Hîra Sarûxanî
Şikefta Du Eşkeft yan “Du Şikeft” li bakurê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistan û li bintara çiyayê Meywile li nêzî Taqwesanê hilkeftî ye. Ev şikeft kevintirîn cih û mala mirovan li Kirmaşanê û bi egereke zêde ve li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di encama lêkolîna şûnwarnasiyan de hatiye gotin ku dîroka vê şikeftê vedigere bo serdema Paleolîtîka Navîn (wate di navbera 120 û 40 hezar sal berî niha de) ye ku di wê serdemê de Neandertal rûniştiyê vê navçeya Kurdistanê bûne..
Du şikeft tê wateya du şikeftan ku li başûrê çiyayê Meywileyê li Kirmaşanê li kêleka hev in. Bilindahiya van her du şikeftan ji asta deryayê 1600 metre ye û ji asta deşta parka çiyayê Taqwestanê jî bi qasî 300 metreyan e. Bo yekem car di sala 1999an de, du şûnwarnasên Kirmaşanê yên bi navên Fireydûn Bîglerî û Saman Heyderî, li ser van her du şikeftan lêkolîn kirin. Li gorî van herdu pisporan, ev her du şikeft di serdema Paleolîtîka Navîn de cihê mirovên nêçîrvan bûye; Her wiha tê gotin ku yek ji van şikeftan, wate şikefta aliyê rojhilat, cihê rûniştina demsalî û demkî ya eşîrên nêçîrvan ên vê navçeya Kurdistanê bûye.
Rûbera vê şikeftê heta 400 metra çargoşe diçe û di vê deverê de çendîn şûnwarên dîrokî hatine peydakirin. Di hundurê vê şikeftê de derbasgehek mezin heye ku bi 23 li 15 metreyan dibe. Di deriyê vê şikeftê de hestiyên ajel, komir û komek amûrên kevirî hatine peydakirin. Dîroka amûrên kevir ên her du şikeftan vedigere bo serdema pîşesaziya Mostrî ya li Zagrosê ango pîşesaziya çêkirina amûrên kevirî yên bi hin kevirên wekî bazalt û çeqmax e; di navbera 250 heta 40 hezra sal berî niha de li Zagrosê hebûye.
Pispor dibêjin ku ev şikeft mal û cihê mana wan mirov û nêçîrvanan bûye ku li vê navçeya Zagrosê jiyane. Kaniyên avê yên çar demsalî li kêleka şikeftê, dîmen û ciwaniya vê şikeftê û serdestiya wê bi ser deştê de, rêyên çiyayên serdest û hin sebebên dinê bûne sedem ku ev şikefte bibe cihek baş ji bo nîştecihbûna Neandertalanên wê serdemê. Kereste û metriyalên kevirîn nîşan didin ku ev mirovane bi piranî ji kevirên çeqmaxe sûd wergirtine û wisa tê xuya ku xwe gihandine kana çeqmaxeyan û pir bi kar anîne.
Şûnwarên bêhnvedan û mana yekemîn mirovên serdema paleolîtîk li Kirmaşanê tenê taybet bi Du Şikeftan nîne û çend şikeftên din ên di Kirmaşanê de şûnwar hatine peydakirin. Pêka van lêkolînên ku li ser van şûnwaran li Kirmaşanê hatine kirin, îspat bûye ku rûniştiyên van şikeftan hin nêçîrvan bûne ku bi piranî bizin û hespên kovî nêçîr kirine û xwarine.
Du Şikeft yek ji mîrata dîrokî û sirûştiya Kurdistanê ye ku di sala 2000an de ji aliyê dewleta Îranê ve weke şûnwarek netewî hatiye tomarkirin; lê mixabin heta niha bê niyaz û bê xwedî ye û ev sermayeya netewî ya Kurdistanê mijûl e ji dest diçe.