Talana Sedsalekê: Kuçe, xanî, bîr û bîranînên Sêwregê

Ew xaniyên me yên ku piraniya wan bi destê kirîv û merivên me yên ermenî û cihûyan hatibûn çêkirin, niha yeko yeko wenda dibûn.

Mem Al

Piştî teqîna volkana li Qerejdaxê, kevirên reş ji Amedê bigire li çar hêlên Sêwregê belav bûbûn. Herçiqas zehmetiyên van keviran hebin jî weke çandina erdan, çêkirina rêyan hwd, başiyên wê jî hebûn. Ji ber zêdebûna van kevirên reş, gelê Sêwregê ew di lêkirina xanî û axurên xwe de gelekî bi kar anîbûn.

Hema te kîjan xaniyên kevn yê Sêwregê bidîta, hemû kuçe û mal bi kevirên reş hatibûn lêkirin. Piştî ser wê bi text û rotan dihate girtin, heriya ku taybet bo ser xanî hatibû amadekirin li ser textan dihate rijandin. Ev heriya ku ji bo xanî çêkidikirin, ji ber wê yekê dihate rijandin ku him ji bo zexm hevdu bigire him jî zivistanan dilop neke. Ka û xwê tevlî wê dikirin, bi vî awayî wê heriyê hevdu baştir digirt û xanî saxlemtir dibûn. Tenê zivistanan diviyabû çend caran were loxkirin. Helbet loxê li ser xaniyan jî meraqa me hemû zarokan bû, zivistanan temaşekirina wê zewqeke din dida me.

Em werin ser meseleya xwe ya sereke, xaniyên kevn ên Sêwregê û talana wan.

Ev xaniyên ku perçeyek ji bîranînên zaroktiya me ne, bi kuçeyên xwe yên kevn, deriyên xwe yên ji textê nexşandî, niha yeko yeko xatir dixwazin ji me. Di kolanekê de her kes weke malbatekê bû, ne hewce bû hûn merivên hev bin. Baş tê bîra min, hin cîranên me yên dimilî hebûn, ne merivên me bûn lê em her roj li mala hev bûn. Ji ber ku em tevî hev mezin bûbûn, bi vî awayî em hînî dimilî bûbûn. Niha hemû malbata me dimilî dizane, yê wan jî kurmancî dizanin. Ya rast her kesê ku li Sêwregê mezin bûbe piraniya wan him dimilî dizane him kurmancî.

Yek ji taybetmendiyên wê demê û wan xaniyan jî ew bû ku li kolanekê te dikarî fêm bikira ka di kîjan malê de hecî hene. Wê çaxê kesên ku diçûn hecê, piştî vegerê an deriyê xwe an jî dîwarê xaniyê xwe bi rengê kesk boyax dikirin. Li navenda Rihayê mînakên wê yên cuda hene, lê wan ji dêvla rengê kesk, wêneyên hecê, navê hezretî Mihemed filan xêz dikirin. Bi vî awayî digotin deriyê me ji her kesî re vekirî ye.

Beriya niha bi çar pênc salan, dîsa bo ku dilê xwe xweş bikim li van kuçeyên kevnar digeriyam. Wê çaxê min dît ku deriyên malan hêdî hêdî dihatin guherandin. Şûna textên nexşandî, deriyên hesînî yên bêrih digirt. Wisa pîne kiribûn ew xaniyên me. Wê çaxê hema wisa xemgîniyekê ez girtim, min nizanîbû çi bikim. Ji bêçaretiyê min xwest ew mirovên ku di wan malan de dijîn yeko yeko bigirim û ji wan re qala xweşikiya van xaniyan û van kuçeyan bikim, lê çi mixabin ne ewqasî xurt bûm. Tenê ez û kamareya xwe hebûn, min ancax dikarîbû wêneyên vê xweşikiyê bigirta, ancax bi vî awayî min dikarî ew biparasta.

Min jî serê kolanê dest pê kir û heta dawiya kolanê min berê xwe da derî û kuçeyan, min vîdeoyeke xweşik û biçûk qeyd kir. Piştre min stranek jî barî ser vîdeoya xwe kir û li ser rûpela xwe ya youtubeê parve kir. Min got rojekê ez wenda bikim jî, bila bimîne li vir, wenda nebe. Çend sal şûn de dîsa li heman kolanan geriyam, lê bêyî wê kolana ku min vîdeo lê girtibû, tiştek li derekê nemabû. Cara berê tenê derî hatibûn guhertin, lê vê carê hemû xanî tevî hev hatibûn xerakirin. Mitehîtan hema kû derê dîtibû, ev xaniyên xweşik xera kiribûn, li şûna wan apartmanên bêrih lê kiribûn.

Ew xaniyên me yên ku piraniya wan bi destê kirîv û merivên me yên ermenî û cihûyan hatibûn çêkirin, niha yeko yeko wenda dibûn. Piştî ew çûbûn ji van deran, tenê ev xaniyên ku wan bi destên xwe çêkiribûn li dû wan mabûn. Ew jî niha li pey hev dihatine tunekirin. Nizanim çima kesî rê li ber vî tiştî nedigirt, çima kesî deng nedikir. Lê vê dizanim, yê ku ji vê rewşê aciz bû ne ez tenê bûm, kesên ku zarokatiya xwe, jiyana xwe li van kolanan derbas kiribû, bîranînên wan li van kolanan hebûn, gelekî li ber diketin. Lê çi heyf kesî nikarî tiştekî bibêje, ji ber ku ne di xema serdestên vê demê de bû.

KURDŞOP
948 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!