Gir û tepolkeyên Kurdistanê

Hanî Murteza

Kurdistan xwedî gelek tepolke û girên girîng e, û bi sedema niştecihbûn û derbasbûna çendîn sal û temenê jeolojîkî (erdnasî) ya navçeyên Kurdistanê, gir bi şêweyên çemiyayî û xwar in, û ev jî vedigere li ser zextên cuda yên di nava erdê û ser rûyê erdê de ku bandor xistiye ser wan. Ev gir li gorî çiyayan ewqas bilind nînin, lê ger li nêz û bin tarên çiyayan nebûyana, her yek ji wan dikaribû niha bibûya çiya.

Ev gir ji aliyekî ve ji bo çêrandina ajelan û pez sûd jê têne wergirtin û ji aliyê dinê ve jî, ji bo çandiniyê têne bikaranîn.

Girîngtirîn gir û tepolkeyên Kurdistanê

1- Çiwarta: Ev gire dikeve di navbera herdu dolên Qelaçiwalan û Sîweylê de. Ev gir li ser hêla dirêjahiya 34/35 û 30/36 a bakur û dikeve ser hêla dirêjahiya 23/24 û 53/54 a rojhilat û 35 km dikeve serweyê Silêmaniyê û 1589 m ji asta rûyê deryayê bilind e.

2- Kwande: Ev gir dikeve bakurê parêzgeha Duhokê, bilindahiya wê ji asta rûyê deryayê di navbera 2100-2430 metreyan de ye. Girê Kwande kevirî ye û li dora çiyayên bilind û rast hatiye dorpêçkirin ku li demsala zivistanê berfeke giran li ser dibare.

3- Berzince: Girê Berzince li parêzgeha Silêmaniyê ye û ji rojhilat ve bi çiyayên Hewraman, ji bakur ve çemê Qelaçiwalan û ji başûr ve jî deşta Şarezûrê ketine rex girê Berzince. Her li kêleka vî girî çend çiya hene ku bilindahiya hin ji wan ji asta rûyê deyayê ve digihêjine 2200 m; wek çiyayên Kalakire û Kurakajaw.

4- Pişder: Dola Sîweyl ji başûrê wê ve, çemê Sîrwan ji bakurê wê ve û Qelaçiwalan ji rojavayê wê hilkeftine. Çend çiyayek li tenişt vî girê bilind bûne, ji hemûyan girîngtir çiyayên Serşo (2116 metre) û Kenêw (2316 metre) in.

5- Bayazîd: Bayazîd girekî li ser sînorê Tirkiye û Îranê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye. Li aliyê bakurê vî girî çiyayên Agiriya Mezin û Biçûk û li milê başûr jî çiyayên Tandirukê heye. Ji aliyê rojhilatê ve jî heta Makû û Xoyê dirêj dibe û rêya Îran û Tirkiye di nava van giran de derbas dibe.

6- Pêncuwên: Girê Pêncuwênê ji her çar aliyan ve bi rêzeçiyayên tevlihev ên wekî Qaye, Herzele, Yasmal û yên dinê ve hatiye dorpêçkirin. Bilindahiya van çiyayan di navbera 1500-2000 metreyan de ye. Ji aliyê aborî ve, girê Pêncuwên bi piranî ji bo çêrîngehan tê bikaranîn û li wir pez û dewar têne xwedîkirin

7- Pasînler: Girê Pasînler di hin çavkaniyên erdnîgarî de bi navê girê Erziromê hatiye tomarkirin. Pasînler keftiye di nava hin rêzeçiyan de. Ji bakur ve çiyayê Kargabazar, ji başûr ve çiyayê Palandogîn (3124 metr e) û li milê rojhilat jî çiyayê Tala (3134 metr e) hatiye dorpêçkirin. Bilindahiya girê Pasînler li ser asta deryayê digihêje 1750 metreyan. Ev gir ji bo Kurdistanê xwedî nirxeke zêde ya aborî ye, nemaze di warê berhemanîna çandiniyê yên wek genim û ceh de; piştî vê ku di navbera Erzirom û Enqereyê de rêya hesinî ango trênê hate danîn, girîngiya aborî ya vî girê bi tevahî zêde bû.

Mûş: Ji bakur ve pişt çiyayên Bîngol (3111 metr) û li hêla başûr çiyayê Nemrûd (2828 metr) hilkeftî ye. Bilindahiya tevaw ya girê Mûşê 1400 metre ye. Rûbera wê 1600 kîlometr çargoşe ye. Ji ber ku di bingehê de ji madeyên daketinê pêk hatiye, ku stûriya wê di navbera 8-10 metreyan de ye û axa wê pir bi bereket e. Li rojhilatê vî girî, navçeyeke qopî heye ku rûbera wê 60 kîlometra çargoşe ye.

9- Melatiye: Li başûrê çiyayê Boz (2581 metr) hilkeftî ye, axa wê bi piranî xwelî ye. Di hinek cihan de çandiniyê dikin û bi taybetî genim û ceh tê de diçînin. Hin cihên din jî ji bo çêrandina pez û dewaran gelek baş e.

10- Mûsil: Ji rojhilatê wê ve Çemê Mezin e û li milê rojava çiyayên Şengal, Brayîm û Eteşane ye ku bilindahiya wê di navbera 300-450 metreyan de ye. Rûbera wê rêk nîne û gelek çiya û girên nizim tê de hene. Lê bilindahiya wan li ser asta deryayê 300 metreyan zêdetir nîne. Ji xeynî çiyayê Meqlub ku 1057 metreyan bilind e.

12- Kerkûk: Girê Kerkûkê li nêzîkî rûbarê Diyale dest pê dike û ber bi rojava ve heta Deşta Hewlêrê dirêj dibe. Bilindahiya wê li ser asta deryayê di navbera 600 heta 1000 metreyan de ye. Ev aliyê rojavaya vî girdî (500 metr) û ji çav rojhilatê jî (300 metreyan) bilindtir e.

13- Melazkît: Ev gir 1500 metreyan li ser asta deryayê bilind e, û çiyayê Bîngolê (3111 metr) dikeve başûrê rojavayê wê û çiyayê Sîpanê jî (4058 metr) dikeve başûrê rojhilata wê. Li başûrê Malazkîtê du golên biçûk hene, a yekem jê re dibêjin Haçlî (16 keçik), 1583 metreyan bilind e û ya duyem jî navê wê Nazik e ku 1812 metreyan bilind e. Axa wê ji madeya daketî ya qopiya bazalt pêk tê.

Ev gir li gor hilkefta erdnîgarî û derbasbûna temenê jeolojîkî (erdnasî), dibe hem ji ber sedemên navxweyî û derve her tim di guherinkariya berdewam de bin û ev guherinkariyane û bilind û daketinan dirust dikin û ew di jiyana mirovan de nayê têbînîkirin û ji bo çêbûna wan gelek sal pê diçe.

KURDŞOP
736 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!