye. Yek ji mînakên herî balkêş ên vê şêwaza çêkirina xaniyan li bajarê Hewramanê, “mizgefta Hewramanê” ye ku yek ji mizgeftên degmen ên Kurdistanê tê dîtin. Ev mizgeft    bi alîkariya rûniştiyên navçeyê hatiye nûjenkirin û ji bo avedankirina wê, ji kevir bo çêkirinê, ji dara gûzê bo derî û pencereyan wate (keresteyên xwecihî yên navçeyê) hatine bikaranîn.

Yek ji sereketirîn û binavûbangtirîn hilkeftên li Hewramanê, cejna “Pîrşaliyar” e ku salane du caran di naverasta biharê û naverasta zivistanê de li Hewramana Text bi rê ve diçe. Ev rêûresm pêk hatiye ji qurbanîkirina ajelan, lêxistina defê, curek ji dîlana derwêşane, xwarina taybetî ya Heloşîne û xwendina helbest û duayan. Salane hejmareke zêde ji derwêşan û şopînerên Pîrşaliyarê ji bo bilindragirtina nav û terîqeta wî, serdana gora wî li Hewramanê dikin. Di van salên dawîn de, rêûresmên Pîrşaliyarê navûbangê cîhanî jî der kiriye û tevî rehenda wê ya olî, niha beşek ji geştiyariyên ferhengî yên vê navçeyê pêk tîne.

Hebûna mîratên wiha kevnar ên çandî û olî, wisa kiriye ku Hewraman bi giştî bibe beşek ji dîmena çandî ya (cultural landscape) cîhanê û di sala 2020an de wekî mîrata cîhanî ya UNESCOyê hate tomarkirin. Pêka pênaseya komîteya mîratî ya cîhanî, dîmena çandî wan cihan li xwe digire ku nûneratiya karê hevbeş ê mirov û sirûştê dikin û nîşan didin ku çawa şêwazên çandî yên niştecihên navçeyekê, bandorê li erdnîgariya taybetî ya wê navçeyê dike. Pêka wê yekê, dibe bê gotin ku Hewraman bi giştî û navçeya Hewramana Text bi taybetî, belgeyek bihêz a hebûna şaristaniyeteke dîrokî li Kurdistanê û mîratek çandî ya pir bi nirx û buha bo cîhanê ye.

KURDŞOP
692 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!